1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Abîdeya wan tê çêkirin
Abîdeya wan tê çêkirin,abîdeya,wan,tê,çêkirin

Abîdeya wan tê çêkirin

A+ A-

FERHAT ARSLAN Li Dêrsimê di komkujiyê de zêdeyî 70 hezar mirov hatin qetilkirin. Kesên hatin qetilkirin an avêtin çemê Mûnzûrê an jî bi komî defin kirin û şewitandin. Li navçeya Qislê ya Dêrsimê jî ji heman malbatê 54 kes hatibûn qetilkirin û li Geliyê Remedanê hatin şewitandin. Nûnerê Eyaleta Bakurê Ren Westfalye a GEW a Alman Suleyman Ateş, diyar kir ku ji bo 54 kesan nebir bikin dê li Geliyê Remezanê Bîrdariyê biçikilîne.

Li Dêrsimê dema CHP îxtîdar bû, bi biryara Meclîsa Tirkiyeyê Zagona Islaha Şarkê hate derxistin û bi vê biryarê di salên 1937-1938'an de li Dêrsimê zêdeyî 70 mirov hatin qetilkirin. Di qirkirina Dêrsimê de mirov bi komî hatin definkirin. Bi komî hatin şewitandin û bi kovî avêtin gelî, newal û çemê Mûnzûrê. Li gundê Civrak ê Qislê ya Dêrsimê jî ji heman malbatê ku wekî Bertal Efendî tên naskirin 54 kes hatin qetilkirin. 54 kes li Geliyê Remedanê hatin qetilkirin. Piştî leşkeran 54 kes dan ber guleyan cenazeyê wan bi komî şewitandin. Li ser vê komkujî û gora komî gelek stran hatin gotin. Nûnerê Eyaleta Bakurê Ren Westfalye a GEW a Alman Suleyman Ateş, diyar kir ku ji bo 54 kesan nebir bikin dê li Geliyê Remezanê Bîrdariyê biçikilîne. Ateş, anî ziman ku bi hezaran welatiyên Dêrsimê li dervê welat dijîn û dê ji bo vê bîrdariyê bi hemû welatiyên Dêrsimê yên li dervê welat dijîn re têkevin têkiliyê û bi hevkariya hev abîdeyekê ava bikin.

'54 cesed bi komî şewitandin'

Ateş, anî ziman ku di komkujiya Dêrsimê de bi 10 hezaran mirov hatin kuştin û 54 welatiyên gundê Civrakê jî li Geliyê Remezanê berê hatin gulebarandin û pişt re bi komî hatin şewitandin. Ateş, da zanîn ku şahidên bûyerê diyar kirin ku ji heman gund û malbatî di navde zarok, jin û mezin 54 kes destê wan bi hev girêdan û li Geliyê Remezanê dan ber guleyan û pişt re şewitandin. Ateş, destnîşan kir ku rayedarên leşkerî ji Bertal Efendi re gotin 'Biryar ji Enqereyê hatiye dê we bibin sirgûnê' û ji ber vê yekê kesî bertek nîşan nedaye.

'Em dixwazin li Geliyê Remezanê 54 kesan nemir bikin'

Ateş, derbirî ku ji bo komkujiya Geliyê Remezanê ku têde 54 kes hatin kuştin nemir bikin, dixwazin bi vê bîrdariyê li Geliyê Remezanê ava bikin. Ateş, daxuyand tu dixwazin li derdora Bîrdariyê jî "Gora Abîdeyê" ava bikin û bi vî rengî wekî ziyaretê saz bikin.

Ateş, bilêv kir ku ev proje ji aliyê her kesî ve hate ecibandin û ji her kesî piştgirî girtine. Ateş, destnîşan kir ku ew dê bi piştgiriya Şaredariya Dêrsimê li hemû qadên ku kuştinên komî lê pêk hatine xebatên bi vî rengî bimeşînin. Ateş, daxuyand ku di vê mijarê de rolekî mezin li ser şaredariyê BDP'ê dikeve.

'Bîrdarî ji bo bîranîna komkujiyê girîng e'

Şaredara Dêrsimê Edibe Şahin jî anî ziman ku ew girîngiyê didin vê xebatê û ew jî dê ji aliyê xwe ve tiştê ku bikeve ser milê wan bikin. DÎHA (mae)


Bêjeyên Miftehî