1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Amed dê êrîşa polîsan di 17'ê Sibatê de şermezar bike
Amed dê êrîşa polîsan di 17'ê Sibatê de şermezar bike,amed,dê,êrîşa,polîsan,di,17,ê,sibatê,de,şermezar,bike

Amed dê êrîşa polîsan di 17'ê Sibatê de şermezar bike

A+ A-

Mudaxaleya polîsan a tund a li hemberî çalakiyê şermezarkirina 15'ê Sibatê roja anîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li Amedê di 17'ê sibatê de dê bi meşekê bê şermezarkirin. Ji bo Mustafa Malçokê ku bedena xwe dabû ber agir jî şîna 3 rojan hate îlankirin.

Têkildarî, mijarê ji aliyê Înîsiyatîfa Gel a Amedê ve daxuyaniyek nivîskî hate weşandin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku daxwaza azadiyê ya gel rastî bêtehamuliyê hatiye û polîsan mudaxale li girseyê kiriye. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku ji bo Mustafa Malçokê ku bedena xwe dabû ber agir jî şîna 3 rojan hatiye îlankirin û wiha hate berdewamkirin: "Em dê bi ruha berxwedanê xwedî li bibîranîna rêheval Mustfa Malçok derkevin. Li ser vê esasê em dê ji bo azadiya Rêber Apo çalakiyên xwe bidomînin."

Di daxuyaniyê de bang li gel hate kirin ku tevli meşa 17'ê sibatê bibin û heta gotin ku dê ji bo meşê 13 navçeyên Amedê tevlibûn çêbibe. Meş di 17'ê Sibatê saet di 12.00'an de dê li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya Amedê destpê bike û li cem Parka Koşuyoluyê jî bi dawî bibe.

DÎHA (lg/tt)