1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Akademiya Cegerxwîn amadekariya dema nû dike
Akademiya Cegerxwîn amadekariya dema nû dike,akademiya,cegerxwîn,amadekariya,dema,nû,dike

Akademiya Cegerxwîn amadekariya dema nû dike

A+ A-

Navenda Çand û Hunerê ya Ciwanan a Cegerxwîn a ku bi slogana "Hûn jî çand û hunera xwe bi zimanê xwe bi awayeke azad bijîn" ji bo dema nû amadekariyê dike xebatên xwe yên akademîk de salek li paş xwe hişt.

Navenda Çand û Hunerê ya Ciwanan a Cegerxwîn salek li peş xwe hişt û niha jî bi slogana "Hûn jî çand û hunera xwe bi zimanê xwe bi awayeke azad bijîn" ji bo dema nû amadekariyan dike. Navenda a ku bi xebatên wêje, çand û hunerê yên alternatîf salak li peş xwe hişt li kurd, şahî û perwerdehiyên akademîk li dijî qirkirina çandî mîsyoneke bingehîn bi cih tîne. Ji rêveberên akademiyê Yusuf Guçlu diyar kir ku xebatên ku heta niha hatine kirin ji bo çanda kurd bingeh û destpêkek in û anî ziman ku roj bi roj asta xebatan xurt dibe. Guçlu da zanîn ku ew ê di meha îlonê de dema nû bidin destpêkirin. Guçlu got ku rastiyên hişk û sar bi destên hunermendan estetîze dibe û şelk digire. Guçlu bilêv kir ku huner bi mirov û jiyana civakî re têkîldar e û wiha berdewam kir: "Huner, jiyan û civak 3 hemanên bingehîn in û ji hev nayên qûtkirin. Em di akademiyê de yekîtiya van hersê hemanan derbasî jiyanê dikin." Guçlu derbirî ku di akademiyê de perwerdehiya akademîk a 2 salan didin û dewreya par dahe destpêkirin salak li pey xwe hiştiye û pêşketinên girîng jî çêbûye. Guçlu got ku ew ê qeydên nû di 5'ê îlonê de bidin destpêkirin û ders jî dê 1'ê cotmehê de dest pê bike.

Guçlu belgeyên ku di dema qeydan de tên xwestin jî wiha anî ziman: "Divê xwendekar bi kurdî bizanibin. Xwendekarên ku bi zazakî dizanin divê xwendin û nivîsandinê jî bizanibin. Divê xwendekar 16 salî bin. Ji bo şano û folklorê temenê xwendekaran 30 salî be. Ji bo şano û folklorê astengiyên kursiyeran nebe. Divê xwendin û nivîsandina xwendekaran hebe. Formên serlêdanê divê ji aliyê xwendekaranv e bê tijîkirin. Kesên ku devyevî bajar serlêdanê dikin dikarin bi riya înternetê serlêdanê bikin. Nasname û dîplama hebin. Kesên ku serlêdanê dike di vê çîroka jiyana xwe heke xebatên xwe yên ku kiriye vebêje. "

Guçlu got ku di beşa sînemayê de 50, di şanoyê de 50, folklorê de 30, wêneyê de 30, di muzîkê de 30, wêjeyê de jî 30 xwendekarên ku dî dema nû de li Akademiya Cegerxwîn perwende bibin. DÎHA (sa)