1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Amerîka û YE jî şirîkê sucê li Sûrê ne!
Amerîka û YE jî şirîkê sucê li Sûrê ne!,amerîka,û,ye,jî,şirîkê,sucê,li,sûrê,ne

Amerîka û YE jî şirîkê sucê li Sûrê ne!

A+ A-

AMED (DÎHA) - Tank û çekên ku bi şertê "dê li dijî sivîlan bi kar neynin" ji Amerîka û welatên Ewropayê hatine kirîn li Amedê di êrîşên li dijî gel de tên bikaranîn. Welatiyên navçeyê li hemberî vê yekê nerazîbûn nîşan dan û diyar kirin ku Amerîka û welatên Yekîtiya Ewropayê jî hevkarê sûcê dewleta tirk a ku li Sûrê pêk tîne ye.

Li navçeya Sûrê ya Amedê li dijî êrîşan ev 68 roj in berxwedaneke bêhempa berdewam dike. Hêzên dewletê yên ku bi şerta "dê li dijî sivîlan bi kar neynin" ji Amerîka û welatên Ewropayê tank kirîne li Amedê di êrîşên li dijî gel de tên bikaranîn. Welatiyên navçeyê li dijî vê yekê nerazîbûn nîşan dan diyar kirin ku di serî de Amerîka hêzên ku çek difiroşin Tirkiyeyê û li hemberî rewşa heyî çavên xwe digirin jî berpirsyarê qatlîaman e.

Ji Meclîsa TAxa Lalebeyê Fesîh Kaya diyar kir ku welatên navborî jî dê li dadgehên navneteweyî bi Tirkiyeyê re hebasên van p3ekanînan bidin û dewletên ku tankan didin Tirkiyeyê dizanin ku ev tank dê li dijî gel bên bikaranîn lê tu maduxaleyê neke. Kaya wiha got: "Gelê Sûrê bersivê dide van tankan. Îro berxwedana li Sûrê bersiva herî mezin e li dijî tank û çekan. Ev tiştên ku îro li Sûrê diqewie derveyî hiqûqê ye. Amerîka û NATO jî şirîkê vî sûcê ye. Hem çek didin hem jî çavên xwe digirin."

'Dê tankên Amerîka û welatên Ewropayê Sûrê biterikînin'

Welatiyê bi navê Mehmet Tayrak ê li taxa Alîpaşayê dijî diyar kir ku bi tankan ve mala wan hatiye xirakirin û Tirkiye sûcê şer dike. Tayrak bilêv kir ku Sûr ev 68 roj in di bin dorpêçê de ye, bi 5 zarokên xwe de di in dengê tank û çekan de dijîn. Tayrak anî ziman ku ew ê Sûrê neterikînin û nirxandina "Qadên me yên jiyanê ne em, dê tankên Amerîka û welatên Ewropayê Sûrê biterikînin" kir. Tayrak da zanîn ku Tirkiyeyê peymanên anvneteweyî îmze kiriye û divê li gorî vê tevbigere. Tayrak got ku yên ku tank û çek firotine dewleta Tirkiyeyê şirîkê hovîtiya ku li Sûrê hatiye kirin in.

'Li kolanên ku divê zarok bilîzin tank digerin'

Ji welatiyan Remziye Ay jî got ku li gel êrîşan ew ê mala xwe neterikînin. Ay wiha axivî: "Ev şer dê bi dawî bibe ev de dîba bibin ên me. Li cihên ku divê zarok hebin tank digerin. Amerîka û welatên Yekîtiya Ewropayê qada jiyanê ya zarokan kirin qada şer."

Ji welatiyên navçeyê Aynur Atman jî anî ziman ku ew li Sûrê mezin bûye ûro li tankên ku mezin bûne tank digerin. Atman jî ev tişt got: "Ligel ku em aştiyê dixwazin jî bi tankan bersivê didin. Yên ku ev tank dane dê hemû bên darizandin. Kesên ku bûne sedema van mirinan ên ku ev tank dane ne."

(sa)