1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. AKP: Bila çapemeniya Ewrûpayê jî bibe 'alîgir'
AKP: Bila çapemeniya Ewrûpayê jî bibe 'alîgir',akp,bila,çapemeniya,ewrûpayê,jî,bibe,alîgir

AKP: Bila çapemeniya Ewrûpayê jî bibe 'alîgir'

A+ A-

22 Cotmeh 2011 STENBOL - Wezîrê Yekitiya Ewrûpayê yê Tirk Egemen Bagiş diyar kir ku hin çapemeniyên Ewrûpayê PKK’ê weke komeke ji bo azadiyê têdikoşe nîşan didin û ji çapemeniya Ewrûpayê jî xwest ku bibe weke ya Tirk.

Egemen Bagiş di ofîsa xwe ya li Stenbolê de bi rojnamegeran re civiya û got; “Ji ber ku we dema careke destûr da, an bi zanebûn, an jî ne bi zanebûn, hûn piştgirî didin terorîzmê. El Qaîde ji bo Emerîkayan û Ewrûpayiyan çi be, PKK ji bo neteweya min wisa ye. PKK ne tenê dijminê Tirkiyeyê ye, dijminê Ewrûpa ye jî.”

Bagiş diyar kir ku ew “hesasiyeta” çapemeniya Tirk, ji çapemeniya biyanî jî hêvî dikin û wiha axivî; "Ji ber hin çapemeniyên Ewrûpayê PKK’ê weke komek ku ji bo azadiyê têdikoşe nîşan dide. PKK rêxistineke terorîst e. Di lîsta terorê ya YE û DYE’yê de ye jî. Ez ji we jî hêvî dikim ku dema hûn behsa PKK’ê dikin, ‘rêxistina terorîst’ ji bîr nekin.”

JI BO ROJNAMEGER Û HILBIJARTIYAN MEZINTIRÎN GIRTÎGEHA CÎHANÊ

Niha li Tirkiyeyê derdora 70 rojnameger girtî ne, bi vî awayî Tirkiye di warê girtina rojnamegeran de li cîhanê daye pêşiya Îran û Çînê jî. Dîsa, îro li tu welatên ne demokrat, otorîter, weke Tirkiyeyê girtin û binçavkirin pêk nayên. Tenê di 6 mehan de zêdetirê 4500 endam û alîgirên BDP’ê hatin binçavkirin û 1600 jî hatin girtin.

Tirkiye di warê çapemeniya alîgir de bi dewletên weke Îran, Sûriye dewetetên otorîter ên Ereb re ketiye nava pêşbaziyê. Têkiliyên desthilatî-çapemenî niha di asteke pir aşkere de ne, ev yek jî nîşan dide ku rewşa demokrasiya Tirkiyeyê di çi rewşê de ye. Hikûmeta AKP’ê niha jî ji dixwaze çapemeniya Ewrûpa jî her roj weke çapemeniya alîgir a Tirk nûçeyên vir û derew çê bike. Ji nûçeyên bombebaranê bigire heta manîplasyon û heta şerê psîkolojîk ê ku çapemeniya Tirk dimeşîne.

ANF NEWS AGENCY