1. Hemû Nûçe

  2. Hevpeyvîn

  3. ´AKP dixwaze nefes bistîne´
´AKP dixwaze nefes bistîne´,akp,dixwaze,nefes,bistîne

´AKP dixwaze nefes bistîne´

Demirtaş: AKP tengav bû, dixwaze nefes bistîne

A+ A-

Maxime Azadî-ANFHevpeyvîn Bruksel - Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku hewldana hevdîtinek nû ya Osloyê ya Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan “hemleyek taktîkî ye” û da zanîn ku hukûmet li derve û li hundur pir tengav bûye, dixwaze “nefesek bistîne”. Demîrtaş ragihand ku gumanên wan ên li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî berdewam dikin.

Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş bersiv da pirsên ANF’ê. Demîrtaş der barê gotûbêjên Osloyê, daxuyaniyên Erdogan ên dawiyê, helwesta BDP’ê û rewşa Ocalan de daxuyaniyên girîng da.

GUMANÊN CIDÎ JI REWŞA OCALAN HEBÛN

-We di van rojên dawiyê de daxuyaniyek da û got ku Birêz Ocalan dijî. We çima pêwîstî bi daxuyaniyek wiha dît?

Ev demek dirêj e tecrîdek heye. Ev zêdetirê salek e destûr nadin Birêz Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin pêk bîne. Lê 13 sal bûn li Îmraliyê tecrîdek hebû, herî dawî ev tecrîd di van 12-14 mehên dawiyê de hate girankirin. Ji ber wê jî kesê nedizanîn li Îmraliyê çi diqewime, gumanên cidî ji rewş û jiyana Birêz Ocalan û hevalên din ên girtî hebûn.

Me jî weke partî, me xwest ji bo jiholêrakirina van gumanan, vê rewşê zelal bikin, me hewl da û agahiyên ku me bi dest xistin, me bi kurtî bi raya giştî re parve kir. Rewş ev bû.

HUKÛMET TECRÎDA LI IRALIYÊ BEREVAJÎ DIKE

-Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku wî bi xwe birayê Ocalan, Mehmet Ocalan şandiye Îmraliyê û diyar kir ku daxuyaniya we jî ji vir hatiye. Gelo agahiya we ji vê hevdîtinê hebû?

Wezîrê Dadê û Serokwezîr dixwazin tecrîda li Îmraliyê berevajî bikin û bi vî awayî ji raya giştî re rabigihînin. Dibêjin ku Birêz Ocalan parêzer û malbata xwe qebûl nake û naxwaze hevdîtin pêk bîne. Lê ev rewş ne wisa ye. Birêz Ocalan vê tecrîdê, helwesta hukûmetê û redkirina protokolan protesto dike, dîsa girtina parêzeran, hevdîtinên sînordar û tomarkirina (qeydkirin) hevdîtinan protesto dike. Li hemberî vê yekê berxwedanek pêş xistiye û helwesta xwe nîşan daye.

Ji ber wê jî ev ne hema helwestek ewqas erzan e ku bêje “ez dernakevim hevdîtinê”, helwestek a berxwedanê ye. Ji bo şkandina vê helwesta Ocalan a berxwedanî an jî ji bo bêwatekirina vê berxwedanê hin hemleyên taktîkî tên kirin. Ji daxuyaniyên Serokwezîr û Wezîrê Dadê ev yek tê fêmkirin.

DER BARÊ MIJARÊ DE MIN BI MEHMET OCALAN RE HEVDÎTIN PÊK ANÎ

-We hevdîtin bi Mehmet Ocalan re jî pêk anî?

Belê, min der barê mijarê de bi Mehmet Ocalan re hevdîtin pêk anî. Lê daxuyaniyên rast û fermî yên ew daxuyaniyên ji aliyê parêzer û malbata wî ve tên dayîn in. Divê ne ji partiya me li benda daxuyaniyê bin, divê ji wan li benda daxuyaniyê bin. Lê em vê dizanin ku her çendî ev demek dirêj e ku agahî ji Birêz Ocalan nehatibe girtin jî, lê berxwedana xwe didomîne, li Îmraliyê helwestek pir zelal û bi biryar nîşan dide, ev helwesta wî ya bi biryar didome. Em ji vê bawer in.

DI MESELEYA IMLRAIYÊ DE DILÊ REHET NEBÛYE

-Baş e, vê yekê dawî li fikarên we anî? Bi gotinek din, wek Erdogan got, dilê we rehet bû?

Ji dilrehetiyê zêdetir, herî kêm em rewşa wir hinek hîn bûn. Lê em bi temamî di meseleya Îmraliyê de dilrehet nebûne. Heta Birêz Ocalan azad nebe, girtiyên li wir azad nebin, em nikarin dilrehet bibin.

- Erdogan got ku hatiye îdîakirin ku ‘Ocalan miriye’. Gelo der barê rewşa Birêz Ocalan de we daxwazek ji hukûmetê kir?

Ev îdîa ne ya me ye. Lê rast e tiştên wiha dihatin axaftin. Lê ev ne îdîaya BDP’ê ye. Hukûmet heta dawiyê ji jiyan û rewşa tenduristî ya Ocalan berpirs e û berpirsê sereke ye. Der barê mijarek wiha girîng de normal e ku partiya me agahî bixwaze. Agahîgirtin tiştek normal e.

DESTÛRNEDANA PARÊZERAN DURÛTÎ YE

- Ji aliyeke din ve, heta niha destûr nadin ku parêzer biçin Îmraliyê, gelo hûn vê çawa dinirxînin?

Mirov dikare vê yekê weke durûtiyê pênase bike. Hukûmet li vir durûtiyê dike. Li aliyekê hukûmet parêzeran digire, bi awayek xeyrî ciddî û ne exlaqî diavêje girtîgehan. Li aliyek din jî ji bo nixûmandina tecrîdê, dixwaze berxwedana Birêz Ocalan bê wate bike û ji bo şkandina vê berxwedanê weke ku hevdîtin pêk tên nîşan dide. Lê ez bawer nakim ku tu hevdîtinek hebe. Parêzer û malbatê hevdîtin pêk neanîne. Ger bûbe jî Mehmet Ocalan birêz Ocalan dîtiye. Li gorî texmîna min hevdîtin pêk nehatiye.

-Hin îdîayên der barê naveroka hevdîtinên bi Ocalan re ketin çapemeniya Tirk...

Der barê naveroka hevdîtinan de gelek tişt têne berevajîkirin. Lê tu peyamek wisa nedaye derve. Îcar dibêjin ‘ji PKK’ê aciz bûye’ û dixwazin vê rewşê manulpe bikin. Bi ya me evane hemû ne rast in.

HEVDÎTINÊN OSLOYÊ TAKTÎK E, PROJE TUNE YE

- Serokwezîr Erdogan ji bo meseleya Osloyê got ku ew bi ‘baskên’ PKK’ê re hevdîtinê nakin, lê ew dikarin biçin Îmraliyê. Gelo ev çawa dibe?

Niha hukûmeta AKP’ê, dewleta Komara Tirkiyeyê, ji bo pirsgirêka Kurd di nêrîna xwe de guhertineke stratejîk pêk neaniye. Ev gotûbêjên dawiyê jî hemleyek taktîkî ne. Em jî li hemberî van hemleyên taktîkî nêzîkatiya xwe nîşan didin. Jixwe her kes vê yekê dizane. Aliyê Kurdan baş dizane ku heta di dewletê de guhertinek ji binî ve pêk neyê, di çareseriya pirsgirêka Kurd de avêtina pêngavan divê neyê payîn. Lê divê em li hemberî hemleya taktîkî ya ji bo tevlîhevkirinê baldar bin.

Jixwe, divê em jî AKP’ya ku peyama “em muzakereyê dixwazin” dide tengav bikin. Em bêjin ger tu alîgirê muzakereyê bî, wê demê “kerem bike em li ser maseyê rûnin”. Divê aktor û muxatabên Kurd peyamên xurt bidin ku bibêjin ku ew ji çareseriya aşitiyane re amade ne.

An ne, Tayyîp Erdogan hosteyek tam ê xapandin û mijûlkirina raya giştî ye. Lê divê em jî li gel vê yekê zorê bidin AKP’ê ku proje û pêşniyarên xwe yên ji bo çareseriyê aşkere bike. Ji van daxuyaniyên ku vê dawiyê dan tê fêmkirin ku daxuyaniyên wan ji hev nagirin. Ev yek jî nîşan dide ku ew hemleyeke taktîkî nêzî meseleyê dibe. Heta niha digot “bi terorê re têkoşîn, bi siyasetê re muzakere”. Niha jî dibêje “Bi siyasetê re têkoşîn, bi PKK û Birêz Ocalan re muzakere.” Evane hemû nîşan dide ku heta niha di meseleya muzakereyê de muxataban qebûl nekiriye. Mûxatabên pirsgirêka Kurd hevgirtî ne. Rol û mîsyonên her yek ji Birêz Ocalan, KCK, BDP, KCD’yê jî diyar in.

PKK MUZAKEREYA BÊ BDP QEBÛL NAKE

-Gava mirov behsa çareseriya pirsgirêka Kurd bike, gelo mirov dikare vê yekê bêyî BDP’ê bike?

Heta aktorek wê li derve bê hiştin, muzakere nameşe. Heta mafê destnedanê yê wekîlên BDP’yî rabikin, parlementerên girtî di girtîgehan de be, mirov nikare li çareseriyê bigere.

Çawa ku BDP’ê diyar kir ku heta Ocalan di esaretê de be, operasyonên leşkerî yên li dijî PKK’ê bidomin, girtinên BDP’yiyan berdewam bike, ew ê ji bo çareseriyê rûnene, me çawa ku muxatabtiya tenê ya BDP’ê qebûl nekir, Birêz Ocalan jî û rayedarên PKK’ê jî di demek ku girtin û operasyon berdewam dikin de, BDP’ê li derve nahêlin û muxatabtiyek an jî hevdîtinek bêyî BDP’ê qebûl nakin.

HETA VÎNA FAŞÎZMÊ NEYÊ ŞKANDIN ÇARESERÎ PÊŞ NAKEVE

-BDP li kîjan cihê vê pêvajoyê ye?

Divê em beriya her tiştê vê yekê ji bîr nekin. Heta em van êrîşên AKP’ê neşkînin û heta vîna polîtîkayên faşîzan ên wê neyên şkandin, muzakere û çareserî jî pêş nakeve. Divê em vê bizanin. Ji ber wê jî divê ev gotûbêjên dawiyê ruhê berxwedanê lawaz neke û berdewam bike. Lê divê em li hemberî vê hemleya taktîkî bi aqilane siyasetê bikin û divê em destûr nedin xapandina gel û bi taybet jî raya giştî ya Tirkiyeyê.

Jixwe gelê Kurd û tevgera Kurdan ne tevgerek wisa ye ku Tayyîp Erdogan bikare wan bixapîne. Lê divê em destûr nedin ku raya giştî ya Tirk û raya giştî ya cîhanê were xapandin. Divê em jî divê mijarê de bi taktîkên rast nêzîk bibin. BDP, di vê mijarê de ji bo bi rastî jî muzakere pêk bên, dê hewl bide, lê li aliyeke din jî ji bo ev durûtî û taktîkên AKP’yê vebiguherin muzakereyek rast, dê bi berdewamî zextan li AKP’ê bike.

PROJEYA ÇARESERIYÊ YA AKP’Ê TUNE YE

-Aliyê Kurdan aşkere kir ku di hevdîtinên yekem ên Osloyê de hukûmeta Tirk li pey xapandinê bû. Lê çima careke din hevdîtina duwemîn a Osloyê anîn rojevê?

Hilbijartin nêzîk dibin, AKP’ê li gelek cihan wenda kiriye. Li aliyê derve û hundir wenda kiriye. Polîtîkayên wî yên derve îlfas kirine. Krîza aborî her ku diçe mezin dibe, kûrtir dibe. Her ku diçe Tirkiyeyê ber bi rewşek zor ve dibe. AKP vana hemû dibîne, dibêje ka ez ê careke bikarim bi Osloyek din manewrayek nû bikim an na.

Em vê yekê jidil û ciddî nabînin. Lê gava em ji aliyê exlaqî ve lê dimeyzînin, em dibêjin ku gelo em bê bikarin vê yekê vebiguherînin rewşeke cidî, li aliyeke din jî em dixwazin peyamên erênî bidin raya giştî ya Tirkiyeyê. Lê em baş dizanin ku niha di destê AKP’ê de tu proje û bernameyên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tune ye.

HUKÛMET TENGAV BÛ DIXWAZE NEFESEK BISTÎNE

-Baş e, mirov dikare behskirina muzakereyan a ji aliyê AKP’ê ve wek hewldanek li hemberî hewldana “şermdêr” a CHP’ê bibîne?

Nexêr, mirov nikare tenê bêje ev yek li hemle li hemberî CHP’ê hatiye kirin. Ev hemle li hemberî tevgera Kurdan hatiye kirin. Li hemberî tevgera Kurd tengav bûye, bê çare maye, polîtîkayên wê yên şer ên îflas bûn êdî bi aşkereyî tên dîtin, ev yek vir tê. Yanî dixwaze nefesek bistîne. Dixwaze bi van gotûbêjan hinek din dem qezenç bike. Lê weke min got, niyeta AKP’ê çi be jî, divê hemû hewldanên me ji bo “Gelo em dikarin vê taktîka AKP’ê vebiguherînin guhertinek stratejîk?” be.

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî