1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Amedê Xweseriyê Erê Kir!..
Amedê Xweseriyê Erê Kir!..,amedê,xweseriyê,erê,kir

Amedê Xweseriyê Erê Kir!..

A+ A-

Li Amedê mîtîngê Ked Demokrasî û Azadiyê bi beşdariya 100 hezar kes dest pê kir. Biryara "Xweseriya Demokratîk" a ku ji aliyê Konseya Bajar ve hate aşkerakirin ji aliyê 100 hezar kesan ve hate erêkirin.

Mîtînga Eniyê ya Amedê ku bi rojan e her kes li bendê bû dest pê kir. Ji 100 hezarî zêdetir kes li Qada Îstasyonê hatin ba hev û hê jî hatina qadê didomê. Di pankart, slogan û dowîzna de nerazîbûnên li dijî AKP'ê tên ser ziman. Ji ber qerebalixê îzdîham derket. Ji çar aliyan hatina qadê didome.

Welatiyên ku ji aliyê Rezan ve hatin ji ber qerebalixê nekarin bikevin qadê. Alên KCK'ê yên mezin û posterên Ocalan hatin vekirin. Hevserokên Giştî yên BDP'ê Fîlîz Koçalî û Hamît Gelyanî û bi hatina namzedên Eniyê dirûşmên "Kurdistan bi we serbilind e" hatin pêşwazîkirin. Pitî ku siyasetmedarên kurd silav dan gel ji bo kesên ku di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê bi yekdengî dirûşma "şehîd namirin" hate berzkirin. Li qadê coşeke mezin heye.

COŞA SED HEZARAN A 'XWESERIYÊ'

Di mitîngê de li ser navê Konseya Bajar a Demokratîk a Amedê Medenî Alpkaya, biryara konseyê ya "Xweseriya Demokratîk bixin jiyanê" xwend û pêşkêşî dengên sed hezaran kir. Bi sed hezaran kesan bersiva "erê" da. Piştî biryar hate erêkirin li qadê alên KCK'ê hatin gerandin. Her wiha gelek posterên Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hatin vekirin sloganên "An azadî yan mirin" û "Bijî serok" Apo" hatin berzkirin.

Kesên tevlî mitîngê bûn ev in: "Hevserokên Giştî yên BDP'ê Hamît Geylanî û Fîlîz Koçalî, Namzedên Eniyê yên Amedê Leyla Zana, Nursel Aydogan, Emîne Ayna, Altan Tan, Şerafettîn Elçî, Wekîlê namzedê girtî Hatîp Dîcle Serokê Rêxistina BDP'ê ya Amedê M. Alî Aydîn, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, şaredarên navçeyan, Vedat Yildirim, Murat Çelîkkan, Hakan Tahmaz, Osman Kavala, Orhan Dînk, Fekenaz Uca, Huseyîn Ayman, Serokê Giştî yê HAKPAR'ê Bayram Bozyel."

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî