1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Amadekiriyên 8'ê Adarê
Amadekiriyên 8'ê Adarê,amadekiriyên,8,ê,adarê

Amadekiriyên 8'ê Adarê

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li gel bajarên heremê yên wekî, Şirnex, Amed, Sêrt, Êlih, Wan, navçeya Gîhadîn a Agiriyê, li bajarên Tirkiyeyê Edene û Bursayê jî çalakiyên amedekariyên 8 Adarê hatin lidarxistin.

ŞIRNEX

Xebatên mîtînga 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ku dê ji aliyê DOKH'ê ve di 1'ê Adarê de li navçeya Silopiyê ya Şirnexê bê dayîn bê navber didomin. Li navçeyê, di çarçoveya amedekariyên 8'ê Adarê de endamên DOKH'ê li ber avahiya BDP'ê ya Silopiyê hatin cem hev û heta taxa Başak ê meşiyan. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Navçeyê Bahattîn Alkiş, Wekîlê Şaredarê Silopiyê Abdullah Bakşî jî piştgirî da jinan. Di meşa ku di bin baranê de hatiye lidarxistin de gelek caran sloganên "Jin jiyan azadi" hatinberzkirin. Piştî meşê jinan belovok belavî dikandaran kirin. Jinan ji bo mitînga ku dê li Qada Newrozê saet di 11.00'an de bê lidarxistin banga tevlibûnê kirin.



Bernameya mitîngê wiha ye:

Girse 1'ê Adarê saet 11.00'an de dê li ber avahiya BDP'ê ya Slopiyî bê cem hev û ber bi qada mitîngê ve bimeşe. Piştî meşê bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gulten Kişanak, Hevseroka KCD'ê ya Aysel Tugluk û gelek kesên din dê beşdarî mîtînga sibê bibin.

Her wiha dîsa dê hunermend Rojda, Koma Nergîze Botan, Koma Bişenk û koma folklorê dê beşdarî mîtîngê bibin û konserê bidin.

AMED

Li Amedê jî bi heman armancê li gelek nokteyên bajar bi kurdî û tirkî 150 bilboard û 150  raket ên têkildarî 8'e Adarê hatin daliqandin. Bîlboardên ku ji aliyê DOKH'ê ve hatin daliwandin li ser wan "Qirkirina jnê, qirkirina civakê ye", " Em çanda tecawizê têk bibin, civaka azad û demokratîk ava bikin" û Em bi coşa 8'ê Adarê li qadan bin" nivîsandin.  Her wiha jinên KESK'ê jî têkildarî 8'ê pankart li bîlbaordan xistin.

ÊLIH

Platforma Jinan a KESK'ê ya Êlihê li salona Platforma Şaxên KESK'ê ya Êlihê têkildarî bernameya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhan civîna çapemeiyê li dar xist. Di civînên de hemû yekîneyên KESK'ê amadebûn. Nendama Platforma Jinan a KESK'ê ya Êlihê Meral Ceylan, daxuyanî xwende û diyar kir ku ew dê di 8'ê Adarê têkoşîna jinê di salavegera 101'an de careke din pêş bixin û wiha got: "Ji bo xebatek bi ewlehî, rawestandina cinayetên jinan, perwerdehiya zimanê zikmakî û mafên tendûrîstiyê li qadan bin" Ceylan, anî ziman ku ew dê di 2'yê adarê dê bi jînên girtî yên KESK'î di nav piştevaniyê da bibin û wiha axivî: "Em dê di saet 18'an de li ber avahiya KESK'ê heta Parqa Ataturkê meşeke meşaleyî li dar bixin. Di 8'ê Adarê de em dê li hemberî hemû zext û zordariyan li qadan bin. Ji ber wê yekê em bang li hemû jinan dikin ku tevlî mitînga di bin rêbertiya DOKH'ê ya di 8'ê Adarê de pêktê bibin."

SÊRT

Li Sêrtê jî bi heman armancê bi daxuyaniyekê bernameya xwe aşker kir. Di daxuyaniya li Navenda Şêwêrmenidiyê ya Jinê ya Berfînê ya Şaredariya Sêrtê pêk hat nûnerên jinan tevlî bûn. Li ser navê jinan Serokê SES'ê ya Sêrtê Gulhan Tekîn daxuyanî xwend û diyar kir ku ew dê li hemberî pêkutiyên li ser jinan dê di 8'ê Adarê de li qadan bin. Tekîn bernameya jina ya 8'ê Adarê jî aşker kir û li gorî vê yekê dê di 1'ê adarê saet di 13.00'an de li Salona Konferansê dê film bê pêşkêş kirin. Di 4'ê adarê saet di 12.00'an de dê gul li jinên li kolana Guresê dixebitin bên belavkirin û pişt re jî dê li ber avahiya KESK'ê daxuyanî bê dayîn. Dê ji bo jinên girtî qart bên şandin. Di 5'ê adarê de saet di 10.00'an de li Qada Newrozê ya li taxa Çakmakê bi tevlîbûna Parlementera DEP'ê Leyla Zana şahî bê pêk û dê Koma Sor Jiyan, Koma Denge Jinen Botan û hûnermêndên NÇM'ê yên Sêrtê jî tevlî bibin.

EDENE

Endam û aktîvîstên Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk (DOKH), di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li taxa Barbaros a navçeya Seyhana Edeneyê şahiyek pêk anîn. Endamên DOKH'ê, li Mala Çand û Demokrasiyê ya taxa Barbaros a Seyhana Edeneyê, di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li taxa Gulbahçe ya navçeya Seyhana Edeneyê şahiyek pêk anîn. Bi sedan jin li hev kom bûn û 8'ê Adarê pîroz kirin. Di şahiyê de pankartên "8'ê Adarê roja jinên kedkar a cihanê pîroz be", "Ji komkujiya siyasî re bes e", "Jina ku azad bibe dê civaka azad biafirîne", "Em li dijî tecawiz û tecawizkaran têkoşînê bilind bikin" vekirin û dowîzên "Keda me binpê neke" û "Ji bişavtinê re êdî bes e", "Dest nede vîna min" û "Ji operasyonan re na" rakirin. Her wiha jinan bênavber sloganên "Jin jiyan azadî", "Bê serok jiyan nabe", "Ocalan Ocalan" qerîyan. Endama Meclîsa BDP'ê Cihan Sîncar û Serokê Rêxistina BDP'ê yê Seyhanê Refîk Bayav jî telvî şahiyê bûn.

WAN

Li Wanê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de li VAKASUM'ê civîna çapemeniyê hate lidarxistin. Endama Meclisa Şaredariya Wanê Niştiman Ozcan, li ser navê jinan daxuyanî da û anî ziman ku jin 101 salin li dijî feraseta zilamê serdest têkoşîna rûmetê didin û wiha got: "Jinên kurd jî 5 hezar salin li dijî feraseta serdest û îxtîdarê têkoşinek mezin dide. Jin êdi li nasmame, çand û zimanê xwedî derdikevin.  Hişmendiya AKP'ê feraseta serdest diparêze û li dijî tîkoşîna jinan dibe asteng. Ozmen, anî ziman ku dê her tim li dijî vê ferasetê têkoşîna xwe bidomînin û wiha got: "Herî zêde jinên kurd ji şer û pevçûna herêmê dikevin bin bandorê. Zarokên wan tên kuştin, koçber dibin. Ji nasname û çanda xwe tên dûrxistin û mafê wan ên bingehîn tê binpêkirin. Lê êdi jinên kurd xwe nas dikin û li mafê xwe xwedî derdikevin. Jin dê di 8'ê Adarê de li qadan bin. Li navçeya Qelqeliyê jî jinan beriya şahiya 3'ê adarê li navçeyê gul belav kirin û hemû jin dawetî şahiyê kirin.

GIYADÎN



Li navçeya Giyadinê jî Meclîsa Jinan a BDP'ê di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê de li 7 taxan komîsyon ava kirin û strarta xebatan dan. Her wiha ji bo şahiya 5'ê adarê jî dest bi xwebat û amadekariyan kirin.

BÛRSA

Li Bûrsayê jî Meclîsa Jinan a BDP'ê di çarçoveya şahiyên 8'ê Adarê de li salona Dawetê ya Nergîz şahiyek bi girseyi pêk anîn. Di şahiyê de parlementera BDP'ê Fatma Kurtalan û Hevseroka BDP'ê ya Bûrsayê  Ayla Yildirim beşdarî şahiyê bûn. Jinan dowîzê ''Jin Jiyane'', ''Ji kirkirina jinan re na" û ''Jin jiyan azadi'' berz kirin. Şahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Pişt re ji aliyê koma Navenda Çanda Sarya ve şanoya ''Dînê'' hate lîstin. Pişt re jî Koma Gunyuzu bi kurdî û tirkî stran got.

Endama Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê ya Bûrsayê Hayriye Kum,  jî serpêhatiyê xwe û yên dayikên aştiyê vegot. Kum, da zanîn ku ew dayiyek ku kezeba wê şewitiye û wiha got: "Ji her derê Kurdistanê hestî derdikevin. Di vê hilbijartinê de em dê destûr nedin ku AKP ya hêsirê çavan nabîne bi ser bikeve.

Parlementera BDP'ê Fatma Kurtalan jî li ser wate û girîngiya 8'ê Adarê rawestiya û anî ziman ku hikûmeta AKP'ê vê têkoşîn û keda wan nabîne.

(mae/ft/lg)


Bêjeyên Miftehî