AKP kuştina Kurdan qanûnî dike
Hikûmeta AKP'ê, ji bo hêzên dewletê yên li Kurdistanê komkujî kirine bi qanûnan ewle bike, ket nava tevgerê. Darizandina leşkerên li Kurdistanê sûc kirine, wê ancax bi destûra Serokwezîr û Wezîrê Parastinê karibe bê kirin
A+
A-
NAVENDA NÛÇEYAN - ANF Derket holê, ku AKP ji bo leşkerên li Kurdistanê komkujiyan dikink neyên darizandin, pêşnûme qanûnek amade kiriye. Li gorî pêşnûmeyan Wezareta Parastinê ya Milî pêşkêşî Wezareta Edaletê kiriye, darizandina hemû endamên Artêşa Tirk wê bi şertê 'destûrê' ve bê girêdan.
Li gorî vê yekê, li hemberî leşkerên li Kurdistanê ji ber sûcên kirine, wê yekser lêpirsîn nikaribe bê vekirin. Li gorî vê yekê, dozger wê ji bo vekirina dozê di destpêkê de ji Wezareta Parastinê ya Milî bixwaze, piştî erêkirina Wezîrê Parastina Milî wê ji Serokwezîr destûrê bixwazin. Eger hikûmet destûrê nede, wê dosya were girtin.
Eger ev pêşnûme qanûnî bibe, wê sûcên li dijî mirovahiyê yên leşkerên Tirk li Kurdistanê dikin, qanûnî bibin.
Bêjeyên Miftehî akp,kuştina,kurdan,qanûnî,dike
