1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ambargoya li ser Rojava tendûrîstiya mirovan tehdît dike
Ambargoya li ser Rojava tendûrîstiya mirovan tehdît dike,ambargoya,li,ser,rojava,tendûrîstiya,mirovan,tehdît,dike

Ambargoya li ser Rojava tendûrîstiya mirovan tehdît dike

A+ A-

2 Pûşper DİHA) - Li Rojava ji ber êrîşên çeteyan û ambargoyê pirsgirêkên dermanan tên jiyîn û nexweşiyên bi salane derneketin holê careke din derketin holê. Doktorên Rojavayî, ji bo nexweşên xwe derban bikin û pêşiyan nexweşiyan bigirin bang raya giştî kirin ku ambargoyê rabikin û ji raya giştî ya Kurdistanê re jî banga alîkariyan kirin.

Li dijî gelên Rojava yên bi têkoşîna azadiyê gelek destkeftî bi dest xistin li aliyekî êrîşên çeteyan didomin û li aliy ê din jî Tirkiye û PDK ambargoyê pêktîne û dixwazin şoreşa gelan bifetîsînin. Doktorên ji Kantona Cizîrê ya Rojava hatin û tevlî 6'emîn Kongreya Tipê ya Mezopotamya ya li Mêrdînê pêk hat bûn pirsgirêkên tendûrîstî yên ji ber êrîş û ambargoyê dijîn vegotin.

'Li Rojava ji ber pirsgirêka dermaman nexweşî zêde dibin'

Doktorê zarokan Dr. Cîhan Şahîn, diyar kir ku birînên Rojava incax bi destê doktorên din ên kurd dê bê başkirin. Şahîn, anî ziman ku ji bo vê yekê jî divê alîkariyên Rojava zêde bibin û ji ber pirsgirêkên dermanan û bêderfetiyan gelek zehmetiyan dikêşin. Şahîn, da zanîn ku ji ber pirsgirêkên dermanan nexweşî zêde dibin. Şahîn, bilêv kir ku bi taybet nexweşiyên zarokan zêdebûn û pêdiviya wan bi derman û amûrên din ên tendûrîstiyê hene.

Doktorê Rodyolojiyê Dr. Xamgîn Sulaîman jî diyar kir ku nexweşan incax li herêmên di bin parastina YPG û YPJ'ê de dikarin derman bikin. Sulaîman, anî ziman ku ji ber ji gelek dewrên din jî welatî tên wan herêmên ewlehî bi nexweşiyên nû re rû bi rû dimînin û ev yêk jî li ser pirsgirêkên heyî pirsgirêkan zêde dike. Sulaîman, da zanîn ku bi taybet di pevçûnên li Helep û derdora Helepê de ji ber çekên kîmyevî gelek nexweşî li Rojava belav bûn û wiha got: "Berî şoreşê ev nexweşî tunebûn. Ji bo pêşiya nexweşiyan bên girt divê ambargo li ser Rojava bê rakirin û deriyên sînor bên vekirin. Ji bo hinek nexweşiyên em rast tên niha di destê me de derman tunene."

'Nexweşiyên nû derdikevin'

Sulamîan, bilêv kir ku jeneratorên ji ber qutbûna ceyaranê tên bikaranîn jî bi xwe re nexweşiyên nû derdixin holê û bi taybet rê li nexweşiya pençeşêrê ya pişîkê ve dike.

'Nexweşiyên 25 salin nedihatin dîtin derketin holê'

Doktorê Kardiyolojiyê Dr. Xesen Misto jî diyar kir ku nexweşiya sorikê ya 25 salin li Rojava nedihate dîtin di nava salekê de gelek zêde bûye. Misto, anî ziman ku ji ber vê yekê alîkariya dermanan a ji Rojava re gelek girîng e û wiha got: "Ji bo em dermankirina van nexweşiyan bikin hewcehiya me bi dermanan heye. Divê demildest ambargoya li ser Rojava bê rakirin û hemû sazî û dezgehên di vê mijarê de bihestiyar alîkariya me bikin."

(bd)