1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. AKP qirkirina kurdî vedişêre
AKP qirkirina kurdî vedişêre,akp,qirkirina,kurdî,vedişêre

AKP qirkirina kurdî vedişêre

A+ A-

BRÛKSEL - Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) derbarê vekirina gorên komî û helwesta hikûmeta AKP’ê de daxwiyaniyek da û got; “Desthilatdariya AKPê, ku di her têkiliyên navneteweyî de, serî li riyên xapandin û dirutiyê dide, li Tirkiyeyê jî, bi derew û guhertinên pûç yên rojevê, qirkirina Kurdan, ji raya giştî ya hundir û derve vedişere.” KNK’ê bang kişand ku saziyên navnetewî jî li hemberî van kiryaran bendeng in.

KNK’ê derbarê helwesta dewleta Tirk û Hikûmeta AKP’ê ya li hemberî vekirina gorên komî û avakirina komîzyona Lêgerînên Rastiyan de daxwiyaniyek nivîskî da û destnîşan kir ku gelê Kurd, herdem bang li wijdana mirovahiyê dikir ku, dewleta Tirkiyeyê li dijî Kurdan qirkirinan dike û wiha domand “ Lê ne hêzên navneteweyî, ne dewletên Ewrûpa, ne Emerîka û ne jî raya giştî ya cîhanê dengê gelê Kurd bihîst. Îro, aşkere bûye ku Tirkiye di 30 salên şerê qirêj û kirêt de, bi riyên cûda, li dijî gelê Kurd qirkirin pêkanîne û kiryarên xwe jî, bi gorên komî û lîstikên cûda veşartine.”

LI DIJÎ GÊRÎLAYÊN KURD ÇEKÊN KÎMYEWÎ HATINE KARANÎN

KNK ragihand ku desthilatdariya AKPê, ku di her têkiliyên navneteweyî de, serî li riyên xapandin û dirutiyê dide, li Tirkiyeyê jî, bi derew û guhertinên pûç yên rojevê, qirkirina Kurdan, ji raya giştî ya hundir û derve vedişere. KNK’ê balkişand ser kiryarên li dijî mirovahî yên dewleta Tirk û got; “Kiryarên dewleta Tirk, ku li dijî gerîlayên Kurd û şewitandina gundên Kurdan, çekên kimyewî bi kar anîne û tîne, rêbazên derî exlakî û derî mirovahî pêk tîne, di encama lêkolînên Elmanya de, hat piştrastkirin. Ji Ewrûpa komên lêpirsînê û saziyên li dijî çekên kimyewî çûne Tirkiyeyê û Kurdistanê, lê tu encam derneket. Lewma, dewleta Tirkiyeyê û desthilatdariya AKPê, îro jî qirkirina pirhêlî, çandî, ziman, aborî, cografî, siyasî, bi dijwarî û bê perwa didomîne.”

SAZIYÊ NAVNETEWÎ BÊDENG IN

KNK bal kişand ku gelê Kurd jî, ji bo gorên komî teva werin vekirin û kujerên van kiryaran werin eşkerekirin û darizandin, mafê xwe yên demokratîk bikar tîne û wiha got; “ Di her çalekiya demokratîk de, bang li wijdana rayagiştî û li sazî û dezgehên pêwendidar yên navneteweyî dike. Mixabin, şanda ‘aqilmedn ya Yekîtiya Ewrûpa, ku par hate Kurdistan û Tirkiyeyê jî di nav de, yek saziya navneteweyî dengê xwe bilind nekiriye.”

ERDOGAN JI BO KURDAN BÊNDENG E Û JI BO MISIRÊ HEWARIYÊ ‘DEMOKRASIYÊ ‘YE

KNK’ê kiryarên kujerî û qirkirinên li dijî gelê Kurd bi tundî şermezar dike û helwesta serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Tayip Erdogan ku di mijara gorên komî de bêdeng dimîne, lê di têkoşîna gelê Misirê de, xwe hawariyê demokrasî nîşan dide û li hundir, fermana qirkirina gelê Kurd dide mehkûmkirin.

KNK’ê di daxwiyaniya xwe de got; “Ji bo dagirkerên Kurdistanê, “Kurdê herî baş, Kurdê mirî” ne” û wiha berdewam kir; “Pêwiste hêzên Kurdên çar parçeyên Kurdistanê, di qonaxa ku desthilatdariyên destpot yên cîhana ereb, bi serîhildanên gelan dihejin de, werin cem hev, Kongreya Neteweyî lidarbixin û yekitiya xwe sazkar bikin. Da ku bikaribin, hesabê qirkirinên li dijî gelê Kurd, ji faşîst û dîktatorên sedsalê bipirsin û çarenûsa xwe bikin destên xwe.”

KNK bang li YE, NY, DYA û saziyên navnetwî kir û got; “Em weke KNK bang li Yekîtiya Ewrûpa, Neteweyên Yekbûyî, Emerîka û li sazî û dezgehên navneteweyî dikin ku, zorê li Tikrkiyê bikin, da ku, nexşeya komên gorî ya li Tirkiyeyê û Kurdistanê amade bike. Hêlbet gelê Kurd daxwaz dike ku, kujerên dibin sîwana sîstema faşîzan a dewleta Tirk de qirkirina Kurdan pêk anîne werin eşkere kirin û werin dadgehkirin.”

KNK di dawiya daxwiyaniya xwe de got; “Divê gelê Kurd, bi her cûre çalekî û riyên demokratîk de, bang li rayagiştî, sazî û rêxistinên navneteweyî dike ku, li dijî kujeriya dewlet û desthilatdariya Tirkiyeyê dengê xwe bilind bikin. Pêwiste li dijî vê gunehkariya dîrokî, gelê Kurd li her çar pareyên Kurdistanê û li derveyî welat, dijberiyeke tund nîşan bide û dengê xwe di qada herî bilind û dijwar de bigihîne raya giştî ya cîhanê.”


Bêjeyên Miftehî