1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Amîda Kurd Hat Qedexekirin!
Amîda Kurd Hat Qedexekirin!,amîda,kurd,hat,qedexekirin

Amîda Kurd Hat Qedexekirin!

A+ A-

Malpera me amidakurd.com ku ev heft sal in weşanê dike, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê êdî nikare bê şopandin.

Amîda Kurd, ji destpêka weşana xwe ve, aliyê xwe diyar kiriye û vê di weşanên xwe de aşkere nîşan dide. Ji ber vê yekê jî, pir caran bûye armanca êrîşên hackerên nijadperest ên tirk. Bi taybet jî van sê salên dawîn, êrîşên xwe bê navber dikirin û ev yek, çend carî bû sedema rawestandina weşana amidakurd.com’ê. Ziyanên ku dane me bi van bi sînor nîn bû bê guman. Me di nivîsa derbarê 6 saliya Amîda Kurd de jî bi kurtayî balê kişandibû ser hin xalan ku êrîş bi gef û gur û tehdîtan û hin êrîşên fîzîkî jî pêk hatin. Lê em ranewestiyan û em ê tu carî jî ranewestin, bila ev wiha bê zanîn ji aliyê hemû derdorên nîjaperest û pêgirtiyên wan ve, her wiha kesên di bin navê kurdayetiyê de dijminahiya Tevgera Azadiyê dikin ve jî ev rastî divê bê zanîn.

Belê Amîda Kurd ji aliyê Dadgeha Cezayê Bilind a Enqereyê û Dadgeha Cezayê Bilind a Stenbolê ve li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hat qedexekirin. Rêyên vekirina malperê heye bê guman bi rêya DNS, lê em ê rêyek hîn baştir di van du sê rojan de bibînin û çareser bikin.

Yê ku bitirse û tişta jê tê li dijî vî dijminê xwînxwar, har, faşîst û nîjadperest neke, bila bi qasî wan û di qalibê wan de be. Bila ev jî gotina me ya dawî û soza me be.

Ji bo piştgiriya mêvan û dildarên Amîda Kurd’ê ji niha ve spas.

Li gel rêz û silavên me yên ji dil.

Amîda Kurd


Bêjeyên Miftehî