1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Zimanekî nû yê aştiyane û wekhev hate vedîtin
Zimanekî nû yê aştiyane û wekhev hate vedîtin,zimanekî,nû,yê,aştiyane,û,wekhev,hate,vedîtin

Zimanekî nû yê aştiyane û wekhev hate vedîtin

A+ A-

Li bakurê nîvgirava Malezyyaê, li nêzî sînorê Taylandê gundekî biçûk heye. Mirovên li vê derê bi zimanekî diaxivin ku heta niha nehatiye tomarkirin. Beriya niha bi demeke kin, ev ziman ji aliyê cîhanê ve nedihate zanîn. Tîmeke zanyarên ziman a Swêdî ev ziman vedîtin û navê 'jedek' lê kirin.

Gelek antropologan beriya niha ev kabîleya li Malezyayê lêkolîn kirin. Li vî gundê ku 300 kes lê dijîn, dihate zanîn ku bi zimanê Jahaî ku zimanê fermî yê gund e tê axaftin. Lê belê zanyarên ziman ên Swêdê lêkolîneke hê kûr kir û kifş kirin ku hin ji şêniyên nifûsa Semang ku neviyên çermreşên destpêkê yên Malezyayê ne, bi zimanekî cuda diaxivin.

Li gorî kovara Parîs Match, ji zanîngeha Lûnd a Swêdê Joanne Yager got, "Ji zimanê Jahaî cudatir bi gotin, fonem û bi gramereke cihê diaxivin." Lêkoîneran zimanê Jedekê ji nêz ve lêkolîn kirin û keşf kirin ku Jedek zimanekî nû yê navbera zimanê Avûstronezya yê 1269'an e. Her wiha pê hesiyan ku ev ziman gelekî aştiyane û wekhev e.

Di zimanê Jedekê de ku zimanê civakeke nêçirvan-berhevkar e, li şûna hevrikiyê, parvekirin heye. Gotinên "qanûn", "dadgeh", "dizî", "deyn", "kirîn" an jî "firotin" di vî zimanî de nîne. Li şûna van parvekirin û pevguhertin hene. Berevajî civakên rojavayî di nava vê kabîleya Malezyyaê de wekheviya zayendan xurt e. Şîdetê nas nakin û ji zarokatiyê xwe ve zarokên xwe teşwîq dikin ku nekevin nava têkiliyên hevrikiyê.

Tê texmînkirin ku li ser rûyê cîhanê bi 6 hezar - 7 hezar zimanan tê axaftin. Nîvê van li ber tinebûnê ne.