1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Amadekariyên êrîşeke mezin tên kirin!
Amadekariyên êrîşeke mezin tên kirin!,amadekariyên,êrîşeke,mezin,tên,kirin

Amadekariyên êrîşeke mezin tên kirin!

A+ A-

Rêveberiya Roj TV'ê bi daxuyaniyeke nivîskî astengkirina bi sînyalên korsan a weşana wê ku di rojên dawî de pêk tê bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kir û bal kişand ku ev astengkirin û hewldanên bêdengkirina çapemeniya kurd, dibe amadekariyên dewletê yên êrîşeke mezin a li dijî kurdan bin.

Rêveberiya Roj TV'ê der heqê astengkirina weşana wê ya bi sînyalên korsan ku di rojên dawî de li Colemêrg, Sêrt û Wanê pêk tê daxuyaniyeke nivîskî da û di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Dewleta Tirkiyeyê ku bi riyên dîplomatîk ên navneteweyî encam negirt û nekarî bi bazarên aborî televizyona me bide girtin, niha bi rêbazên cuda dixwaze pêşî li weşanên me bigire. Televizyona me ya ku pêşveçûnên li Kurdistan û Rojhilata Navîn bi kurdî û gelek zimanên din ji temaşevanên xwe re radigehîne, reveberiya AKP'ê nerehet dike. Lewre jî beriya hilbijartinan û çalakiyên meha adarê dixwaze alozî û tevliheviyê li herêmê zêde bike.”

‘AKP dixwaze bandora çapemeniya xwe zêdetir bike’

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku AKP bi riya çapemeniya girêdayî xwe dixwaze bi her awayî kurdan bixapîne û rastiyan berevajî bike. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Di serî de Roj TV û Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) rastî astengiyan hat. Tê xwestin ku hemû weşanên muxalîf ên bi bandor asteng bike. Di çarçoveya vê rastiyê de ev çend roj in ku weşanên me bi sinyalên korsan tên astengkirin. Ev astengkirinên li dijî medya kurd nîşan didin ka dewlet xwe ji bo çi amade dike. Dibe ku kurd bi êrîşên mezin re rû bi rû bimînin."

Hate destnîşankirin ku hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêkên teknîkî yên ji ber astengkirinê peyda bûne didomin.

DÎHA (tt)