1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Amed: "Hûn bi xêr hatin"
Amed: "Hûn bi xêr hatin",amed,hûn,bi,xêr,hatin

Amed: "Hûn bi xêr hatin"

A+ A-

Şaredariya Surê ya Amedê, li 2 ketinên bajarê Amedê tabelayên bi 4 zimanan ên bi kurdî (kurmancî û dimilîkî) tirkî, ermeni û suryanî yên "Hûn bi xêr hatin bajarê me" daliqandin.

Şaredariya Surê di çarçoveya ximetên şaredariya pirzimanî de xebateke din a nû xist meriyetê. Şaredariya Surê piştî navên gund, tax, kolan û Mala Çandê ya bi 3 zimana niha jî di ketina Amedê de tabeleya bi 4 zimanan a "hûn bi xêr hatin bajarê me" daliqandin. Tabelayên xîtabî 4 gelên li Amedê dijîn dike. Tabelayek li Bajaroka Çarikliyê ya li ser riya bejayî ya Amed û Mêrdîn ya din ji li Gundê Til Elo ya li ser riya bejayî ya Amed û Ferqînê hatin daliqandin. Di tabelaya li ser riya Amed û Mêrdînê bi tirkî, kurd û suryanî, di tabelaya li ser riya Amed û Ferqînê jî bi tirkî, kurdî û ermenî hatin daliqandin.

DÎHA (ft/mae)


Bêjeyên Miftehî