1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. "An muzakere an qiyamet!"
"An muzakere an qiyamet!",an,muzakere,an,qiyamet

"An muzakere an qiyamet!"

A+ A-

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got; “Li dijî kurdan rewşeke mezin a tasfiyekirinê heye. Divê biryarên xwe bidin” diyar kir ku ew ê bi tu awayî vê pêvajoyê qebûl neke. Ocalan got; “Piştî 15’ê Hezîranê an dê muzakereyek watedar dest pê bike an jî wê şere mezin dest pê bike û qiyemat dê rabe.” Ocalan,di hevdîtina roja 4’ê gulanê bi parêzerên xwe re pêk anî de nirxandinên girîng kir.

LI TIRKIYEYÊ HIQÛQ NÎNE

Ocalan, bal kişand ser pergala hiqûqê ya li Tirkiyeyê û bal kişand ku “hiqûqa di dorpêça qirkirinê de ye” tune ye. Ocalan, wiha got; “Li Tirkiyeyê zemînek temam ê hiqûqê tune ye. Divê ji beriya her tiştî li Tirkiyeyê zemînek ê hiqûqê hebe. Li Tirkiyeyê hiqûq tune ye. Di pençika dorpêçkirina de hiqûq tune ye. Gava zemînê demokratîk tune be, tu tiştek bi rastî û duristî nayê kirin. Her wiha hiqûqnasî nayê kirin.”

REWŞEK MEZIN A TASFIYEKIRINÊ HEYE

Ocalan ku xebatên KCD’ê jî nirxand û ev anîn zimên; “KCD wekî saziyek sîwan dikare ji têkoşînê re pêşengiyê bike. Divê biryara xwe bidin. Dikarin serokê xwe biafirînin. Siyasetmedarên kurd nikarîbûn qadeke sîyasî vekin. Di vê mijarê de pêngavên girîng nîn in. tên tasfiyekirin.”

Ocalan wiha berdewam kir; “Li dijî kurdan rewşek a tasfiyekirinê heye. Divê biryarên xwe bigirin. Girtina biryarên rast girîng e. Divê aşkera bikin ka ew dê li hemberî van zextan helwestek çawa bigirin. Li vir tiştek ku ez bikaribim bikim tune ye. Li pêşiya me mehek û nîv maye. Lê ger helwesta hikûmetê a di vê pêvajoyê de berdewam bike, li vir tişta ku ez an jî heyeta li vir bike tune ye. Dibe bi ev heyet yek an du hevdîtinên din jî pêk bîne. Piştî wê jî tiştek ku ez bikaribim bikim nabîne.

BEHSA BURJUWAYA BIÇÛK TÊ KIRIN

Lê di qada siyasî de yên din jî tu qadan venekirin, bi ser neketin. Nikarin siyaseta demokratîk pêş bixin. Ji ber van kesayetên lAwaz nikarin bimeşin û nikarin ber bi pêş ve biçin. Siyaseta demokratîk fêm nakin û nikarin bikin. Ger siyaseta demokratîk hinek bihata fêmkirin, wê rêxistinên di nava gel de jî bixebitiya, bi rewşên şaş re nedihat beramberê hev. Ev bû ,tiştê ku divê kesên tê xwestin wekî parlamenter bên rûmetdayîn bikira. An na bi wekîlên bi usila tayînkirinê nabe. Li vê derê destanek ku li ser zimana bibe destan heye. Her çendî me kanalên siyaseta demokratîk vekiriye jî, lê nikarin vê yekê ji bo gel jî binirxînin.”

DIVÊ JI BO GELÊ XIZAN KANALÊN SIYASETÊ VEBIN

Ocalan, bibîrxist ku wan hêj di sala 2001'ê de dixwest projeya bloka demokratîk derbasî jiyanê bikin lê belê baş nehate fêmkirin. Ocalan, der barê pêvajoya borî û roja me de têkildarî siyaseta demokratîk wiha axivî: "Me xwest di 2001'ê de bloka neteweya demokratîk têxin pratîkê lê belê nêzîkbûneke teng hate nîşandan. Tevî ku ez nehatim fêmkirin hin astengî jî xistin pêşiya min û xwestin min di nêzîkbûnên teng de îkna bikin. Heger wê demê hatiba fêmkirin îro di çareserkirina pirsgirêkê de dê bi bandortir bûba ne. Dikaribûn bi potansiyela ji seî bist-sîh ya dengan bibin baskê mezin ê desilatdariyê. Dê pirsgirêka benda hilbijartinê ya bolkeke bi vî rengî tunebûya û dê hatiba derbas kiriba. Vê yekê dê ne tenê ji bo bend an hilbijartinê dê ji bo aştiya Tirkiyeyê hêz bida. Tevî ku têkoşînê gelek derfet afirandine û kanal vekirine jî nikarin di riya ji bo wan hatiye vekirin de bipêş bikevin. Nizanin siyaseta demokratîk çawa tê kirin. AKP bi şev û roj dixebite û xwe dide vî karî. CHP jî hewl dide tiştnan bike û ji xwe re rêyekê veke. Ez rexneyên xwe yên derbarê hilbijartinê û mijarên din de, rexneyên giran dihêlim piştî hilbijartinê. Piştî hilbijartinê ezê nirxandinên berfireh di van mijaran de bikim."

Ocalan destnîşan kir ku heger siyaseta demokratîk li ser bingehê rast were meşandin dê pêşketinên mezin bi xwe re bîne û wiha berdewam kir: "Tiştê bikin ne wisa tiştekî mezin e. Tenê divê ji bo gelê xizan rêyên siyaseta demokratîk vekin û wan birêxistin bikin. Mînak potansiyela Rihayê mezin e, berê nîvê rihayê li gel me bû. Colemerg xwedî hêza ku karibe sê namzetan hilbijêrê ye. Li Qersê heman potansiyel heye û dikare parlementerekî derxe. Heger li herêmên din namzetên serbixwe ên karibin beşdarî komê bibin hebin, dikarin werin destek kirin. Li ser heman bingehî dikarin bi wan re lihev bikin. Ev girîng e. "

'DIVÊ ROLA XWE YA DÎROKÎ BILÎZIN'

Ocalan, bi taybetî li ser girîngiya xebatên li rojavayê Tirkiyeyê yên di nava raya giştî de werin meşandin rawestiya û wiha got: "Meşandin û pêşxistina xebatên li Rojava li nav raya giştî ya Tirkiyeyê girîng in. Berpirsyariyeke girîng dikeve ser milê Sirri Sureya Onder, Ertugrul Kurkcu û yên din. Divê di cudahiya vê yekê de bin û karê xwe bimeşînin û yekitiyê ava bikin. Ev berpirsyariyeke dîrokî ye. Ev yek ji bo wan derfeteke baş e, dikarin rola xwe ya dîrokî bileyizin."

'TIŞTÊ AKP DIKE OLA MUAVIYE Û LADÎN E'

Ocalan, her wiha bal kişand ser helwesta saziya Karê Diyanetê ya Tirk û der barê bikaranîna wan olê de ev nirxandin kir: "Saziya Karê Diyanetê 200 waîz ên jin li herêmê wezîfedar kirine. Polîtîkaya bikaranîna olê hîn bêhtir xistine dewreyê. Berê jî hebû niha kûrtir dikin. Dibe ku hîn jî berfireh bikin. AKP olê bikar tîne û polîtîkayê dimeşîne. Tiştê ev dikin ola Muaviye ye, ola Ladin e, me di dawiyê de dît. Tiştê ev dikin ne ola Muhemedî ye. Armanca van tenê ew e ku kurdan ji bo polîtîkayên xwe îkna bikin. Dunya TV, TRT-6 tev parçeyên vê polîtîkayê ne. Ola van ola Muaviye û Ladîn e, bi desilatdariyê têkildar e, ola desthilatdariyê ye. Tu eleqeya wan bi ola rastî, ola Muhemedî tune ye. Polîtikaya van polîtîkaya yek- faşîst e. Nimêjên gel ên îna sivîl Îslam bixwe ye."

'15’Ê HEZÎRANÊ DEMA DAWÎ YE, AN MUZAKERE AN QIYAMET'

Ocalan, di hevdîtina xwe de li ser muzakereyên bi dewletê re dimeşînê jî rawestiya û 15'ê Hezîranê mîna dema dawî ya biryardayîna 'An muzakere an qiyamet' binav kir. Ocalan têkildarî mijarê wiha nirxandin kir: "Dema me bi heyetê re dest bi hevdîtinan kir me lihev kir ku qetilkirin û girtin dê pêk neyên. Kuştin, operasyon û girtin dê pêk nehata, kevir jî dê nehata avêtin. Lê belê ev yek pêk neanîn. Hikûmet ev qas operasyonên binçavkirinê pêk tîne. Divê hikûmet vê yekê karibe îfade bike. 15'ê Hezîranê dema dawî ye. Piştî 15'ê Hezîranê an pêvajoya muzakereyan a bi wate dê dest pê bike an jî şerê mezin bikeve dewrê û qiyamet rabe. Her dû jî dê pir mezin bin. Muzakere pêk bên dê mezin û watedar bin, şer jî bikeve dewrê dê şerekî mezin be. Her du jî mezin, watedar û pîroz in."

'KES BERPIRSYARIYÊN XWE BI CIH NAYNE'

Ocalan, der barê şertên muzakereyan de jî nêrînên xwe wiha rêz kirin: "Şert û mercên min ên li vir tên zanîn. Mandela gotibû 'heta ez azad nebim nikarim gaveke bi tenê ya misoger bavêjim'. Ev helwesta Mandela rast bû. Lê heger ez tiştinan nekim kesekî ku vê pirsgirêkê çareser bike tune ye. Di 2005-2006'an de ez ê vekişiya me lê belê daxwazên gel û siyasetmedaran ên pêşxistina diyalogê hatin rojevê. Min jî li ber çavan girtin. Lê kesek berpirsyariyên xwe bicih nayine, tiştê ez li vir dibêjim de bi cih nayên. Li holê tevliheviyeke mezin heye, lewra dewlet wan cidî nagire, riya çewisandinê hildibijêre."

'SIYASET Û GERÎLATIYA BI VÊ ŞÊWAZÊ QEBÛL NAKIM'

Ocalan têkildarî şêwazê siyasetê yê tê meşandin û tevgera gerîlayan de jî rexneyên xwe anîn ziman û wiha got: "Ji bo yên din jî derbasdar e; Ev 30 sal in şêwazekî gerîla ne hate rûnandin, tiştê min li vir gotin bicih ne anîn. Ez gerîlatiya bi vî şêwazî rast nabînim û qebûl nakim. Şêwazên di gerîlatiyê û qada siyasî de tê meşandin ne yê min e, ne tiştên ku ez erê bikim. Heger şêwazê min bûya li erdnîgariya Dêrsimê bi vî rengî windahiyên gerîla pêk ne dihatin. Ne şerkirinê ne jî lihevhatinê karin bikin. Ev 30 sal in ku mesele tev li ser milê min hiştine. Tiştên dikin jî tenê hesidîn e. Qada gerîla jî, qada siyasetê jî ev yek e. Dikarin di vê mijarê re hesab bidin? Nikarin. Yanî kesekî ku vî karî cidî dibîne tune ye. Ez siyaset û gerîlatiya bi vî şêwazî erênî nabînim."

LI TUNUSÊ YEKÎ XWE ŞEWITAND, HIKÛMET HILWEŞIYA

Ocalan, got ku Mustafa Malçok ciwanekî 17 salî bû, li qeraxa Dîcleyê xwe şewitand, destê wî bi nîşaneya serkeftinê li hewa ye, di vê rewşê re de jî tenazulî avê nake û wiha got: “Hêza biryara kurdan ev e. Ji bilî vê biryarê û tu hêza din nas nakim. Helwesta kurdê bi rûmet ev e. Hêza bi nîzam û biryara rast a kurdan ev e. Tarzê min sekneke wiha bi rûmet e. Di heman demê de çar gerîlayên kul i Qendîlê jî xwe şewitandin helweseteke wiha bi watedar e. Vê pirsgirêkê divê bi cidî em bigirin dest. Biryareke cidî û rûmet hebe ev xebat dê bimeşe. Li Tunusê yekî xwe şewitand, hikûmet hilweşiya. Di nava kurdan de heke vê xebatê cidî bigirin dest dê encam bê girtin. Hin kes dikarin bêjin “Kurd hatine xistin, zêhn-kesayeta wan hatiye parçekirin, bi kurdan hatiye lîstin û mejiyê wan tevlihev e.” Dibe ku kurd hatibin xistin, ketibin rewşeke xirab lê kurd dikare rakin ser piyan, ev rewş dikare bê guhartin. Têkoşîneke ku sih sal in bi pêş dikeve heye, tiştên hatine guhartin hene.”

NE BIHARA EREBAN, BIHARA GELAN E

Ocalan, geşdanên li Sûriyeyê pêk tên jî nirxand û destnîşan kir ku dibe ku li Sûriyeyê lihevhatinek hebe. Ocalan, anî ziman ku kurdên Sûriyeyê dikarin parastina xwe ya cewherî bikin û wiha got: "Girîng e ku hemû kurd bi hev re tevbigerin. Divê gelê me yê Sûriyeyê bi lezgîn xwe bi rêxistin bikin. Min berê (di sala 2003’yan de) jî gotibû bihara gelê Rojhilata Navîn. Niha çapemenî dibêjin bihara ereban. Lê ev ne wisa ye. Bihara gelan e. Navenda vê yekê Kurdistan e. Hemû gelê Rojhilata Navîn dikarin bi reng û baweriyên xwe di bin baneya federal de bibin yek. Min gotibû Konfederalîzma Demokratîk. Êdî dema rêxistinkirina gelê Rojhilata Navîn hatiye. Ger ku kurd pêşengiya vê yekê bikin dê azadî pêş bikeve."

PROJEYA MIN AKP Û DAVUTOGLU DIXE MERIYETÊ

Ocalan, da zanîn ku projeyên ew amade dike, ji aliyê AKP'ê û Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu ve dikevin jiyanê û wiha got: "Lê qet bi ser nakevin. Dibe ku di navbera Sûriye, Iraq û Tirkiyeyê de projeya yekitiya avê têxin jiyanê. Min berê jî gotibû yekitiya çandiniyê û avê. Ev dişibe projeya Ewropayê ya komir û pola. Lê projeya me li ser bazirganiyê ye.

EZ NIJADPERESTIYA QEWMÎ RAST NABÎNIM

Ocalan, daxuyand ku wî di parastina xwe de jî aniye ziman û bal kişand ser rewşa Qafqasyayê jî. Ocalan, bibîrxist ku pirtûkên wî di heman demê de rexneya li dijî reel sosyalîzmê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ez dixwazim daxuyaniyên min yên li ser ermeniyan baş bê fêmkirin. Min got komkujiya ermeniyan rê li pêşiya nijadperestiyê vekir. Ez vê yekê jî bi qasî nijadperestiya Îttihat-Terakkiyê talûke dibînim."

GIRTÎGEH

Ocalan, bal kişand ser rewşa girtigehan jî û anî ziman ku pir nameyan ji girtîgehê digire. Ocalan, da zanîn ku di nameyên wan de kûrahiyek teorîk heye û wiha axivî: "Divê vê lêhûrbûna xwe bidomînin. Divê van nameyan ji hev re jî bişînin. Hin rexneyên wan li ser parastina min a der barê Komara Çînê de jî hene rast e. Zêdetir li ser vê şaristaniyê nesekinîme.. Dibêje 'şaristaniya Ewropa ya sedsalên 16 û 18'an ne hegemonik e. Hegemonya zêdetir li Rojhilat, di şaristaniya Çîn û Hîndê de pêş ketiye. Ev rexne rast e. Divê hinekî din jî li ser hûr bibe û lêkokîn bike. Ez lêhûrbûna wan silav dikim. Min ji girtîgehê Semsûr, Karataş, Gebze, Bakirkoy, Sêrt, Bedlîs, Mîdyad, Enqere, Wan, Mûş, name girtin. Lêhûrbûna wan a teorîk kûr e."

Ocalan gelê Rihayê û Colemêrgê jî bi taybetî silav kir û serekftin ji wan re xwest. Her wiha dîsa gelê Silêmaniyê, gele Ewropayê, Ozgur Politika û Roj Tv silav kir û ji xebaten wan re serkeftin xwest.

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî