1. Hemû Nûçe

  2. Polîtîka

  3. AKP CHP û MHP'ê li hemberî BDP'ê bûn yek'
AKP CHP û MHP'ê li hemberî BDP'ê bûn yek',akp,chp,û,mhp,ê,li,hemberî,bdp,ê,bûn,yek

AKP CHP û MHP'ê li hemberî BDP'ê bûn yek'

A+ A-

Endamê Komîsyona Butçeyê yê Meclisê yê BDP'î Hasîp Kaplan diyar kir ku di hevdîtinên butçeya sala 2011'an BDP'ê mohra xwe lê xist û wiha got: "Me di hevdîtinên butçeyê de daxwazên gelê kurd, elewî, kedkar û derdorên din ên bindest anîn rojeva Tirkiyeyê. Li hemberî nêrînên me di serî de AKP, CHP û MHP'ê li ser nêrîna fermî ya înkar, nijadperest û statukoparêz bûn yek."

Parlamenterên BDP'ê di hevdîtinên butçeya sala 2011'an ên di navbera 1sê û 16'ê kanunê de pêk hatin 47 caran mafê axaftinê girtin li ser butçeyê bi giştî 16 saetan axivîn. BDP tenê li ser butçeyê neaxivîn têkildarî vê yekê de pêşniyar jî kirin. Endamê Komîsyona Butçeyê ya Meclîsê û Parlamenterê BDP'ê Hasîp Kaplan têkildarî hevdîtinên butçeyê û performasyona BDP'ê ji nêrînên xwe bi me re parve kirin.

Kaplan destnîşan kir ku parlamenterên BDP'î di danişînên parlamentoyê yên ji bo bûtçeyê de performanseke pir serkeftî nîşan da û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Ligel van hemû zehmetiyan di komîsyonê de BDP'ê performansekî baş nîşanda. Mafê perwerdehiya zimanê zikmakî, cudakarî, guhdariyên veşarî, girtinên dem dirêj, bêdadî û parastina bi zimanê zikmakî û her wiha gelek mijarên din me anîn rojevê. Me got; 'divê Komîsyona Lêkolînan a Haqîqan bê avakirin'. Em di hevdîtinên butçeyê de daxwazên hemû kesên bindest anîn rojeva Tirkiyeyê."

'Di serî de AKP û partiyên din CHP û MHP li ser nêrîna fermî ya nîjatperest û înkarci hatin cem hev bûn yek.' Kaplan di dewama vê hevokê de wiha got: "Dema ku me parastina zimanê zikmakî û xweseriya demokratîk dikir her sê partî li hemberî me bûn yek. Her sê partiyên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bê proje zimankî tehdîtkar li hemberî me pêkanîn. Lê li hemberî van koma me bi biryarî nêrînên xwe parastin û anîn rojevê." Kaplan derbirî ku mebest, bawerî û tu projeyên meclis û her sê partiyên pergalê yên pirsgirêka kurd tune ye. Ne li dijî derbeyê ne, li hemberî zilma ku li ser gelê kurd tê kirin çavên xwe digirin û kiryaran diparêzin. Hevdîtinên butçeyê mebesta wan baş aşkera kiriye. Ji ber vê yekê ev meclîs li ser pirsgirêkan nasekine.

Êrîşkariya Erdogan

Kaplan gefxwarina Serokê Meclisê Mehmet Alî Şahîn a ji bo wan jî nirxand û got: "Di serî de Serokê Meclisê û hemû partiyan bang li polîs û dozgeran kir. Gef li me xwarin û rewşa parlamenterên DEP'î nîşanî me dan. Der barê me de 557 fezleke hatine amedekirin. Dozger ketin hewildanê. Heman fîlm hate dubarekirin."

Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan jî di axaftina xwe ya li ser butçeyê de beşeke mezin li ser BDP'ê û KCD'ê honandibû û yekser hedef nîşandabûn. Kaplan vê gefxwarinê wekî bibîrxistina konsepta demên kiryar nediyar û şewitandina gundan nav kir û anî ziman ku wan jî li meclisê bersiv dayê. Ewlehî da CHP'ê û MHP'ê û destnîşan kir ku dê inkara gelê kurd bidome. Li qadên hilbijartinan ên pêş de em dê vê yekê bilêv bikin, derewên wî vebêjin. Em hêza gel bawer dikin û ramaneke ku dema wê hatibe tu hêz û artêş nikare li ber sekine. Partiyên wekî AKP'ê qet ranaweste.

Artêşa paramîlîter

Kaplan destnîşan kir ku di butçeya sala 2011'ê de jî para mezin a buçteyê ji leşkeriyê re hatiye veqetandin û bibîrxist ku hikûmet artêşeke paramilîter ava dike. Kaplan wiha pê de çû: "Li welatê me 2 milyon kesên çekdar hene. 50 hezar leşkerên peymandar dê wergirin. 400 hezar kadroyê nû hatin cudakirin. Ev butçeya ji bo hilbijartinê ye, alîkariya qencineyê ya BDP'ê nehat dayîn. Xerckirina leşkerî nayê lêkolînkirin. Dibêjin dê 85 hezar polîs û cendermeyan wergirin. Hikûmeta AKP'ê ber bi rejimeke totalîter a yek partiyê re derbaz dibe. Em dê van lîstikan xera bikin."

Pirsa girîng

"Hejmara xwekuştinên ji ber birçîtiyê zêde dibin, hejmara dozên îflas û îcrayê zêde dibin, bê dadiya civakê, niv milyon mirov dibin sînora xîzaniyê de dijîn û betalî zêde dibe; çawa rewşa aboriyê baş diçe?" Kaplan di dirêjahiya gotinên xwe de bersiva vê pirsê jî da: "Yên ku mezin dibin banka, holdîng û sermayeya navnetewiye. Me ev pirsgirêk li Meclisê anîn ziman. Yekane partiya dijber em in. Di demên pêş de di nava guhertin û veguheztinên di navbera welatiyên azad û wekhev û bîrdoziya fermî, statuko, nîjadperestî de têkoşineke hişk dê derbas bibe. Krîzê ev derxistiye holê. Derketiye holê ku di serî de AKP, CHP û MHP pirsgirêkên gel çareser nakin." ENQERE - DÎHA

(mae)