´AKP dixwaze rastiyê veşêre´
Şenyûrt: AKP dixwaze rastiya greva birçîbûnê veşêre
Belgewarvan û rojnamevan Şehbal Şenyurt diyar kir ku operasyon bi lez û bez berdewam dikin, hukûmeta AKP’ê heta niha ji bo aşitiyê pêngavek pêbawer û mayinde neavêtiye û got; “Hevalên me yên di greva birçîbûnê de, amûra dawî ya li di destê wan de ev bû, êdî ji bo mirinê bedena xwe danîne holê. Ev biryardariyek pir mezin e. Ji bo yek neyê fêmkirin û negihe derdorên din hukûemta AKP’ê her tiştê bi kar tîne.”
Şehbal Şenyûrt ku sala par namzeda Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê ya Muglayê bû, bal kişand ser operasyonên di bin navê KCK’ê de, operasyonên berdewam, hatina cenazeyan û polîtîkayên xemsar ên AKP’ê yên li hemberî bilindkirina krîterên demokrasiyê. Şehbal Şenyûrt ku di heman demê de endama Meclîsa Partiyê (MP) ya BDP’ê bersiv da pirsên nûçegihanê ANF’ê Îbrahîm Açikyer.
Şenyûrt da zanîn ku ew ê di vê pêvajoyê de bi tevlîbûnên ku xwe bihêztir bikin û diyar kir ku hukûmeta AKP’ê ji ber bidawîkirina hevdîtinên Osloyê, bûyera Roboskî, helwesta wê ya li hemberî zimanê zikmakî û bi taybet jî polîtîkayên li hemberî Sûriyeyê desteka ji bo xwe wenda dike.
HUNER DI BIN BANDORA ÎDEOLOJIYA FERMÎ DE YE
Şenyûrt rexne li civata hunerê ya Tirkiyeyê jî kir û got; “Bi awayeke pir zêde di bin bandora îdeolojiya fermî de ye “ û da zanîn ku hunermend li hemberî pirsgirêkên civakî ne ne zelal in.
HESTÊN GELÊ KURD ÊN JI BO PKK Û OCALAN NAYÊN FÊMKIRIN
Şenyûrt got; “Çi diqewime, çi naqewime, divê ev bûyer bi awayeke “bê lê” bêne fêmkirin. Tiştek wiha heye. Mînak; Bi rastî jî ev berxwedêriya gelê Kurd û hestên gelê Kurd ên ji bo PKK’ê û Birêz Ocalan, fêm nakin. Ji bo fêmkirina vê mijarê bendek mezin û ciddî heye.” Şenyûrt diyar kir ku ger zelalbûnek tune be, vegotina daxwazên demokratîk jî radiwestin.
AKP QEBÛL NEKE JÎ VÎNA CIVAKÎ JI BO ÇARESERIYÊ ZELAL DIBE
Şenyûrt destnîşan kir ku her çendî hukûmet AKP’ê qebûl neke jî, hema bêje tevî hin aliyên nijadperestên Tirk jî êdî vîna ji civakî ya ku dibêje divê pirsgirêk bi rêya aşitiyane çareser bibe, zelal dibe. Şenyût diyar kir ku gelek malbatên leşkeran ên dibêjin “Bila welat sax be” jî gelek caran ne bi dilê xwe dibêjin.
GAVA MESEL DIBE OCALAN DÎWAREK TÊNEGIHIŞTINÊ TÊ HOLÊ
Şenyûrt da zanîn ku jî bawer nake ku aliyên demokratîk jî tam fêm nakin ku gelê Kurd Oalan weke vîna xwe dibînin, û diyar kir ku lê êdî daxwazên Kurdan ên parastina bi zimanê zikmakî, mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî, mafên sereke yên Kurdan êdî têne fêmkirin. Şenyûrt bal kişand ku meseleya Ocalan û ji çiyê daketina gerîlayan baş nehatiye fêmkirin û got ku gava mesele dibe Ocalan bendên tênegihiştinê derdikevin holê. Şenyûrt got; “Li aliyekê operasyon bi lez û bez berdewam dikin û dibêjin bila gerîla çekan deynin. Ê baş e, lê hukûmetê tu pêngavên pêbawer û mayinde neavêtiye, ev bi salane mirovên ciwan ji bo vê têkoşînê canê xwe didin, dê qîma xwe bi çi bînin û vê yekê bikin? Ez nizanim aliyê muxalîf û antîmilîtarîst vê yekê fêm dikin. “
DIVÊ BIHÎSTIYARIYA JI BO GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ ZÊDE BIBE
Şenyûrt got; “
Hevalên me yên di greva birçîbûnê de, amûra dawî ya li di destê wan de ev bû, êdî ji bo mirinê bedena xwe danîne holê. Ev biryardariyek pir mezin e. Ji bo yek neyê fêmkirin û negihe derdorên din hukûemta AKP’ê her tiştê bi kar tîne. Mixabin tirsa min ew e ku heta mirin dest pê nekin, dê ev bihistyariya bi sînor berdewam bike. Ji bo ev yek pêk neyê divê em bi hemû hêza xwe bixebitin. Lê gava em li agahiyên ji girtîgehan tên dinêrin, em dibînin ku deng nemaye.
ŞEHBAL ŞENYÛRT
Di sala 1962 li Giresûnê ji dayik bû, heta sala 1985’ê di rojnameyên Yeşîl Giresun û Hurriyetê û gelek kovarên hunerî de xebitî. Di sala 1985’ê de Dibistana Bilind a Çapemenî-Weşanê ya Zanîngeha Enqereyê qedand. Şenyûrt di salên 1986-1987 li Londonê perwerdeya ziman dît. Piştre koordînatoriya Tirkiye ya Telvîzyona Swîsreyê ya nûçeyan kir. Ji sala 1987’an ve di warê bernameyên nûçeyan û belgewariyan de dixebite. Ji hilbijartina 12’ê pûşpera 2011 de bû namzeda Muglayê ya Eniya Ked Azadî û Demokrasiyê. Niha jî di MP’ya BDP’ê de dixebite.
ANF NEWS AGENCY
