1. Hemû Nûçe

  2. Gotar

  3. AKP ya ku dijwariyê dihebîne - Cemîl Bayik
AKP ya ku dijwariyê dihebîne - Cemîl Bayik,akp,ya,ku,dijwariyê,dihebîne,cemîl,bayik

AKP ya ku dijwariyê dihebîne - Cemîl Bayik

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN 26.06.2014 09:01:19 Dewleta tirk di vê demê de bi hêzên ku li ser gelan dijwariyeke bêhempa dimeşînin; bi serê mirovan bi gogê dilîzin û kezeba mirovan derdixin û dixwazin bixwin re hevkariyê dike. Bi hêzên ku dixwazin bi dijwariyê civakan biçewisînin û teslîm bigirin re mil bi mil dimeşe. Bi her hêza ku dikare bibe dijberê PKK’ê re dostaniyê dimeşîne.

AKP’ya ku rojane dibêje, “bi çekê siyaset nayê kirin” piştî êrîşên DAIŞ a ku çekê herî hovane bi kar tîne dibêje, “DAIŞ rêxistineke siyasî ye, pirgirêkên li Mûsil û Iraqê nabe ku mîna pirsgirêkeke terorê werin dîtin.” Hewldanên DAIŞ’ê yên bi rêbazên hovanê yên bi kar tîne û dixwaze li ser civakan bandora xwe zêde bike mîna mijareke siyasî digirin dest. Tayyîp Erdogan ê ku dema molotofek tê avêtin, camek tê şikandin qiyametê radike, beranberî êrîşên hovane yên DAIŞ’ê gotineke nabêje. Organên çapemeniyê yên girêdayî hikûmeta AKP’ê berovajî vê yekê ji bo êrîşên DAIŞ’ê mafdar û rewa bidin nîşandan tiştek namîne ku nakin. Bi anîna rojevê ya kirinên Malîkî hewl didin kirinên dermirovî yên DAIŞ’ê mafdar nîşan bidin. Bi vê yekê re AKP dixwaze têkiliyên xwe yên bi DAIŞ’ê re mîna têkiliyeke rewa bide xuyakirin. Bi vê re jî dixwaze nerazîbûnên li dij hevkariyê wê û DAIŞ’ê bêbandor bike. Her çiqasî bêje, “Me bi DAIŞ’ê re hevkarî ne kiriye, em şerê mezhebî rast nabînin” jî DYA, Ewropa, Rûsya û hemû dewletên herêmê baş dizanin ku AKP û DAIŞ hevkar in.

Bêgûman DAIŞ pirsgirêkên civakî û siyasî yên herêmê bikar tîne û li ser vê yekê xwe birêxistin û bihêz dike. Şik û guman tune ye ku li herêmê pirsgirêkên mezin ên civakî û siyasî hene. Ji ber vê yekê jî heta pirsgirêkên civakî û siyasî neyên vekolandin DAIŞ jî nayê fahmkirin. Ev mijareke cuda ye. Lê belê em qala nêzîkbûna çareseriya pirsgirêkan dikin. AKP bi hêzên ku dixwazin di nava demokrasî û biratiyê de pirsgirêkan çareser bikin re dostaniyê nake. Bi yên ku van pirsgirêkan bikar tînin û hewl didin civakan bixin nav pergala zilm û zextê re hevkariyê dike. Mînak; li Rojava dijmanatiya hêzên alîgirê demokrasî û azadiyê dike û li ser heman bingehî bi hêzên mîna DAIŞ û El Nûsra re hevkar e. Bi vê yekê re tê fahmkirin ku ji bo dewleta tirk bigihije armanca xwe her rê û rêbazê ji bo xwe mubah (rewa) dibîne. Dijwarî an rêbaza demokratîk ji bo Tirkiyeyê ne girîng e. Mîna têkiliyên bi DAIŞ û El Nûsra re jî nîşan dide, li kêleka alîgirên dijwariyê di sekine.

Tevî ku Tevgera Azadiya Kurd serî li rêbazên çewisandina civakê yên DAIŞ û El Nûsra bikar tînin nade jî ji aliyê siyaset û çapemeniya tirk ve her roj bi terorîzmê tê sûçbarkirin. Ji bilî hin mirinên ji ber qezayê û şaşîtiyan çalakiyên Tevgera Azadiya Kurd li dij sivîlan tune ne. Di çalakiyên xwe yên tenê li dij hedefên leşkerî de ji ber şaşî û xeletiyan car caran bû sedema mirina sivîlan jî. Ji ber van bûyeran jî lêborîn hatiye xwestin. DAIŞ û El Nûsra çalakiyên li dij sivîlan diparêzin, her wiha ev çalakî û kirinan di çapemeniyê de mîna amûrên propogandayê bikar tînin û şerê çewisandinê dimeşînin. AKP jî bi van rêxistinan re kar dike.

Gelê kurd ev 30-40 sal e çalakiyên sivîl ên demokratîk pêk tîne. Li cîhanê gelekî din mîna yê kurd nîne ku çalakiyên sivîl ên demokratîk pêk tîne. Herî zêde kurd bi beşdariya jin, zarok û kalan herî zêde çalakiyên sivîl ên demokratîk lidar dixin. Dikare were gotin ku ev 30-40 sale ne rûniştine. Tevî ku tevgera herî mezin a demokratîk e jî ev yek li ber çavan nayê girtin. Dewleta tirk van çalakiyan mîna yên parçekirinê û destekê didin terorê binav dike û bi rêya polîs û leşkeran dixwaze biçewisîne.

Yên dibêjin em siyasetê bikin, dema çekê derbas bûye niha dijwariya DAIŞ’ê dihebînin. Piştî çalakiyên hovane yên van hêzan rewşa kaotîk ya derkete holê êdî dibêjin li Iraq û Sûriyeyê pirsgirêkeke siyasî heye divê çareser bibe. Êrîşên DAIŞ’ê mîna çalakiyên siyasî nîşan didin û destek dikin. Ji bo DAIŞ’ê nabêjin “Dawî li dijwariyê bîne, siyaseta demokratîk bimeşîne.” Her wiha di şexsê Malîkî de îdîa dikin ku Şîa cudakariyê dikin û bi vê yekê re alîgiriya xwe ya ji bo Sunniyan nîşan didin. Her çiqasî dixwazin ser bigirin jî şik û guman tuneye ku li Tirkiye jî aliyekî şerê Sunnî-Sîa yê li Rojhilata Navîn e.

Di demeke ku hewldan û daxwaziyên maf û azardiyan gelê kurd ê bi rêbazên herî demokratîk tên çewisandin û tehamûl nayê nîşandan de heman Tirkiye bi çalakiyên DAIŞ’ê kêfxweş dibe ku belkî Malîkî têk biçe karakterê rastî yê AKP’ê radixe ber çavan.

AKP’ya ku parastvaniya çalakiyên herî hovane yên li Rojhilata Navîn dike ne xwedî mafe ku derbarê çalakiyên demokratîk ên gelê kurd û gelên Tirkiyeyê de biaxife. AKP’ya ku DAIŞ û El Nûsra mîna rêxistinên teror binav nake ji bo Tevgera Azadiya Kurd a dixwaze bi têkoşîna demokratîk û rêbazên siyasî çareseriyê pêk bîne mîna rêxistina terorê binav dike, pirsgirêka kurd a sedê salan mîna pirsgirêka terorê îfade dike piştrast dike ka ev hikûmet çiqasî ji samîmiyetê dur, cotstandart, dirû û bêşerm e.

AKP’ya ku li pişt çalakiyên hovane yên DAIŞ û El Nûsra disekine û hêna jî Tevgera Azadiya Kurd têkildarî teror û terorîzmê nîşan dide diyar dike ku li dewsa çareserkirina pirsgirêkan israra xwe ya di şerê psîkolojîk, tasfiye û çewisandinê dê didomîne.

Eger li Tirkiyeyê zihniyet ne guhere, pirsgirêka xwe ya bi kurdan re bi rêbazên demokratîk û siyasî çareser neke wê bibe qurbana tercîh û cîhgirtina eniyên şaş ên li Rojhilata Navîn.

Çavkanî: Azadiya Welat