An 36 An Hîç,an,36,an,hîç

An 36 An Hîç

A+ A-

AMED - Hevseroka Giştî ya BDP'ê Fîlîz Koçalî bal kişand li ser protokolên Ocalan ên bi dewletê re û wiha got: "Di encama hevdîtinên li Îmraliyê an protokolan dêrbasî jiyanê bikin an jî dê li ser kaxizê bimîne. Em dibêjin ku Meclîsê vekirî bihêlin. Em li ser wan protokalan biaxivin û gav bi gav nêzî çareseriyê bibin." Koçalî bal kişand li ser gotinên Serokwezîr Tayyîp Erdogan ên "dê paşa paşa bên meclîsê" jî û got, "Em paşa paşa nayên an 36 an jî hîç/qet."

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Fîlîz Koçalî li Amedê di mîtînga "Ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk a makeqanûnî" de axivî û bal kişand êrîşa polîsan a merasîma bîranînê ya salvegera Komkujiya Sêwasê. Koçalî destînaşn kir ku gelê ku serî hildidin tu caran paşve gavan navêjin. Koçalî di axaftina xwe de Mazlum Erenciyê ku di 29'ê hezîranê de li navçeya Çemîşgezekê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest jî bi bîr anî û got ku Erencî mexdûrê TMK'ê bû û ji ber ku bawer kir azadî di çayan de ye berê xwe da çiyan û çû.

'KA ÇARESERÎ LI KU YE'

Koçalî got ku li Sêrtê jî Hatîce Îdîn a 54 salî di encama bombeyen gazê yê polîsan de jiyana xwe ji dest daye û wiha axivî: "Îro jî li Sêrtê panzera polîsan li wesayîteke sivîl xist û 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Li wir ji wesayîtên sivîl zêdetir panzer hene. Ew der weke bajarê şer e." Koçalî di axaftina xwe bal kişand li ser operasyonên leşkerî jî û wiha got: "Niha ev çi ye, ha çareserî li kû ye. Piştî evqas êrîşan tu dê bêy û helaliyê bixwazî? Em dibêjin vekirî bin û tenê bi gotinike bersivê bidin me."

'ME BENDA HILBIJARTINÊ DI 12'Ê HEZÎRANÊ DE HILWEŞAND'

Koçalî, anî ziman ku wan di hilbijartina 12'ê Pûşperê/Hezîranê de bi serkeftinek mezin benda hilbijartinê hilweşand û wiha got: "Li gel operasyonên siyasî me serkeftinek mezin bi dest xist. Her kes li hemberî vê serkeftina me matmayî maye. Gotinek xêre ji devê Serokwezîr Erdogan dernakeve. Ji bo rewşa Fehmî Işiklar ku bi salan berê YSK'ê der barê wî de biryar dabû û wekî rewşa Hatip Dîcle bû gotibu dê meclîs biryara vê yekê bide. Lê niha ji bo rewşa Hatîp Dicle heman biryarê nade. AKP li pêşiya me dibe asteng. Mixabin li şûna Dîcle kesek din şandin meclîsê. Ev hem dagirkerî û hem jî bê ehleqî ye."

'ÊDÎ EM LI AMEDÊ NE'

Koçalî, gotina Serokwezîr Erdogan a "Ger nayên bila neyên" jî rexne kir û wiha berdewam kir: "Ger ku tu makeqanûnê va bike em dest û lingê xwe girênadin û temaşenakin. Em dê her sêşem li Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn ya Amedê civîna xwe ya komê pêk bînin. Heta ku hevalên me yên din jî biçin meclîsê em dê li Amedê bin. Em dê civînên xwe yên meclîsê li Amedê çêkin."

'EM PROTOLOKALAN BIAXIVIN'

Koçalî, destnîşan kir ku 15'ê tîrmehê dîrokek girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em hevdîtinên li Îmraliyê pir girîng dibînin. Piştî hevditinan an dê protokol têkevin meriyetê an jî dê her tişt li ser kaxizê bimîne.

'AN 36 PARLEMENTER AN JÎ QET'

Koçalî bertek nîşanî "Dê paşa bi paşa bên meclîsê" jî tund rexne kir û wiha got: "Hûn me nas nakin, heta niha me bejna xwe netnewand. Em paşa paşa nayên. An em dê 36 parlementeran biçin an jî em naçin. An azadî yan azadî."

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî