1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. 'AKP, bacê ji dewlemendan nastîne, ji gel distîne'
'AKP, bacê ji dewlemendan nastîne, ji gel distîne',akp,bacê,ji,dewlemendan,nastîne,ji,gel,distîne

'AKP, bacê ji dewlemendan nastîne, ji gel distîne'

A+ A-

Profesorê aboriyê Îzettîn Onder zama li gaza xwezayî, sotemenî û ceyranê hate kirin nirxand û got; “Hikûmet baca ku ji dewlemendan nastîne, hewl dide bi van zaman ji gel bistîne.”

Di meha adarê de ji sotemeniyê re ji sedî 7, ji gaza xwezayî re ji sedî 8 û ji ceyranê re jî ji sedî 19 zam hat, ev yek jî bû sedema bertek û nerazîbûnên gel. Profesorê aboriyê Îzzettîn Onder vê yekê ji ANF’ê re nirxand.

ESNAF JÎ DÊ ZAM BIKIN

Onder destnîşan kir ku dê esnaf jî li gorî derfetan zamê ji xwe re bikin hin cet û bihayê tiştan zêdetir bike û got; “Di rewşeke wiha de, tenê ji kîsê gel naçe çavkaniyên dewletê, di heman demê de dê ji kîsê gel biherike çavkaniyên hilberîner an jî firoşkaran.”

JI DEWLEMENDAN RE ZÊDEBÛNA DAHATÊ, JI HEJARAN RE ZAM

Onder bal kişand ku dahata neteweyî yaTirkiyeyê di warê jimarî de zêde dibe, lê zêdebûna jimarî ya dahata neteweyî ya Tirkiyeyê tam nayê wê wateyê ku dahat zêde dibe. Onder bal kişand ku ji ber ku li hemberî zêdebûna dahatê hikûmet nikare bacê ji dewlemendan bigire, ji ber wê jî weke mînaka zamên dawiyê, berê xwe dide gelê hejar.

BIHAYÊ ENERJIYÊ JI YA LI TIRKIYEYÊ ERZANTIR E

Onder gotinên Wezîrê Enerjiyê yê Tirk Taner Yildiz a bi awayê “rageşiya Îran-Îsraîl, Bihara Ereban a li Bakûrê Efrîkayê bandorek nerênî li ser bihayê petrolê kirin” nirxand û diyar kir ku bihayê enerjiyê li cîhanê bi vê lezê zêde nebûye û got; “Li her deverên cîhanê, bi taybet jî li welatên pêşketî, bihayê petrolê ji ya li Tirkiyeyê erzantir e.”

Onder rêjeya bêkariya li Tirkiyeyê jî nirxand û destnîşan kir ku li gorî daneyên fermî, rêjeyek ji sedî 10 a bêkariyê heye û ragihand ku ev hejmare jî ne rast e. Onder destnîşan kir ku li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê jî li gorî herêman tê guhertin û diyar kir ku li hin deveran rêjeya bêkariyê digihe ji sedî 15-25 û heta 40’ê jî.

ANF NEWS AGENCY