1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. Amed herikî Qada Azadiyê
Amed herikî Qada Azadiyê,amed,herikî,qada,azadiyê

Amed herikî Qada Azadiyê

A+ A-

Amed - Merasima 3 jinên kurd bi tevlêbûna 100 hezaran li qada Batikenta Amedê didome. Di merasimê de Hevserokê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş, diyar kir ku li gel hemu êş û êrîşan gelê kurd carek din vîn û biryara aştî û çaereseriye nîşan da û disa aştiyê dixwaze. Demîrtaş peyam da ku gelê Kurd wêrek e, lewma ji aşitiyê re amade ye. Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk jî kesên ku qala hesasiyetê dikin rexne kir û got: "Ey serokwezîr Erdogan hûn li aliyekî ji kurdan dixawzin hasas tev bigerin, li aliyê din hûn qandîlê bombe dikin. Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk jî diyar kir ku ev komkujî li dijî Îmralî, aştî, têkoşîna azadiya gelê kurd û têvgera jinê pêk hatiye.

Bi 100 hezaran kesên ku li qada Batikentê kom bûn bi siloganan 3 jinên kurd pêşwazî dikin. Merasim bi axaftinan berdewam dike. Di merasimê de Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyte Zumrut, Şaredarê Amedê Osman Baydemîr, Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, Hevserokê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş axaftin kirin.

TURK: EY SEROKWEZÎR HESASIYET Û BOMBEKIRINA QENDILÊ BI HEV RE NAMEŞE


Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk jî derket ser dikê û wiha axivi: "Gelê hêja dayikên ezîz îro dilê me bi eş e. Dilê me bi elem û êş e. Îro 3 kulîlkên Kurdistanê u azadiyê em dişînin nava karwanên şehîdan. Em dizanin ev ked û ev xwîn tu carî gelê kurd ji bîr nakin. Îro li qada Amedê bi 100 hezaran gelê kurd şehîdê azadiyê û şehîdê Kurdistanê bi rê dikin û hevala Sakîne, Hevala Fîdan û hevala Leyla bi rê dikin. Hûn zanibin ku gelê kurd ji bo azadî û aştiyê her tim di nava xebat û têkoşînê de bin. Bila dayik û malbatê me negirîn. Ew şehîdê Kurdistan in. Ew şehîdê bi rûmet in. Gotine gelêkurd heye. Dibêje 'Ga dimirin çerm dimin. Lê mêrxas dimirin nav dimîne'. Gelê kurd dê her tim navê wan bibîr bîne û her dem dê di rêya wan de bimeşin. Îro 100 hezaran gelê kurd şehîdê xwe bi rê dikin û oxir dikin. Em dizanin gelê kurd dilbirîne. lê gelê kurd bi têkoşîna azadiyê wê dilê xwe yê dilbirîn bi destkê xwe derman bikin. Em dizanin hemû çavê cîhanê li ser Amedê ye. Ez dixwazim ji ber vê yekê çend tiştan bi tirkî binînn ziman."

'GELÊ KURD JI BILÎ AZADIYE TIŞTEKÎ DIN QEBÛL NAKE'


Turk, da zanîn ku ew dizanin bedelê azadiyê pir zêdene û wiha berdewam kir: "Gelê kurd ji bilî azadiyê tu tiştên din qebûl nakin. Gelê kurd aştiyek bi rûmet her tim parast. Her tim destê aştiyê dirêj kir. Her tim biratiya gelan xwest. Lê her tim xwest me teslîm bigirin. Gelê kurt tu car û tu car teslîmiyetê û bêrûmetiyê qebûl nake. Gelê kurd tu carî dê daxwazên xwe yên aştiyê û azadiyê kêm neke. Em di pêvajoyek pir girîn û dîrokî re derbas dibin. Pêvajoya ku aşti tê niqaşkirin me 3 şitil û canê xwe winda kir. Li gel vêkê em dîsa daxwaza aştiyek bi rûmet dikin. Gelê me dîsa aştiyek bi rûmet dixwazin. Aştî bi hurmeta dualî pêk tê. Aştî bi naskirina hev û dualî pêk tê. Aştî bi edalet û parastina mafan pêk tê."

'EY SEROKWEZÎR ERDOGAN EV ÇAWA HESASIYET E?'

Turk, helwesta Serokwezîr Erdogan a hasasiyetê jî rexne kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hemû cîhan dibêjin bila Amed zerarê nedin aştiyê. Em bi vê hişyariyê ji bo aştiyê şehîdê xwe bi rê dikin. Em bang li kesên ku dibêjin bila hesasiyet tev bigerin dikin. Ey Serokwezîr Erdogan dema tu behsa hesasiyetê û aştiyê dikin tu Qandîlê bombe dike. Ev çawa hasasiyetê ye. Hem dê behsa hesasiyetê bikin û hem jî dê li ser gundan bombe bikin. Em dixwazin ku pergal jî vê hesasiyetê nişan bide. Em bang li gelê tirk jî dikin û dixwazin ku gotinên Serokwezîr Erdogan û kirinên wî baş bibinin. Ka kî aştiyê dixwaze kî şer dixwaze. Em di hisûra 3 şehîdên xwe de bejna xwe ditewînin. Li ber şehîdê hemû kurdistanê ditewînin. Em bawer dikin ku mafdarin û em dê azadiyê bi dest bixin.

TUGLUK: QETILKIRINA 3 ŞITLÊ AZADIYÊ LI DIJÎ ÎMRALIYÊ Û AŞTIYÊ PÊK HATIYE


Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk jî gelê Amedê slav kir û wiha got: "Amed êşa 3 dilê xwe yê xweşik û 3 jinên serhildanê dijîn. Qatilên 3 şitlên xweşik qetil kirin. Em wan nahlet dikin. Em wan şermezar dikin. 3 hevalên me bi awayekî hov hatin qetilkirin. 3 hevalên ne neferê têkoşîna azatiya jinê û milîtanê azadiya gelê kurd bûn. 3 hevalên me tenê ji bo azdî xwestin. Ji bo jiyanek bi rûmet xwestin hatin qetilkirin. Ji bo mafê mirovan ê gelan xwestin hatin qetilkirin. Ev komkujî, li dijî têkoşîna azadiya jinê ye. Ev komkujî li dijî jinê pêk hatiye. Ev qetlîam li dijî aştiyê û li diji hevdîtina aştiyê pêk hatiye. Bi vê qetilkirinê xwestine aştiyê asteng bikin. Armanc û feraseta qatîlan diyar e. Kesên naxwazin pirsgirêka kurd bi riya aştî û demokrasiye çareser nebe ev qetilkirin pêk anîne. Em van qatilan baş nas dikin."

'HETA EM LI SER VÊ AXÊ AZADIYÊ BI DEST BIXIN TÊKOŞÎNA ME DÊ BIDOME'

Tugluk, ani ziman ku di vê êşa ku hevalên xwe dijîn de axaftin pir zehmet e û wiha berdewam kir: "Hemû gelê kurdistanê û jinên kurd dê rêca we û ala we bi rûmet û serbilindî bilind bike û tû carî destûr nade ku bikeve xwar. Me pir êş û îşkence kişand. Lê tu carî me gav bi paş ve neavêt. Em têk neçûn. Bedel çi dibe bila bibe, astengî çi dibe bila bibe heta dawî dê têkoşîna azadiyê bidome. Heta ku em li ser vê axê aştî û azadiyê bi dest bixin dê têkoşîna we ya azadiyê bidome. Layiqbûna Sakine Fidan û leyla mezin bûna vê têkoşînê ye. Mezinbûna vê têkoşînê dê bibe bersiva qatililan. Em dê teqez bi ser bikevin. Di şexsê 3 şitlên azadiyê de ez hemû şehîdên kurdistanê silav dikim. Jin jiyan û Azadî şehîd namirin."

DEMÎRTAŞ: GELÊ KURD BIRYARA AŞTIYÊ DA, DOR YA WE YE


Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî anî ziman ku bi 100 salan e gelê kurd her roj û her saet êşê dijî û wiha got: "Gund bi gund, kolan bi kolan gelê me bi îşkencê hatiye dorpêçkirin. Îro jina kurd li hemû rojhilata navîn bûye meşaleya ronahiyê. Em dema vê êşê dijîn divê em pêşeroja xwe bibir bînin û pêşerojê bijîn. Berê cihê jina kurd li ser sifrê tune bû. Lê îro 3 jinên kurd nîşan dide ku dê çawa şoreş pêk bê. Silav ji şoreşgerên jin û dayikên aştiyê. Ew şoreşgerê li dijî serdestiya zilam û feraseta mêr têkoşîn dan. Ger ku îro em li vê qadê bin em bi xêra we ne. Ev têkoşîna we tekoşîna gelê kurd e. Ev têkoşîn bi berxwedana 3 jinên kurd pêş ket. Ger ku dê li vî welati azadî û aştî pêk bê divê em weki wan bijin. Ger ku hewce be divê em wekî wan bi tekoşinek demokratîk û şoreşger bimirin û aştiyê bînin vî welatî. Em ji hemû gelê kurd, tevgera azadiyê û malbatên wan re serkaxiyê dixwazin. Êdî wateya gotinê nemaye. Êdî dema pratîk û kar e. Dem dema têkoşîna ji bo aştiyê. Ger ku em bixwazin li nirxê xwe xwedi derkevin. Divê em bi sebr û awil û wêrek tev bigerin. Di van rojên ku operasyonên qederê li ser me tên meşandin em biryara gelê kurd tînin ziman. Gelê kurt tu carî ji aştiyê nereviya û paşve gav neavêt. Tu kes nikare bêje gelê kurd aştiyê naxwaze. Kes bila neheqiyê li gelê kurd neke. Gelê kurd dema di rojên bi êş û ewladê xwe binax kir dîsa sonda tolhildanê nexwar. Her tim ji bo aştiyê kir qerîn. Dê gelê cihanê û kengî fam bike ku gelê kurd çi dixwazin. Em her tim li pişt gelê xwe ne. Me soza azadiyê û aştiyê daye gelê xwe. Ev ax tîyê aştî û azadiyê ye. Di vê pêvajoyê de tu kes nikare gelê kurd bi tiştekî sûcdar bike. Tu carî me ji muzakere û aştiyê nereviya ne. Baweriya me heta dawî heye ku em bi aştî û muzakereyan pêk bînin. Gelê kurd li pişt hevditinên Îmraliyê le. Gelê kurd êdî dibêjin aştî. Dibêjin em bi axaftin û niqaşkirinê dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin û xwînê rawestînin."

'DI ROJÊN AŞTÎ TÊ AXAFTIN DE LI QANDÎLÊ BOMBE TÊN BARANDIN'

Demîrtaş, di berdewama axaftina xwe de helwesta hikûmetê rexne kir û wiha berdewam kir: "Em gelê xwe ewlehiya aştiyê dibînin. Em dibêjin gelê kurd daxwaza xwe ya aştiyê bi vî rengî datîne holê. Ka baweriya we ya aştiyê çiye. Qada Amedê û gelê kurd di rojên xwe yên herî bi êş de di merasima cenazeyan de jî baweriya aştiyê dide. Ger ku hûn dixwazin li ser ruyê vê axê gul vebin û hişmendiya şer bê binaxkirin em amade bin. Fermandara şehîdê me azadî u aştiyek bi rûmet e. Nirxên wan nirxen me ne. Em di rêya wan de dimeşin."

EM HEMAN HESASIYETÊ JI HER KESÎ DIXQAZIN'

Demîrtaş, xwest her kes heman hesasiyetê nişan bide û got: "Em di rojên ku aştiyê diaxivin de li morga Meletiyê 11 cenaze hene. Li Qandîlê bombe tê barandin. Li qandîlê 7 cenaze hene. Reng û êşên hesir û dayikan tev wek hev. Gelê kurd wêrek e û ji bo vê yekê aştiyê dixwaze. Ger ku hûn jî werêk bin hûn jî aştiyê bixwazin. Hodrî meydan. Divê her kes van dîmenan baş fam bike. Em li peş çareseriya Brêz Ocalan in. Ev daxwaza we ya aştiyê u çareseriyê dê biherike Dêrsim, Mereş û mêrsînê. Bi milyonan di riya we dene. Hûn aram di gorê xwe de razên. Ronîkirina qetilkirina we û dîtina qatilê we deynê me ye. Ger ku pêvajo bi ewlehi pêş bikeve divê her kes kujeran ronî bike. Dêdî dora muhatabê me û ewropayê ye. Gelê kurd ne berxê ber kêrê ye. Bi rêxistin û xwedî vîn e. Ez li hemberî hemû şehîdên xwe soz didim ku em dê bi dil û can têkoşîna we berdewam bikin. Em dê têkoşîna Sakîne Fidan û Leyla berdewam bikin.

TUNCEL: GULE BERDAN TEKOŞÎNA AZADIYÊ

Parlamentera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel jî axivî û wiha got: "Ew ne tenê Sakine, Fidan û Leyla ne. Ew milyon in. Kesên gule berdane, ne tenê gule berdane Sakin, Fidan û Leylan. Wan gule berdane milyonan. Em di rêya Sakine Cansiz de dimeşînin. Sakine Cansiz li Zindana Amedê tû ruyê îşkence û celadan kirine. Em jî li vir tû ruyê kujer û celadan dikin. Ev gule berdane têkoşîna azadiya kurdan. Ev gule berdana biratiya gelan. Kesên ku naxwazin li Tirkiyeyê kurd, ereb, tirk, çerkez û laz bi hevre bijîn ev qetilkirin pêk anîn. Lê biha her kes zanibe dê teqez aştî azadî û aramî bi ser bikeve. 3 şitlên azadî ji bo komara demokratîk û Tirkiyeyek demokratîk têkoşiyan. Em soz didin wan ku em jî tê têkoşîna wan berdewam bikin. Em dixwazin demek berî demekê qatil bên dîtin û darizandin. Em ji himûmeta Tirkiyeyê jî dixwazin ku ji bo kujer bên dîtin û buyer ronî bibe di nava hewldanan de be. Ger ku Tirkiye vê komkujiyê ronî neke ew jî dê berpirsiyar be. Têkoşîna we têkoşîna me, armanca we armanca me ye. Em soz didin heta dawî em dê meşale û têkoşîna we bilind bikin. Em dê têkoşîna we ya azadiyê ji her demê bêtir xurt û biryar bilind bikin."

BAYDEMÎR: WE TÛ RUYÊ ÎŞKENCEYÊ KIR AMEDÎ JI TÛ RUYÊ CELADAN DIKIN

Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Başdemîr jî diyar kir ku îro Amed Paytexta azadî, aştiyê ye û wiha axivî: "Îro şîn e. Îro şîna miletê mazlum şîna miletê kurd e. Îro bi 100 hezaran miletê kurd li qada Azadiyê ewladê xwe pêşwazî dike. Amed ez bejna xwe li hizûra we li ber hemû kedkarên azadiyê ditewînim. Ji bo min û ji bo Amed mazuvaniya herî zahmet û zor e. Ji ber me soz û qewl dabû hev. Xwişka Sakine, Fidan û Leyla dê bihatana Newroza Amedê. Lê mixabin îro em bi awayeki din mêvan dikin. Xwişka Sakîne, te li Zindana Amedê li gel Mazlum Dogan, Kemal pîr tovê jiyanê avêt erê. We tû ruyê îşkenceyê kir. Îro baş zanibe ku ew bajarê Amedê u Zindana Amedê ku we tavê jiyanê avêt bûye daristana aştî û azadiyê. Her bijî ji tere û ji heval û hogirê tere u her bijî ji berberxwedane. Xwişka Sakîne neviyê Seyit Riza ye. Te ala Seyit Riza hilgirt û heta îro anî. Em jî soz didin ku ev al heta aştiyek bi rûmet û gelê kurd azad bibe em dê danexin xwar. Heta azadî, wekkeviyek bi rûmet em di rêça we dene. Îro şîn e. Lê îro 17'ê mehê ye. Îro rojbûna xwişka Rojbîn e. Me soz dabû hev ku dê bihatana Amed û li Newrrozê em dê bi hevre bûna. Lê bawar bike xwişka Rojbîn û Fidan îro me vir kir qada Newrozê. Xwişka Leyla neviya Sêx Seîtê Kal bila baş zanibe ku îro di dimê milyonan gelê kurd de ye. Bila zanibin ku bi milyonan komkujiyê şermezar dikin."

'HER KU HÛN YEK JI ME BIKUJIN EM BI 100 HEZARAN ZÊDE DIBIN'

Baydemîr, bang li hemû gelê cîhanê u zilmkaran kir û wiha dawi li axatina xwe anî: "Her ku hûn yek ji me bikujin. em dê bi 100 hezaran zêde bibin. Em dê bi 100 hezaran sêde bibin. Riya şehîdê kurdistan vekiriî be. oxira we ya xêrê be. Hûn bi xêr û xwexşi hatin Baytexta xwe. Amed û ez bi dil û can û bi hurmet li ber keda we û têkoşîna we û li ber hêzirê çavê dakiyan ditawînim. Ez heta aştiyek bir ûmet û azadiyê ez bi gelê xwe re me û em di xizmeta we dene. "

Malbatên Leyla, Sakieê û Fidan jî axaftin kir û spasiya xwe ji gelê Amedê re anîn ziman. Pişti axaftinan disa darbestên 3 jinên kurd li ser milan hatin wergirtin. Cenaze dê di saetên pêş de ber bi bajarên wan ve bên birêkirin. Bi 100 hezaran cenazeyan ber bi Dêrsim, Elbîstan û Mêrsînê bi rê dikin.


Bêjeyên Miftehî