1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Amed, Riha, Mêrdîn, Cizîr, Nisêbîn
Amed, Riha, Mêrdîn, Cizîr, Nisêbîn,amed,riha,mêrdîn,cizîr,nisêbîn

Amed, Riha, Mêrdîn, Cizîr, Nisêbîn

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - Mertalên Zindî yên li ser banga Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) dest bi çalakiyê kirin, li Cizîrê, bi nêzîkê hezar mertalên zindî ketin rê. Li Amedê polêsan dest danî li ser wesayitêk a hûnermêndan û 8 wesayitên din. Bi hezar Nisebînî jî mertalên zindî yên gahan navçeya wan peşwazî kirin.

CIZÎR

Çalakiya Dayikên Aşitiyê ji bo sekinandina êrîşa hewayî ya li ser axa Herêma Federal a Kurdistanê û operasyonên leşkerî yên herêmê destpê kir roja di 9'mîn de didome. Li ser banga Kongreya Civakê Demokratîk (KCD) ya ji bo piştgiriya çalakiya dayika bi nêzîkê hezar welatî li ber avahiya BDP'ê a Cizîrê kom bûn. Mertalên zindî bi dirûşmeyan û tilîliyan wesayitan suwar bûn ji bo biçin Deriyê Sînor ya Xabûrê ketin rê. Serokê BDP'ê yê navçe Esat Malkoç, berî ku konvoy bikevê rê daxuyanî da. Malkoç, diyar kir piştî banga KCD'ê wan biryara çalakiyê girt û got dema ew biçin Deriyê Sînor Xaburê komêk ji wan biçe Herêma Federal a Kurdistanê, wê malbata kesên di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest da ziyaret bikin. Malkoç, anî ziman ku kesên biçin Herêma Federal a Kurdistanê we biçin gundê Qendîlê li dijî êrîşan bibin mertalên zindî.

MÊRDÎN

Li navçeya Nisebînê ya Mêrdînê bi sedan welatî serê sibehê li ber Rêxistina BDP'ê ya Navçe kom bûn. Nisebîniyan konvoya mertalên zindî bi dirûşmeyan peşwazî kir û ew şandin Silopiyayê Her wiha hate gotin ku zarokekî bi nave D. A. yê 12 salî dema peşwazîkirinê hate darp kirin. Plakeyên wesayitên ji Nisebînê ketin rê li bajarokê Kertmen ya giredariyê navçe ji aliyê cendirmeyan vê hatin girtin.

AMED

Li Amed jî endamên KESK'ê yên serê sibehê ketibûn rê û li noqteya bajarokê Çarikli ji aliyê polîsan vê hatibûn sekinandin, wesayitên wan hatibûn desteserkirin. Mertalên zindî yên endamên KESK'ê piştî demekî kurt meşiyan ji xwe re wesayitên nû temîn kirin û ketin riya Silopiyayê. Hûnermênden Navenda Çand û Hûner ya Dîcle Firatê yên ji bo çalakiyê ketibûn rê piştî wesayitên wan hatin desteserkirin vegeriyan.

RIHA

Koma mertalên zindî yên ji Riha û navçeya Weranşarê ketibûn rê di noqteya Fermandariya Cendirmeyan a Çamlidere de hatin sekinandin û dest danîn ser wesayitên wan vegeriyan navenda Rihayê. Wesayita Semsûrê ya li noqteya legerînê hate sekinandin riya xwe domand.