1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Akademîsyen û nivîskarên jin diçin Cizîrê
Akademîsyen û nivîskarên jin diçin Cizîrê,akademîsyen,û,nivîskarên,jin,diçin,cizîrê

Akademîsyen û nivîskarên jin diçin Cizîrê

A+ A-

STENBOL (DÎHA) - Di nava wan de nivîskar Oya Baydar, Perîhan Magden û Ayşe Kulîn heye 24 akademîsyen û nivîskarên jin ên Koma Piştevaniya Jinan a Ji bo Aştiyê ji bo piştgiriya gelê Cizîrê dê sibe ber bi Cizîrê ve bi rê bikevin.

Di nava wan de nivîskar Oya Baydar, Perîhan Magden û Ayşe Kulîn heye 24 akademîsyen û nivîskarên jin ên Koma Piştevaniya Jinan a Ji bo Aştiyê ji bo piştgiriya bi gelê Cizîrê ku 9 rojan di bin dorpêçê de man û 21 welatî ji hêla polîsan ve hatin şehîdkirin dê sibe ber bi Cizîrê ve bi rêbikevin. Nivîskar û akademîsyenên jin li Cizîrê banga piştevanî û aştiyê bikin û bi rêxistinên jinan û rêveberên herêmî re hevdîtinê pêk bîne.

Navê endamên heyetê wiha ye:

Gulseren Onanç, Ayşe Kulîn, Perîhan Magden, Oya Baydar, Nesrîn Nas, Zeynep Oral, Nurcan Baysal, Yasemîn Bektaş, Ozlem Dalkiran, Ebru Baybora Demîr, Ayşe Erzan, Nevîn Îl, Hande Karakulluk, Ayşe Koroglu, Çîgdem Mater, Maya Arakon, Nîl Mutluer, Fîlîz Şahîn, Mebuse Tekay, Melek Ulagay, Melek Ufuk, Reyhan Yalçindag, Yaprak Yapsan û Meryem Yavuz.

Hewldana Jinan a Ji bo Aştiyê roja înê dê biçe Cizîrê

ewldana Jinan a Ji bo Aştiyê (BÎKG) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ew ê roja înê biçin Cizîrê. Di daxuyaniya bi navê "Em li dijî şer dengê xwe derdixin" de ev tişt hat gotin: "Ji bo em li cem jinên bi tî û birçîbûnê zarokên xwe aj dikin, ceseda keça xwe ji neçarî di sarincê de digire, jinên bi bebeka xwe re jiyana xwe ji dest dane diçin Cizîrê. Ji bo li Cizîrê çek were bêdengkirin û aştî were axaftin em israra xwe didomînin."

(wk)