1. Hemû Nûçe

  2. Berhevk

  3. Zarokên hovîtiya çeteyan dîtine, ji her tiştî ditirsin
Zarokên hovîtiya çeteyan dîtine, ji her tiştî ditirsin,zarokên,hovîtiya,çeteyan,dîtine,ji,her,tiştî,ditirsin

Zarokên hovîtiya çeteyan dîtine, ji her tiştî ditirsin

Her zarokê ku hovîtiya çeteyan bi çavên xwe dîtiye, trajîdiyek bi êş jiyan dikin. Leys yek ji wan zarokan e ku ji dîtina asta wehşiyeta çeteyên DAIŞ‘ê re bûye ji her tiştî ditirse

A+ A-

 

 

REQQA– .REQA-CIROKA-ZAROKEKI1 (8)

Buyerên ku ev çend sal li herêmê rû dide herî zêde bandorê li ser zarokan dike. yên ku para xwe ji encamên vî şerî girtine, zarok in. Bi hezaran zarok ji welatê xwe dûrketin û li çolan tî û birçî hatin hiştin. Her zarokek tarajîdyeke xemgînî û bi azara heye. Leys  yek ji wan zarokên ku êş û zehmetiya jiyanê di herêmên çeteyan de dîtiye.

Zarokê bi navê Leys El-Mihemed (11) ji bajarê Tebqayê ye. Leys hovîtiya çeteyên DAIŞ bi çavên xwe dît, bi Pêngava Sêyemîn a Hemleya Xezeba Firatê re, malbata Leys berê xwe dan herêmên ku ji aliyê şervanên QSD‘ê ve hatine rizgarkirin û li gundewarên rojavayê Reqqayê bi cih bû.

Kiryarên ku çete bi sere welatiyên herêmê ve tanîn, li ber çavên Leys çêdibû, ev yek tirsek mezin di dilê wê de çêkir. Leys hovîtiya ku bi çavên xwe dîtiye, nikare ji bîr bike û êdî ji her tiştî ditirse.

Leyse nexwest wêneyê wî were kişandin, aciziya xwe ji ber kiyarên çeteyên DAIŞ‘ê yên li hember sivîlan, di serî de jin û zarok anî ziman û bi çavên tijî rundik wiha got: “Em ji her tiştî mehrûm man, ne em dikarîbûn biçin dibistanê an ji bi serbest bilîzin, ez nikarim bi axivîm, her dever bi tirs bû”.REQA-CIROKA-ZAROKEKI1 (9)

Leys hin xwestekên xwe ku nedikarî pêk bîne vedibêje: “Ez hîn biçûk bûm, min dixwest porê xwe dirêj bikim, dayika min jî wisa dixwest. Rojekê min li ber deriyê mala xwe dilîst, çeteyek hat û ez tirsandinm û porê min qut kir û ji min re got ev heram e, tu wisa dibe wekî jinan.ʺ

Ev yek ji çîrokên bi hezaran zorkên Sûriyê yên ku hîna di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ‘ê de jiyan e. Hêviya wan Hêzên Sûriyaye Demokratîk e ku perdeya tarî ku li ser wan hatiye ferizkirin, rake.

(bb/dc)

ANHA