1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Amed: Eger êrîş zêde bibin, em ê destwerdana li bajaran nîqaş bikin
Amed: Eger êrîş zêde bibin, em ê destwerdana li bajaran nîqaş bikin,amed,eger,êrîş,zêde,bibin,em,ê,destwerdana,li,bajaran,nîqaş,bikin

Amed: Eger êrîş zêde bibin, em ê destwerdana li bajaran nîqaş bikin

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Delal Amed da xuyakirin, ku li hemberî êrîşên di sala 2015'an de hatin kirin, jinan berxwedaneke mezin nîşan dan

A+ A-

BEHDÎNAN - ANF Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Delal Amed da xuyakirin, ku li hemberî êrîşên di sala 2015'an de hatin kirin, jinan berxwedaneke mezin nîşan dan. Amed ragihand, ku di sala 2016'an de jî wê modela Xweseriya Demokratîk û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan paralelî hev pêk werin û got, "Eger di sala 2016'an de êrîş zêde bibin, em ê destwerdana li bajaran nîqaş bikin."

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Delal Amed di destpêka axaftina xwe ya ji bo ANF'ê de sala nû li gelê Kurd bi taybetî li jinên Kurd ên li Sûr, Nisêbîn, Kerboran, Cizîr û Silopiyayê pîroz kir.

'AKP'Ê BI ZANEBÛN DÎROKA PEYMANA LOZANÊ HILBIJART'

Amed diyar kir ku di sala 2015'an de AKP'ê ne tenê xwe li destketiyên hilbijartinê ranegirt, di heman demê de xwegihandina hev a Kantonên Kobanê û Cizîrê û azadiya Girê Spî tehemûl nekir.

Amed bal kişand ser komkujî û qirkirinên siyasî yên AKP'ê di 24'ê Tîrmehê de da destpêkirin û got, "Ev jî pêş amadekariya şer bû. Di vê dema amadekariyê de li benda desteka hêzên derdorê bû. Ji ber ku felsefeya Rêber Apo diket meriyetê. Hêzên navneteweyî yên ji vê ditirsiyan, li hemberî vê felsefeyê destek dan AKP'ê û AKP li ser vê yekê di 24'ê Tîrmehê de bi gelek balafiran bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barand. Çima AKP'ê ev êrîşên xwe di şeva 24'ê Tîrmehê de da destpêkirin? Weke ku tê zanîn bi peymana Lozanê re hat xwestin ku Kurd tine bê hesibandin û Kurdistan bi 4 parçeyan hat parçekirin. Ev dîrok bi zanebûn hilbijart û xwest dîrokê dubare bike."

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Amed da xuyakirin ku weke hêzên HPG û YJA Starê li hemberî van êrîşan ew di asta pêngavî de nêzîk bûn û got, "Gelê Kurd jî ev qebûl nekir û dest bi destnîşankirina rêya xwe kir. Dema rêyên çareseriya demokratîk ên Rêber Apo xwest pêk bîne xitimîn, gelê me li hemberî vê yekê serî li lêgerînên xwe yên çareseriyê da."

'GERÎLA LI HERÊMÊN XWESER NÎNE'

Amed da zanîn, ku di vê demê de gerîlayên HPG û YJA Starê bi heybetî li ber xwe dan û got, "Tevî ku şert û mercên heyî zivistan e jî, gerîla li qada bejahî berxwedana xwe didomîne. Di medyayê de hewl didin nîşan bidin ku li qadên xweseriya demokratîk gerîlayên HPG û YJA Starê hene û bi vî rengî dixwzin zêdebûna êrîşan bi vê ve girê bidin. Lê belê ti ji hêzên me li van herêman nîne. Di dema bihurî de car carna hêzên me diçû çalakî pêk dianî û vedigeriyan. Lê belê di rewşa heyî de li qadên xweser, tiştekî bi vî rengî nîne."

'YA KU DIBÊJIN TERORÎST, PITIKA 3 MEHÎ Û KALÊN ME YÊN 70 SALÎ NE'

Amed bibîr xist ku bi îlana xweseriya demokratîk re êrîşan destpê kirin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Di êrîşên destpêkê de gel li hemberî polîs û tîmên Esedûllah ku tîmên taybet ên AKP'ê ne, têkoşiya. Lê belê niha artêş ketiye dewrê. Û bajar tên dorpêçkirin. Bi îlana qedexeyên derektina derve re zemîn ji komkujiyan re tê amadekirin. Îlana vê dikin. Zarokên hînê nizanin qedexeya derketina deve çi ne, zarokekî astengdar ê li Cizîrê bi rêbazên şerê taybet ên namerdî tên qetilkirin. Tevî van hemûyan AKP'ê dest bi şerê medyayê jî kiriye. Bi bidestxistina hin navgînên medyayê re vê yekê sor dike. Hewl dide têgihiştina 'têkçûnê' di nava gel de biafirîne û bi vî rengî şer bimeşîne. Gotinên 'bi sedan terorîst hatin bêbandorkirin' ên her roj di çapemeniyê de tên gotin, parçeyek ji vê lîstikê ye. Ya ku jê re dibêjin terorîst pitika 3 mehî, kalên me yên 70 salî ne. Divê gelê me bi vê baş bizanibin."

'DI REWŞA HEYÎ DE EM DESTWERDANA LI BAJARAN NÎQAŞ DIKIN'

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Delal Amed destnîşan kir ku li hemberî şerê taybet-leşkerî berxwedaneke gelekî mezin heye û anî ziman ku weke hêzên YJA Starê ew heta dawiyê li pişt vê berxwedanê ne.

Amed got, "Em li cem jinan in ku mafên azadiyê yên herî xwezayî yên gelê me diparêzin. Em amade ne çi ji destê me bên bikin. Weke ku min beriya niha jî got, heta niha bi ti awayî destwerdaneke me li qadên xwerêveberiyê çênebû. Lê bêguman eger êrîş zêde bibin, weke hêza parastina gel em ê vê destwerdanê nîqaş bikin. Di nava şert û mercên asayî de bajar di bin kontrola polîsan de ne. Eger bi artêşeke ji 10.000 leşker û fermandarên leşkerî re destwerdanê dikin, divê bê dîtin ku gelê Kurd jî xwedî artêşekê ye. Di rewşa heyî de em nîqaşan li ser destwerdana li bajaran dikin."

'SALA 2016 WÊ BI BERXWEDANEKE MEZIN DERBAS BIBE'

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Delal Amedê da xuyakirin ku sala 2015'an ji aliyê wan ve bûye saleke ku nexşerêya wan zelal bûye û anî ziman ku di vê salê de modela xweseriya demokratîk a gelê Kurd ava bûye.

Amed diyar kir ku ew li pişt vê daxwaza gelê xwe ne û got, "Em bi îdîa ne ku hem gelê me hem jî hêzên me bi berxwedaneke mezin bikevin sala 2016'an. Weke hêzên YJA Starê em bi îdîa ne ku sala 2016'an bikin sala hevdîtina bi Rêbertî re."