1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Amadekarî bi dawî dibin
Amadekarî bi dawî dibin,amadekarî,bi,dawî,dibin

Amadekarî bi dawî dibin

A+ A-

METİN İNAN-İSMET MİKAİLOĞULLARI

AMED (DÎHA) - Endamê Komîsyona Amadekar a "Konferansa Kurdistanê ya Tirkiyeyê" Prz. Cebbar Leygara der barê konferansa ku dê 17-18'ê îlonê de pêk bê agahî da û diyar kir ku dê konferans 2 rojan bidome û li ser yekîtî û jiyana hevpar niqaşan bimeşînin. Leygara, da zanîn ku dê li ser makeqanûna nû û nasnameya azad a Rojhilata Navîn niqaş bikin.

Kongreya Civaka Demoratîk, dê di 17-18'ê Îlonê de li Otela Klasê ya Amedê "Konferansa Kurdistanê ya Tirkiyeyê" li dar dixe. Amadekariyê konferansê ber bi dawî ve diçin. Konferans dê 2 rojan pêk bê û gelek nivîskar, rewşenbir, akademîsyen, siyasetmedar û hindekar amade bibin. Dê di konferansê de xalên sereke yên bi navê "Yekîtiya ni dava kurdan de û jiyana gelan a hevpar", "Di makeqanûna nû de Nerîn pêşniyarên kurdan" û "Ji bo konferansa Hewlêrê pêşniyar û nerîn" dê bên niqaşkirin. Endamê Komîsyona Amadekar a "Konferansa Kurdistanê ya Tirkiyeyê" a Kongreya Civaka Demokratîk Prz. Cebbar Leygaradiyar kir ku 17-18'ê Îlonê ji bo Amedê rojên dîrokî ye û wiha got: "Me hemû nûnerên gelan, baweriyan, kedkaran, sosyalîst, nivîskar, rewşenbir û lîberalên ku li Tirkiye û Kurdistanê dijîn dawetî konferansê kir. Hemû kesên ku rastî polîtîkayên înkar, bişaftin û zextan tên dawetî vê konferansê hatine kirin. Baweriya wan û nerîna wan çi dibe bila bibe, dê beşdarî vê konferansê bibin û ev konferans dê hemû reng, deng û baweriyan di bin baneyekî de kom bike. Em dê di vê konferansê de li ser pirsgirêka kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê de niqaşan bimeşînin.

'Dê xebata makeqanûna azadiya gelan bê kirin'

Leygara, anî ziman ku piştî van mijaran di konferansê de binirxînin dê niqaşên ku hatin kirin hemûyan kom bikin û bikin pirtûk. Leygara, da zanîn ku ev pirtûk ji bo xebatên wan yên pêşerojê dê wekî manîfestoyekê be û wiha axivî. Her çen fikrên cuda derkevin jî em bawer dikin ku ji ber pirsgirêk û daxwaz yek in dê fikr û pêşniyarên eynî zêdetir bin. Nihaqa me ya sereke dê ji bo azadî û yekîtiya gelê kurdistanê û Tirkiyeyê be. Dê niqaş li ser yekîtî û jiyana hevpar a gelan bê kirin.

'Em dixwazin ku li ser erdnîgariya Rojhilata navîn gel azad û wekhev bijîn'

Leygara, destnîşan kir ku daxwaz û têkoşîna gelê kurd pir aşkere û zelal e û wiha berdewam kir: "Ev konferans dê bibe daxwaza 40 milyon kurd. Em dê ji bo konfrenasa ku li Hewlerê pêk bê pêşniyar û daxwazên xwe yên gelên Tirkiyeyê niqaş bikin û pêşkêş bikin. Em dixwazin ku hemû gelên Tirkiye, Îran, Iraq û Suriyeyê di nava azadî û aramiyê de bijîn."

Leygara, destnîşan kir ku dê ermenî, suryanî, mehelmî, êzidi, sunnî, elewî, nivîskar, rewşenbir û gelek kesên din jî beşdar bibin. Leygara, destnîşan kir ku nûnerên KCD, BDP, HAK-PAR, KADEP, OSP TDŞK dê amade bibin û wiha dawîli axaftina xwe anî: "Konfernas dê 17-18'ê Îlonê de li otela Classê pêk bê. Dê 2 rojan berdewam bike."

(mae)


Bêjeyên Miftehî