Amara amade ye,amara,amade,ye

Amara amade ye

Amara ji bo pêşwazîkirina mêvanan amade ye

A+ A-

Di 63'emîn salvegera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de dê Meşa Amara li gel qedexeyan jî bidome. Malbata Ocalan, ji bo mêvên ku di 4'ê Nîsanê de bên Amarayê amadekariyên xwe temam kirin. Mehmet Ocalan, diyar kir ku Ocalan wekî vîna gel hatiye qebûl kirin û gel wî rêberê xwe dibîne û xwest hikûmet ji vîna gel re hurmetê nîşan bide.

Îsal 9'emîn Meşa Amara ku ji aliyê TUHAD-FED'ê ve tê lidarxistin de pêk bê. Ji bo Meşa Amara ku her sal li gel hemû astengî û qedexeyan pêk tê, amadekarî li her derê didomin. Meşa îsal dê bi dirûşmeya "Ne tecrid azadî, ne şer muzakere" pêk bê. Îsal hêj hefteyek ji meşê re hebû Wezirê Karên Hundir Îdrîs Naîm Şahîn, giştînameyek belav kir û diyar kir ku dê destûrê nedin Meşa Amarayê. Meşa ku her sal tê qedexekirin û li gel hemû qedexeyan dîsa ji aliyê 10 hezaran kesan ve pêk tê, dê îsal dîsa pêk bê û amadekariyên wê didomin. Her sal ji bo pêşwazikirin jî malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan amadekariyan dikin. Îsal jî malbatê amadekariyên pêşwazîkirina mavanan bi dawî kirin û ji bo mêvanan amade ne. Malbata Ocalan bertek nîşanî giştînameya Wezîrê Karên Hundir da û diyar kir ku ev hewldana Wezîr provakatif e. Birayê Ocalan Mehmet Ocalan, diyar kir ku birayê wî 8 mehin di bin tecrîda giran de dijî û tu agahî ji wî nayê girtin. Mehmet Ocalan, da zanîn ku armanca qedexeya meşê provakatif e û wiha got: "Heta niha gelek caran hate tecrîdkirin. Lê ewqas jî nebûye. Dibe ku her kes li gorî dewletê nebaş be. Dibe ku dijmin jî bibîne. Lê Ocalan demek dirêj e di bin çavdêriya wan de ye. Niha hemû parêzerê wî girtine û ew jî di bin tecrîdek giran de dijî. Ev pêkanîna li dijî Ocalan bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ev feraseta hiqûq û demokrasiyê nayê qebûlkirin."

'Mafê malbatê yê hiqûqî tê binpêkirin'

Mehmet Ocalan, destnîşan kir ku birayê wî ne mirovekî hêsan û ji rêzê ye û wiha berdewam kir: "Divê hurmetê ji vîn û nûnerê gel re nîşan bidin. Tirkiye çawa nêzîk bibe bila bibe, lê di encamê de birayê min girtî ye. Di bin venêrtî û çavdêriya dewletê de mafê birayê min tê binpêkirin. Kurd vê yekê qebûl nakin. Divê wekî mirovekî ji rêzê nêzîk nebin. Wekî vîna gel wî qebûl bikin. Dikarin cîhanê bixapinin, lê nikarin gelê kurd bixapînin. Birayê min 8 mehin di bin tecrîdê de ye. 8 mehin bi hinceta keştî xerabe ye asteng dikin. Lê em dizanin ji ber sedemên polîtîk tecrîd pêk tê. Ez vê helwesta reyadaran şermezar dikim."

'Heta ku parêzer neçin hevditinê em jî naçin'

Mehmet Ocalan, ani ziman ku heta parêzer neçin hevditinê û rêya hevditinê li pêş parêzeran nayê vekirin ew jî naçin hevdîtinê û wiha got: "Divê demek zûtirîn parêzer biçin Îmraliyê û rê li pêş hevdîtinê bê vekirin. Piştî parêzer çûn em jî dê biçin. Gelê kurd êdi dixwazin bi lezgîn hevdîtin pêk bê."

'Divê astengiyan li pêş mêvanan dernexin'

Ocalan, bertke nişanî qedexeya meşa 4'ê Nîsanê da û wiha berdewam kir: "Di mudaxaleya 2009'an de 2 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Em naxwazin rewşên nexweş pêk bên. Dema qedexe tune bepirsgirêk ji çênabin. Me hemû amadekariyên xwe temam kirine. Em naxwazin ji mêvanên me re astengiyan derxin. Sala par bi 10 hezaran kes hatin guhd û tu pirsgirêk derneket. Lê isal dema astengî hebin dibe ku pirsgirêk derkeve. Armaca astengiyê provakasyon e."

Biraziyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Alî Ocalan jî anî ziman ku sala par di 4'ê Nisanê de bi bi 10 hezaran mirov hatin gund û pîrozbahî pêk anîn û xwest astengî û qedexe bên rakirin. Alî Ocalan destnîşan kir ku ew naxwazin bûyerên nexweş pêk bên û xwest dewlet qedexeyan rake.

Xwişka Abdullah Ocalan Fatma Ocalan jî anî ziman ku wan hemû amadekariyên ji bo mêvanan temam kiriye û li benda mêvanen xwe ne. Ocalan xwest asteniyên li pêş mêvana bên rakirin.

(mae)


Bêjeyên Miftehî