1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. AKP`ê plana têkbirinê li Wanê da destpêkirin
AKP`ê plana têkbirinê li Wanê da destpêkirin,akp,ê,plana,têkbirinê,li,wanê,da,destpêkirin

AKP`ê plana têkbirinê li Wanê da destpêkirin

A+ A-

WAN (DÎHA) - Hikumeta AKP'ê di çarçoveya "Têkoşîna li Dijî Terorê" de ku ji aliyê Kurdan ve wekî plana têkbirinê hate binavkirin li Wanê dest bi xebatan kir. Wezîrê Karê Hundir Efkan Ala û Wezîrê Ragihandin, Deryawanî û Gihandinê Bînalî Yildirim ên hatin bajêr bi saziyên hevkarê îktîdarê re civîn girtin û ji bo "terbîyekirina" gelê Wanê planên aboriyê nîqaş kirin.

Hikumeta AKP'ê ku dixwaze şerê li Kurdistanê kûr bike bi navê "Plana Çalakiya Rehabilîtasyonê û Têkoşîna li Dijî Terorê" re planek nû eşkere kir. Yek ji gavên berbiçav a vê planê jî li Wanê tê avêtin. Wezirê Karê Hundir Efkan Ala û Wezîrê Ragihandin, Deryawanî û Gihandinê Bînalî Yildirim roja pençşemê hatin Wanê û li Odeya Sanayî û Bazirganiyê ya Wanê (TSO) bi saziyên alîgirên îktîdarê yên ku bi navê Platforma Yekitiya Hêzê ya Wanê hatibûn cem hev re civîn lidarxistin. Ala û Yildirim piştî bi Walî Îbrahîm Taşyapan û rêveberên AKP'ê ya Wanê re hevdîtîn pêk anîn, li ser mijara aboriyê bi saziyên sivîl re rûniştin û hat hînbûn ku di vir de jî plana navendîkirina aboriyê hatiye nîqaşkirin. Her çiqas rojeva civînê weke aborî xuya bike jî, tê gotin di çarçoveya plana têkbirinê ku ji 10 xalan pêk tê hatiye nîqaşkirin.

Erka Platforma Yekitiya Hêzê ya Wanê

Di bin serokatiya Parlamenterê AKP'ê yê Wanê Beşîr Atalay de di çileya 2016'an de li Wanê bi tevlibûna Waliyê Wanê Îbrahîm Taşyapan, Rektorê Zanîngeha Yuzuncu Yilê Peyamî Battal, Sekreterê DAKA'yê Necat Gorentaş, Serokên şaredariyên Tuşba û Westanê û saziyên Hêrêma Sanayî û Organîza Wanê, Komeleya Zilamên Kar û Sanayiya Wanê, TUMSÎAD, MUSÎAD'ê, Platforma Yekitiya Hêzê ya Wanê hat avakirin û bi vê yekê hat xwestin ku gelê Wanê bi aboriyê bê terbiye kirin. Ev platforma hatiye avakirin bi firsenda şerê AKP'ê yê li Kurdistanê, hate avakirin.

Gef li şaredariyên DBP'ê hat xwarin

Yildirim ê ku hatibû Wanê di axaftina xwe de tenê qala rê çêkirina xwe kir û ji wê pê ve jî neçû. Yildirim di axaftina xwe de gef li şaredariyên DBP'ê jî xwaribû û wiha gotibû: "Şaredariyên DBP'ê naxebitin. Çavkaniyên dewletê daye wan ji bo xizmetê bi kar naynin. Ger ku xebatên xwe nede meşandin em zanin em ê çi bikin."

(fk/sy)