1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Amerîkayê ji ber şêwazê şerê bi DAIŞ’ê re Iraq rexne kir
Amerîkayê ji ber şêwazê şerê bi DAIŞ’ê re Iraq rexne kir,amerîkayê,ji,ber,şêwazê,şerê,bi,daiş,ê,re,iraq,rexne,kir

Amerîkayê ji ber şêwazê şerê bi DAIŞ’ê re Iraq rexne kir

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN / ROJNEWS

Wezîrê Parastinê yê Amerîka di civîna komîteya hêzên çekdar ên Amerîka de Iraq tewanbar kir ku di şerê bi DAIŞ’ê re bêhewildan e û got ku yek ji karên sereke yê Amerîka jinavbirina DAIŞ’ê ye.

Wezîrê Parastinê yê Amerîka Ashton Carter di civîna komîteya hêzên çekdar ên Amerîka de balkişand ser wê yekê ku diviyabû dewleta Iraqê herî kêm 24 hezar hêzên Iraqî ji bo perwerdeya leşkerî bida hêzên Amerîkî, lê heta niha tenê 7 hezar hêz dane.

Ashton Carter, Iraq bi wê yekê tawanbar dike ku ji ber cudahî û şerê di navbera Şîe û Suniyan de, şerê bi DAIŞ’ê re ciddî pêşve naçe.

Carter herwiha behsa stratejiya Amerîka li herêma Rojhilata Navîn kir û got: “Rojhilata Navîn demek bi krîz derbas dike. Stratejiya Amerîka li herêmê wê bi nakokî û dijwariyên ku çavkaniya xwe ji Iraq, Sûriyê û Îranê digirin, tekoşînê bike.”

Wezîrê Parastinê yê Amerîka destnîşan kir ku yek ji karên sereke yên Amerîka jinavbirina DAIŞ’ê ye û got: “Amerîka soz dide ku wê DAIŞ’ê ji kokê ve tine bike.”

Amerîka gelek şêwirmendên xwe yên leşkerî şandiye Iraqê. Tê gotin heta niha hêzên Amerîka di operasyonên bejahî de cih negirtine, lê eniyên DAIŞ’ê bombebaran dikin.

(rn/ge)