1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Amed xwe ji bo îlankirina ‘Xweseriyê’ amade dike
Amed xwe ji bo îlankirina ‘Xweseriyê’ amade dike,amed,xwe,ji,bo,îlankirina,xweseriyê,amade,dike

Amed xwe ji bo îlankirina ‘Xweseriyê’ amade dike

A+ A-

ANF / 29 Gulan 2011 AMED - Konseya Bajar a Amedê di Civîna Navdemî de biryara "Li hemberî bêstatuyê em ê ji bo Xweseriya Demokratîk bi awayek kiryarî têkeve, jiyanê û aliyên wê yên kêm bên temamkirin, lez bidin xebatên îlankirina rêveberiya xweseriya Demokratîk." girt.

Konseya Bajar a Amedê di Civîna Navdemî de biryarek dîrokî girt. Konseya ku biryara "Li hemberî bêstatuyê em dê ji bo Xweseriya Demokratîk bi fîîlî têkeve jiyanê û aliyên wê yên kêm jî bên temamkirin, lez bidin xebatên îlankirina rêveberiya weseriya Demokratîk." girt; biryara li gel temamkirina kêmasiyan pêkanîna Xweseriya Demokratîk girt. Konseyê ji rêveberiyên heremî re bang kir ku xebatên xwe di nav cot hiqûqiyê de bimeşîne.

Her wiha konseyê biryar girt ku ji KCD'ê re pêşniyara "Li hemberî bêstatiyu kurdan helwest û polîtîkayên nû aşkera bike. Her wiha di vî warî de çareseriyê xwe jî aşkera bike." girt. Konseyê wiha daxuyand: "Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li hemberî polîtîkayên tunekirin û tunehesibandinê bi giyanê serhidan û seferberiyê tevlî xebatan bibin."

ANF NEWS AGENCY