1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. AKP hêviyê ji cerdevanan dike!
AKP hêviyê ji cerdevanan dike!,akp,hêviyê,ji,cerdevanan,dike

AKP hêviyê ji cerdevanan dike!

A+ A-

ŞIRNEX (DÎHA) – Dû cerdevanên ku beşdarê operasyonên qirkirinê yên li hemberî Şirnexê bûn, axivîn û hêla dewletê ya li hemberî cerdevanan aşkere kir. Bi hezaran cerdevanên ku ji bo operasyonên qirkirinê yên li hemberî vîna gel şandin Şirnexê, ji van cerdevanan qismek di êrîşên li hemberî taxan, qismek jî li derdora bajêr hatine bicihkirin.

Li Şirnexê êrîşên qirkirinê yên hêzên dewletê didomin û di van operasyon û êrîşên qirkirinê de li gel hêzên dewletê bi hezaran cerdevan jî beşdarî van êrîşan dibin. Cerdevanên ku beşdarî êrîşên li hemberî Şirnex, navçeya Qileban û Elkê, bajarokên Hîlal, Segirk, Gundikê Melê, Qesirgê, Dêrgûl û gundên derdora bajêr bûn, rêbaza berhêlîkirina operasyonan a cerdevanan vegot.

‘Ji Qileban û Elkê 450’î cerdevan hatine’

Cerdevanên ku nexwestin navên wan bê aşkerekirin wiha axivîn:

Cerdevanê yekem derbarê beşdarbûyîna cerdevanan a operasyonên qirkirinê bûn wiha got: “Em nêzî 700 cerdevan ji Gundikê Melê, Hîlal, Segirk, Bêryan û nêzî Tugaya Çakirsogut’ê hatin bicihkirin. Hinek cerdevanên nav me de jî tevlî operasyonên li hember taxan bûn. Ji navçeyên Qileban û Elkê 400-450’î cerdevan hatine. Lê piraniya van cerdevanan, ji êla Jirkan in.

‘Li têketina bajêr cerdevanên Jîrkî hatine bicihkirin’

Cerdevanê yekem derbarê nîzama bicihkirina cerdevanan a li derdora bajêr û ji kîjan êlê çiqas cerdevan beşdarî van operasyonan bûne wiha got, “Cerdevanên Jîrkî piranî li derdora hepsê (Girtîngeha Tîpa T ya Şirnexê) û cerdevanên Qilebanê jî di qontrola rêya di navbera Segirkê û Qilebanê de hatine bicihkirin û nobetê digirin. Li ser Çevreyolûyê jî cerdevanên Hîlal û Sgirkê hene."

Cerdevana dûyem ji ber ewleyiyê nexwest navî wî aşkere bibe û derbarê beşdarbûyîna cerdevanan a êrîşên qirkirinê de wiha got: “Gelek cerdevan ji Qesirgê, Dêrgûlê û gundên derdorê hatine. Cerdevanên eşîra Batûyî li rema di navbera Çakirsogut û Besta’yê de hatine bicihkirin. Qismek cerdevan li Meydana Deryê û Kanîreşê hatine bicihkirin. Cerdevanên Mila Kêrî, Mendîkera, Kehniya Qeymaqam, Bestasor û heya Qesirgê beşdarê operasyonên bajêr dibin. Li herêma ocaxa komirê û ocaxa xîzê jî cerdevanên Dêrgûlê û hinek yên gundan din hatine bicihkirin.”

Cerdevanan dan zanîn ku derdora bajêr û ewlehiya rêyan ji aliyê cerdevanan ve tê girtin. Merheleya yekem û merhaleya sêyem jî ji aliyê tîmên taybet ve tê girtin. Her wiha cerdevanan da zanîn ku cerdevançn beşdarî operasyon û êrîşaên qirkirinê dibin bi piranî ji malbata Tatara yên li navenda Şirnexê ne.

(kom/red)


Bêjeyên Miftehî