1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Aldar Xelîl: Erdogan hêzên muxalif ên Helebê firotin
Aldar Xelîl: Erdogan hêzên muxalif ên Helebê firotin,aldar,xelîl,erdogan,hêzên,muxalif,ên,helebê,firotin

Aldar Xelîl: Erdogan hêzên muxalif ên Helebê firotin

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê Aldar Xelîl diyar kir ku pêwîste hêzên muxalif piştî Erdgoan wan li Helebê firot, ji tecurbeya xwe ya li wir sûd werbigirin.

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê Aldar Xelîl derbarê şerê dawî yê li Helebê û pêşketinên hêzên rejîma Baas li taxên rojhilatî bajar, li ser rûpela xwe ya tevna civakî Twitter nivîsek weşand. Aldar Xelîl di nivîsa xwe de wisa dibêje: “Pêwîst e hêzên muxalif ji şerê ku niha li Helebê rû dide tecrube werbigirin”.

Xelîl di berdewamiya nivîsa xwe de balê dikşîne ser îxaneta dewleta Tirk bi hêzên muxalif ên li bajarê Helebê re û wiha pê de çû: “Erdogan Heleb firot û rastiya wî ya ku şoreşa Sûriyê li gorî berjewendiyên xwe bi kar tîne, derket holê”.

Piştî li hevkirina Rûsya û Tirkiyê ya li ser mijara Sûriyê, Erdogan hêzên muxalif ên ku di bajarê Helebê de man firot û beşek ji wan jî Erdogan ji Helebê derxist û wan li herêma Şehbayê0 bi cih kirin. Piştî vê yekê hêzên rejîma Sûriyê êrîşeke berfereh li dijî taxên rojhilatê Helebê li dar xist. Di nava çenda rojan de hêzên rêjîmê sedî 60 ji taxên rojhilatê Helebê ji destê hêzên çekdar derxist.

Tiştê balkêş ev çend sal in hêzên rejîmê û pêxasin wê hewl dide çekdaran ji taxên rojhilatê Helebê derbixîne nikaribûn, lê piştî ku Erdogan hêzên muxalif ên bajarê Helebê firotin hêzên rejîmê dest bi vê êrîşa xwe ya mezin kir û encam bi dest xistin.

Di dîmeneke bi sernavê “Nameya şervanekî ji Helebê û çawa Heleb bi 200 dolarî hat firotin” de ku beriya niha bi çend rojan li ser malperên teva civakî hatibûn belav kirin rastiya firotina bajarê Helebê ji aliyê Erdogan ve piştrast kir. Hêzên çekdar di wê dîmenê de wiha behsa firotina Helebê bi 200 dolarî dike:” Hûn dibêjin em li dijî DAIŞ`ê şer dikin, em jî li dijî DAIŞ`ê şer dikin. lê we Heleb bi 200 dolarî firot.. xwedê we nalet bike”.

Çekdarekî din jî qale vê firtona Tirkî ji wan re dike û ew jî destnîşan dike ku dewleta Tirkiyê ew firotine hêzên rejîmê.

Ji aliyekî din ve jî Fermandarê Giştî yê Tabûra Ehrar Cerablus a di bin bane Melcîsa Leşkerî ya Cerablusê de Armanca Cerbalus balê dikşîne nava parçebûna di nava çeteyên dewleta Tirk de û got:” zêdeyî 25 çekdarên ji Diri El-Firat feqetiyan berê xwe dan Melcîsa Leşkerî ya Babê. Çekdarên ji Diri El-Firatê veqetiyane rastî û rêxistyina Melcîsa Leşkerî ya Cerbalsuê dîtine”.

(kc/nse)

ANHA