1. Hemû Nûçe

  2. Polîtîka

  3. AKP Plandike Ku Krîzê Heta Cotmehê Bicemidîne
AKP Plandike Ku Krîzê Heta Cotmehê Bicemidîne,akp,plandike,ku,krîzê,heta,cotmehê,bicemidîne

AKP Plandike Ku Krîzê Heta Cotmehê Bicemidîne

A+ A-

EQERE - Li beramberî Cîhgirî Koma AKP’ê Mustefa Elîtaş ku jibo sondxwarinê ji CHP’ê re dem weke heya 15’ê Tîrmehê dabû diyarkirin, AKP jî plan dike ku piştî ji Meclîsê piştgirya bawerî standinê wê biçe betlanê û krîzê jî heya meha Cotmehê bi cemidîne.

Li gorî zanînên hatine bidest xistin, ger CHP heya 15’ê Tîrmehê jî û tevlî yekbûna 5’mîn jî nebe AKP di derbarê xistina parlementerên CHP’ê de tu pêkanînan nake. Li cihê vê rêveberiya AKP’ê plan dike ku, piştî li Meclîsê piştgiriya baweriyê hat standin, meclîsê bêxe betlanê. Di vê demê de wê bê temaşekirin, di derbarê parlementerên girtî de pêşveçûnên nû çêbibin yan na, ka wê bikarîn krîzê derbaz bikin yan na.

Ger piştî 1’ê Cotmehê CHP dîsan sondnexwe, tê diyarkirin ku, wê li gorî destûra bingehîn “ jiber dewamnekirinê xistina parlementeriyê” wê bê rojevê.



ANF NEWS AGENCY