1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Akademiya Star 600 jin perwedekirine
Akademiya Star 600 jin perwedekirine,akademiya,star,600,jin,perwedekirine

Akademiya Star 600 jin perwedekirine

A+ A-

SÊVÎN OSMAN

EFRÎN – Akademiya Ramanê ya Yekîtiya Star a Efrînê ku di 8’ê Adara 3013’an de ku ji aliyê Yekîtiya Star ve hate vekirin. Ji destpêka vekirinê û heta niha akademiyê 23 dewereyên bi dawî kirine. Di van perwedeyan de 600 jin hatin perwedekirin.

Yek ji destkeftiyên şroeşa Roajva Akademiya Ramanê ya Stare ku li kantona Efrînê hatiye vekirin. Akademî di 8’ê Adara 2013’an de hate vekirin û ji wê demê bê navber dewreyên perwedeyê hatin destpêkirin. Di navendê de jin têne perwedekirin da ku karibin bi azadî xwe bi rêve bibin.

Derbarê xebatên Akademiyê de Endama Rêveber a Yekîtiya Star Şêrîn Hesen ji ANHA’yê re axivî. Hesen, da zanîn ku ji destpêka Şoreşa Roajva ve wan dest bi pêşxistina xebatên zanistî, civakî, aborî û leşkerî kirine û ev tişt anî ziman: ˮArmanca me di perwerdeyê de ew ku jin rastiya xwe bizanin, mafê û erka xwe bizanin û li gorî di nava xebatên Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk de cih bigrin. Bi vê yekê dê bingeha avakirina civaka azad û demokratîk bê destnîşankirin.ˮ

Hesen, bal kişand ser xebatên akademiyê û da zanîn ku ew bê navber dewreyan vedikin û rastiya jinan nîşanî wan didin û wiha dom kir: ˮAkademiya Star dewreyên perwedeyê ligorî qonaxan dide destpêkirin. dersên li ser rastiya jinan û li gorî parstina cewherî wê têde destnîşankirin. Niha jî dewreyên me bê navber dewam dike.ˮ

Di berdewama axaftina xwe de Hesen, da zanîn ku destpêkê jin bi tirs nêzî perwerdeyê di akademiya me dibûn û wiha dom kir: ˮDewreyê me girtîne. Demên wan 10 roj in, di vê demê de jin zehmetiyan dikşîne, ji mal û zarokên xwe qut dibe. lê ji ber ku akademiya me hewayek baş ji perwedeyê re amade dikir jin tevlî dewreyan dibin.ˮ

Hesen, destnîşan kir ku akademiya wan armanc dike ku bighêje asta tehlîlkirina jinan û pirsgirêkên wê yên di nava civakê de û di perwedeyan van mijaran destnîşan bikin û wiha dom kir: ˮDi encama perwedeyên hatin dayîn û tecurbeyan de, di demên dawî de dê dewreyên 30 rojî hatin vekirin. Jinên kantonê jî perwedeyê qebûl dikin û berê xwe didin dewreyên me.ˮ

600 jin hatine perwedekirin

Hesen, desan da xuyankirin ku ji destpêka vekirina akademiyê û heta niha wan 23 dewreyên perwerdeyê vekirin û got: ˮDi van perwerdeyan de 600 jin hatine perwerdekirin. Di destpêk de akademiya di avahiyekê de bû, lê niha navenda Akademiyê li gundê Çûmikê ya girêdayî bajarê Efrînê ye.ˮ

(dc)

ANHA