1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. Agahî ji Ehmed Silêman tune ye
Agahî ji Ehmed Silêman tune ye,agahî,ji,ehmed,silêman,tune,ye

Agahî ji Ehmed Silêman tune ye

A+ A-

ÛRMIYE - Zextên rayedarên Îranê ya li ser girtîgeha Urmiye ya ku di van demên dawî de bi îşkence, tecrîd, darvekirin û zextên giran tê rojevê berdewam dike. Di vê çarçoveyê de ji girtiyên siyasî yên kurd Elî Ehmed Silêman û Qadir Mihemedzade ku piştî darvekirina Husên Xizrî veguhestibûn navenda Îtla`atê bi berdewamî agahî nayên wergirtin.

Ji du girtiyên siyasî ku ji girtîgeha Urmiyê veguhestibûn Îdareya Îtlaatê ev 32 roj in agahî nayên wergirtin û girtiyek jî bi berdewamî du benda yekkesî de tê ragiritn. Li gor agahiyên dawî, ji girtiyên siyasî yên Kurd Elî Ehmed Silêman û Qadir Mihemedzade ku piştî darvekirina Husên Xizrî veguhestibûn navenda Îtlaatê bi berdewamî agahî nayên wergirtin.

Çarenivîsa Elî Ehmed Silêman 32 û ya Qadir Mihemedzade jî ev 16 rojin nayê zanîn û girtiyê bi navê Cehangîr Badûzade jî ku piştî veguhestin û darvekirina Xizrî dest bi çalakiya greva birçûbûnê kiribû, hîna jî di benda yekkesî de tê ragirtin.

Her wiha hat zanîn ku li nava girtîgehê jî zextên li ser girtiyên siyasî dewam dikin û têkiliya benda 12ê ku girtiyên siyasî tê de ne, bi girtiyên din re bi berdewamî tê astengkirin.

NE GIRTÎGEH E, NAVENDA ÎŞKENCEYÊ YE

Girtîgeha Urmiye êdî bûye navenda îşkenceyên giran a li dijî girtiyên siyasî yên Kurd. Roja 23’ê Çile serokê hêzên ewlekariyê yê girtîgeha Urmiye, birêvebiriya girtîgehê û cigirê birêvebiriya giştî ya Îdareya Îtleatê ya parêzgeha Urmiyeyê, tevî zêdeyî 30 kesan bi jop û xaza êsirrêj êrîşî girtiyan kirine. Di dema êrîşê de hêzên ewlekariyê di nava benda girtiyan de teror pêkanîne. Hemû alav û firaxên takekesî yên girtiyan belav kirine û şikenan dine.

DI KORÎDORÊN MIRINÊ DE 16 GIRTIYÊN DIN HENE

Niha 16 girtiyên siyasî yên Kurd hene ku ew jî di korîdorên mirinê de li benda îdamê ne ev in: Zeyneb Celaliyan, Şêrko Me'arifî, Hebîbûlla Letîfî, Samî Husênî, Cemal Mihemedî, Mistefa Selîmî, Enwer Rostemî, Îrec Mihemedî, Mihemed Emîn Agûşî, Ehmed Pûladxanî, 'Ezîz Mihemedizade, Hebibulla Gulperîpûr, Ebdûlah Sirurî, Reşîd Axkendî, Loqman Mûradi û Zanyar Mûradi.

JI 2007’an Û VIR VE 9 GIRTIYÊN SIYASÎ YÊN KURD HATIN DARVEKIRIN

Piştî Huseyin Xizrî yê, girtiyê Kurd ê bi navê Ferhad Tarim yê ji PDK-Îran Ferhad Tarim jî roja 27’ê Çile li girtîgeha Urmiyeyê hat bidarvekirin. Li gel Tarim û Xizrî ji sala 2007’an û vir ve hejmara girtiyên Kurd ên siyasî ku ji aliyê rejîma Îranê ve hate îdamkirin gihişt 9 an. Hasan Hîkmet Demîr di sala 2007’an de yekemîn milîtanê PJAK’ê yê hatibû îdamkirin e, di 11.11.2009’an de Îhsan Fetahiyan, di 6’ê Berfanbara 2010’an de Fesîh Yasemînî, roja 9’ê Gulana 2010’an jî mamosteyên Kurd Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan û Şîrîn Elem Hûlû hatin darvekirin.

NE GIRTÎGEH E, NAVENDA ÎŞKENCEYÊ YE

Girtîgeha Urmiye êdî bûye navenda îşkenceyên giran a li dijî girtiyên siyasî yên Kurd. Roja 23’ê Çile serokê hêzên ewlekariyê yê girtîgeha Urmiye, birêvebiriya girtîgehê û cigirê birêvebiriya giştî ya Îdareya Îtleatê ya parêzgeha Urmiyeyê, tevî zêdeyî 30 kesan bi jop û xaza êsirrêj êrîşî girtiyan kirine. Di dema êrîşê de hêzên ewlekariyê di nava benda girtiyan de teror pêkanîne. Hemû alav û firaxên takekesî yên girtiyan belav kirine û şikenan dine.