1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. AFAD: Hejmar bû 576'an
AFAD: Hejmar bû 576'an,afad,hejmar,bû,576,an

AFAD: Hejmar bû 576'an

A+ A-

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşa Acîl (AFAD) daxuyand ku di erdheja Wanê de hejmara kesên ku di erdhejê de mirin derket 576'an û 2 hezar û 608 kes jî birîndar bûn.

AFAD'ê têkîldarî erdheja ku di 23'yê cotmehê de çêbû agahiyên dawî aşkera kir. AFAD'ê daxuyand ku wan herî dawî duh saet 19.30'an de tespît kirine ku hejmara kesên mirî 576 û yên birîndar jî 2 hezar û 608 kes in.

Li aliyê din di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê de hate gotin ku zaroka bi navê Azra ku 4 rojan piştî erdhejê di bin enqazê de hate derxistin û anîn Enqereyê ji ber ku rewşa wê ya tenduristiyê baş bû û li ser daxwaza malbatê ji nexweşxaneyê hatiye derxistin. DÎHA (sa)


Bêjeyên Miftehî