1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Zînî Wertê û dorpêçî
Zînî Wertê û dorpêçî,zînî,wertê,û,dorpêçî

Zînî Wertê û dorpêçî

Bûyerên li Zînî Wertê diqewimin parçeyeke ji plana giştî ye. Divê dest ji helwesta dorpêçkirina Zînî Wertê û qadên din ên gerîla bê berdan

A+ A-

Bûyerên li Zînî Wertê û derdora wê diqewimin cihekî berfireh di rojeva gelê me de girt. Hesasiyetek, eleqe û nerazîbûnek hate nîşandan. Gelê me dît ku Zînî Wertê nuqteyeke biçûk Nîne û ji bo xisareke mezin li yekîtiya neteweyî neke, bi mafdarî nerazîbûn nîşan da û hîn jî vê helwesta xwe didomîne.

Dema ku mirov bala xwe bidin ser bûyerên li derdora Zînî Wertê diqewimin, dibînin ku raya giştî û welatparêziya Kurd gelekî berpirsyar e û xwedî wê hêzê ye ku dikare pêşî li her şêweyên bûyerên neyînî bigirin. Dil dixwest, ku raya giştî ya bi vî rengî, sekneke wiha ya welatparêziyê li pêşberî her bûyera li Kurdistanê diqewime li ser piyan be. Nêzîkatiyeke bi vî rengî ya li Kurdistanê gelekî girîng e, bi qasî ku girîng e pêwîste bê xurtkirin û berfirehkirin.

Em pê zanin; Kurd bi çar parçeyan hatibin parçekirin jî hesta wan a neteweyî û welatparêziyê xurt dibe, ev jî dibe sedem ku reflekseke hevpar nîşan bidin. Me ev hest li Kobanê, Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Kerkûk, Kirmaşan û Cizîrê dît. Gav bi gav hestên Kurdan ên li çar parçeyan dibe yek. Gelekî girîng e ku ev hevkarî bibe fikrekî hevpar û liv û tevgereke hevkar. Lewma refleksa gelê me ya li pêşberî bûyerên li Zînî Wertê diqewimin gelekî hêja ye, cihê hurmetê ye.

METIRSÎ HÎN JÎ DIDOME

Hêzên ku ji bo dorpêçkirina Qendîlê anîne Zînî Wertê, dibe ku bibin sedema teqîneke ku nayê payin. Dikarin bibin sedema pêkhatina polîtîkaya "Kuştina Kurdan bi destê Kurdan" ku di dîroka Kurdan de gelek caran bi serê Kurdan ve hatiye. Gelê me û dostên wan ji ber ku ev dîtin ketin nava liv û tevgerê, heta astekê raya giştî afirî, lê belê metirsî hîn jî didome. Hêzên ku bi hevkarî tevdigerin, nediyar e ku wê heta kengî li dijî zextên TC'ê li ber xwe bidin. Rejîma Tirk a faşîst, qirker û mêtinger li Bakurê Kurdistanê dest datîne ser şaredariyên Kurdan, goristanan xera dike, bi cenazeyan dilîze, mîrateya dîrokî di nava avê de dihêle, qirkirina siyasî li siyaseta legal ferz dike, zindanan dadigire û bombeyan li her devera Kurdistanê dibarîne. Yên ku têkiliya xwe bi hêzeke welê ya dijminê Kurdan re heye, nêta xwe çiqasî baş dibe bila bibe TC wê dest ji wan bernede û teqez zextê li wan bike ku şerê Kurdan bikin. Bila bê zanîn, eger gelê me bi hestiyarî tevnegeriya bûya, bi zextên TC'ê tişta li Zînî Wertê biqewimiya wê gelekî metirsîdar û trajîk bûya.

DESTWERDANA LI RÊYÊN HERÊMÊ

Tê dîtin ku ev hestiyarî, refleks û nerazîbûna gelê me têrê nekiriye, ji ber ku hêzên PDK'ê qîma xwe bi Zînî Wertê neaniye. Ji Haci Umran heta Çomanê, ji Çomanê heta Sîdeka û Şîrwanê li gelek cihan qereqolên nû çêkiriye. Ev qereqol an jî nuqteyên leşkerî hemû li ser rêya gerîla hatine çêkirin, mîna li Zînî Wertê. Rêgehên gerîla bi kepçeyan hatine xerakirin. Gerîla bi giranî li derveyî qadên sivîlan tevdigerin. Ji bo vê jî gelek caran herêmên gelekî zor û zehmet bi kar tînin. Rêyên bi vî rengî jî ji aliyê hêzên PDK'ê ve bi kepçeyan hatine xerakirin. Belê, li rêyeke ji 500 metreyî jî bi kepçeyan 10 kort çêkirine û bi vî rengî rê xera kirine.

GELO MÎT LI VAN QEREQOLAN NÎNIN?

PDK bi vî rengî hewl dide rêya gerîla asteng bike, kontrol bike; bi rêya qereqolên nû jî kontrol bike û bişopîne. Her gerîla ji xwe û ji hêzên PDK'ê dipirsin ku çima ev tên kirin û hewl didin fêhm bikin. Mafê herî xwezayî yê gelê me ye ku van pirsan ji mûxatabê wan bipirse. Tê zanîn ku li Başûr bi operasyonên hevpar ên MÎT'ê û artêşa Tirk a faşîst çiqas gerîla şehîd bûn. Mebest ji MÎT'ê û îstîxbarata herêmî tê zanîn. Gelo ev endamên MÎT'ê bi kêr re dixebitin, bi rêya kê agahiyan werdigirin û êrişê dibin ser gerîla? Her kesî di dîmen de dît ku li nava hêzên PDK'ê yên li Zînî Wertê hinek bi Tirkî diaxivîn. Bi heman rengî di medyayê de hate dîtin ku wesayitên MÎT'ê li herêmê tevdigerin.

WÊ KÎ HESABÊ WÊ BIDE?

Herhal kes nafikire ku li pêşberî gefên bi vî rengî gerîla bêparastin bimîne. Ji bûyerên neyînî yên li van qereqolan û rêgehên gerîla rû bidin wê kî hesab bide? Rastiyeke PDK'ê heye ku xwe dispêre TC'ê. Vê rastiya PDK'ê ji ber ku berpirsyarê MÎT'ê li Hewlêrê hate kuştin bi mehan dor li Mexmûrê girt, ambargo danî ser û gelê me di nava zor û zehmetiyê de hişt. Di rewşeke wiha de qutkirina rê, danîna bendan û xerakirina rê bi kepçeyan, wê xizmetê ji armanceke din re neke. Gelo kî dikare bêje ku ev kiryar hemû ne li ser bingeha daxwaza TC'ê tên kirin?

BÛYERÊN LI ZÎNÎ WERTÊ DIQEWIMIN PARÇEYEK JI PLANA GIŞTÎ YE

Bi kurtasî bêjim; bûyerên li Zînî Wertê diqewimin tenê li herêmê sînorkirî nîne, ew parçeyek ji plana gitşî ye. Divê dest ji helwesta dorpêçkirina Zînî Wertê û qadên din ên gerîla bê berdan. Di rewşeke berevajî de PDK wê ji bûyerên biqewimin berpirsyar be. Êdî Kurd, welatparêziya Kurd nikare xwe ti hêzeke ku gelê me diêşîne rabigire, wê tehemûl jî neke.


Bêjeyên Miftehî