1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. ABD: Leşkerên Tirk dikarin li Musulê pirsgirêkan derxin
ABD: Leşkerên Tirk dikarin li Musulê pirsgirêkan derxin,abd,leşkerên,tirk,dikarin,li,musulê,pirsgirêkan,derxin

ABD: Leşkerên Tirk dikarin li Musulê pirsgirêkan derxin

A+ A-

ENQERE (DÎHA) - Nûnerê Taybet ê Têkoşîna bi DAIŞ'ê re yê Obama Brett McGurk, diyar kir ku hebûna leşkerên Tirk a li Başika dibe ku zerarê bide operasyona Musulê û pirsgirekan derxin.

Kerokê Iraqê Haydar Ebadî diyar kir ku hebûna leşkerên Tirk a li Iraqê di têkoşîna bi DAİŞ'ê re pirsgirêkan derdixin. Ebadî destnişan kir ku pêwiste leşkerên tirk ji Iraqê derkeve. Piştî daxuyaniya Ebadî, Nûnerê Taybet ê Têkoşîna bi DAIŞ'ê re yê Obama Brett McGurk jî daxuyanî da. Mc.Gurk jî diyar kir ku hebûna leşkerên Tirk a li Başika dibe ku zerarê bide operasyona Musulê û pirsgirekan derxin. McGurk destnîşan kir ku pêwiste bêyî daxwaza hikûmeta Iraqê tiştek neyê kirin û Tirkiye li ser daxwaza hikûmeta Iraqê tev bigere.

McGurk, anî ziman ku di operasyona Musulê de planek û fermandarek heye. Ji bilî vê plan û fermandarî komên din ên çekdar dê pirsgirêkan bi xwe re bîne.

(mae)