1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Alîkarî bi piştgiriya xêrxwazan didome
Alîkarî bi piştgiriya xêrxwazan didome,alîkarî,bi,piştgiriya,xêrxwazan,didome

Alîkarî bi piştgiriya xêrxwazan didome

A+ A-

AMED (DÎHA) - Di êrîşên hêzên dewletê yên li dijî xwereveberiyên cewherî de bi sedan kargeh û malên welatiyan ji hêla hêzên dewetê ve hatin hilweşandin. Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Rojava xwebatên xwe yên alîkariyê berdewam dike. Welatiya bi navê Suzan Karasu bang li tevahiya xêrxwazan kir ku piştgiriya xwe ya ji bo welatiyên ku malên wan hatine hilweşandin berdewam bikin.

Êrîş û dorpêça hêzên dewletê ya li bajarên Kurdistanê berdewam dike. Her wiha kampanya û alîkariya ji bo gelê herêmê hatiye destpêkirin jî didome. Kampanyaya alîkariyê ya ku ji hêla Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Rojava ve hatiye destpêkirin, ji hêla gelên li Tirkiye û Kurdistanê ve rastî eleqeyeke meszin tê. Welatiyên ku ji cih û warên xwe koçber bûn, her roj li Sumer Parkê alîkariya ku hatiye berhevkirin, ji bo xwe digirin.

Welatiya bi navê Suzan Karasu diyar kir ku divê çi ji destê wan bê, pêk bînin û ev tişt anî ziman: "Ji bo alîkarî û piştgiriyê ez bi 2 zarokên xwe re hatim vir. Divê tu kes li mala xwe li ber televîziyonê li rewşê temaşe neke. Bi hev re ji bo gelê xwe xebat kirin tiştekî gelekî bi nirx e. Her roj têm li vir kolî û poşêtan tije dikim. Em dê her tim xwedî li civaka xwe ya xwedî rûmet derkevin û têkoşîna xwe bidomînin."

Karasu herî dawî aşkera kir ku wê tu carî li hemberî niheqiyê serî netewandiye, ev yek di 8 salên mamostetiya xwe de jî berdewam kiriye û bang li tevahiya welatiyan kir ku xwedî li vê kampanyayên hatine destpêkirin derkevin û bên li saziyan di xebatên avakirinê de cih bigirin.

(rd-cno/ms)