1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Andok û Erdal: Du navên nemir
Andok û Erdal: Du navên nemir,andok,û,erdal,du,navên,nemir

Andok û Erdal: Du navên nemir

Birayên Andok Bagok (Bedran Kaya) û Bedran Andok (Erdal Kaya) ên ku bûne ji lehengên li pey heqîqetê û têkoşîna azadiyê, bavê wan Selîm Kaya, bi çîrokek derasayî ya jiyanê di dîroka Têkoşîna Azadiyê ya Kurd û Kurdistanê de cihê xwe girtine

A+ A-

MÊRDÎN/ANF - YAŞAR AKSÛ Andok Bagok (Bedran Kaya), 7’ê Tîrmeha 1975’an li gundê Embar ê Mêrdînê wek zarokê 5’emîn ê malbatê tê dinê. Bav Selîm Kaya yê ku 5 keçên wî, bi giştî 10 zarokên wî hene jî li gundê xwe keyetiyê dike. Andok, ku tevî zarok e jî jîrbûna xwe, bihistyarî û jêhatîbûna xwe dida ferqkirin, ji ber bavê wî keye bû, ji ber êşên şêniyên gund û gel bihîstîbû, li malekê mezin bû ku nîqaşên siyasî jê kêm nedibû. Andok, gelek caran dibe şahid ku bavê wî ji ber hezkirina xwe ya Kurd û Kurdistanê gelek caran tê binçavkirin û bi dijwarî tê êşkencekirin. Malbat, tevî ku ev êşkence û binçavkirin dibe karekî rûtîn jî dîsa naxwaze dest ji gundê xwe, axa xwe berde. Piştî Fermandarê wê demê yê Jendermeyan dibêje, “Di nav 15 rojan de gund biterikînin, an ez ê te bikujim û malê bi serê te de hilweşînim”, bav, ji bilî kurê xwe yê mezin ê zewacî û cudabûyî, tevahî zarokên xwe hildide û di roja 14’emîn de koçî Mêrdînê dike. Li Mêrdînê jî ev zext û tundiya dewleta Tirk ji pêxîra wan nakeve. Malbata Kaya ku jiyan li wan dibe zindan, bi zorê 6 mehan debar dikin û herî dawî jî berê xwe didin Îzmîrê.

DILÊ WÎ HER TIM JI BO KURDISTANÊ LÊ DIDA

Andok û birayên wî li Îzmîrê karên feyansê dikin û pêdiviyên malbatê bi cih tînin. Tevî ku li metropolê dijî jî, ji têkoşîna azadiyê dûr nakeve, tevlî xebatên rêxistinî dibe. Andok, ê ku xwedî li nasnameya xwe derdikeve, hewl dide xwişk, birayên xwe, hevalên xwe û her kesên li derdora xwe bi rêxistin bike. Andok, ku kedkar û bi rêgez e, cuda ye, lê ewqasî jî bi biryar vê wezîfeya têkoşîna azadiyê radike, bi çar milan xwe li îdealên xwe yên jiyanek komunal digre. Di nav malbatê de jî jiyanek wekhev, parvekar û têrker di xwe de dadiwerîne û pratîk dike. Ji ber biryardarî û wêrektiya ku nîşan daye jî tevahî hevalên xwe û kesên li derdora xwe dike heyranê xwe.

ANDOK BERÊ XWE DIDE ÇIYAYÊN AZAD

Andok, piştî bi dehan salan li Îzmîrê kedê dide, rojekê ji malbata xwe re dibêje wê biçe Stenbolê karekî û dibe ku demek dirêj jî neyê û ji malê vediqete. Piştî Komploya Navneteweyî ku sala 1999’an li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, bi 4 hevalên xwe re berê xwe dide çiyayan.

Andok, plan dike ku li navçeya Qoser a Mêrdînê li hev bicivin û ji vir derbasî qadên gerîla bibin, ji hevalên xwe re dibêje ku, “Eger ku tiştek bibe û em bên girtin, hûn ê bêjin em dikin biçin derveyî welêt xebatê û tevahî şert jî bi pêşniyara min pêk hatiye, min organîze kiriye. Herî kêm yek ji me bikeve girtîgehê jî yên din dê bigihêje xeyalên xwe.”

Wisa jî dibe, Andok û hevalên wî têne binçavkirin. Li ser pêşniyara Andok, her çar hevalên wî jî heman îfadeyê didin û Andok tê girtin û dişînin Girtîgeha Tîpa M a Êlihê. Andok ku hikmê 12 salan lê tê birîn, ji Girtîgeha Tîpa M a Êlihê ku 4 salan lê girtî dimîne, sewqî Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê tê kirin. Li girtîgehê perwerdeya xwe didomîne û eşqa ku li qadên azad têkoşînkirinê li ser dilê wî mezin dibe.

Andok, ê ku li girtîgeha Mêrdînê zêdetirî 2 salan girtî dimîne, êvarekê jê re dibêjin “Ceza xilas” û di carekê de berdidin. Piştî tê berdan jî ji bo leşkeriya Tirk bike, dîrok tê diyarkirin. Andok, ku naçe leşkeriya Tirkan, li Îzmîr û dora wê xebatên gel dimeşîne.

Ji ber vê spartina leşkeriyê ya sîstema Tirk, careke din li Îzmîrê tê binçavkirin û ji ber wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlayan ên li ser telefona wî jî 6 mehan li Girtîgeha Bûca ya Îzmîrê tê ragirtin.

Andok, piştî tê berdan jî berê xwe dîsa dide gerîla. Sala 2006’an mehên biharê tevlî nav refên gerîla dibe.

BIRAYÊ WÎ ERDAL JÎ DIKEVE RÊKÊN ÇIYAYAN

Andok Bagok ê ku ruhê azadîxwaz di xwe de dihewand û ji bo vê bide tevahî gelê xwe tevlî têkoşîna wê bû, êdî wek gerîlayekî vê têkoşîna xwe didomîne. Birayê wî Erdal (M. Saît Kaya) ku jiyana wî, têkoşîn, wêrektî, azwerî û kesayeta wî ji bo xwe mînak digirt, dibe kesê yekem ê ku vê agahiyê dibihîze. Yê di nav malbatê de herî zêde ji Andok bandor dibe Erdal e ku zarokê 9’emîn e. Erdal, ku dema birayê wî girtî bû her tim name dişand û diçû serdanê, dema Andok tevlî refên PKK’ê dibe, li Amedê bi Aydin Erdem re zanîngehê dixwîne. Erdal, tevlî xebatên ciwanan dibe, demekê belavkariya rojname û kovarê dike. Erdal ku rûyê wî her tim li çiyayan bû, bi jîrbûn û taybetmendiyên xwe li bajêr torek cîdî ya rêxistinkirî dafirîne. Dema Aydin Erdem ji hêla polîsan tê qetilkirin, wê demê Erdal tê binçavkirin û 3 rojan binçavkirî dimîne. Domahiya binçaviyê de êşkence lê tên kirin. Piştî binçaviyê jî dema tê berdan diçe malbata xwe dibîne û dûvre jî 28’ê Sibata 2010’an berê xwe mîna birayê xwe Andok dide qadên azad.

PIŞTÎ ŞEHADETEK BI RÛMET…

Andok Bagok, dema birayê wî Erdal tevlî refên PKK’ê dibe hay jê dibe. Her du bira, ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê mil didin hev û nemir dibin. Andok, piştî tevlî birayê wî Erdal tevlî gerîla bû tenê carekê bi rêka telefonê bi dê û bavê xwe re daxive. Andok, sozê ji dayika xwe digre ku wê ti carî negrî, piştî vê axaftina telefonê demek kurt, 27’ê Tîrmeha 2011’an li Şemzînanê jiyana xwe ji dest dide. Birayên Bedran û Andok, salekê heman hewayê distînin. Piştî şehadeta hevrêyê wî, birayê wî Andok, Erdal jî bi rêka telefonê xwe digihîne malbatê, sersaxiyê dixwaze û dibêje ku wê çeka birayê wî li erdê nemîne, navê wî jî heta sax be wê bijî û jê û şûn de jî têkoşîna xwe bi navê Bedran Andok didomîne.

DAYIKA KU SOZ DAYE WÊ RONDIKAN NEBARÎNE

Bav Selîm Kaya yê ku jiyana wî bi binçavkirin, êşkence, hesret û sirgûnê derbas bûye û ji milekî din jî bi serbilindî û rûmeta du kurê xwe ne, piştî şehadeta kurê xwe Andok Bagok bi du salan, sala 2013’an diçe ser dilovaniya xwe. Bedran Andok ê li pey heqîqetê diçe jî, piştî têkoşîna azadiyê ya 5 salan, li Erîvanê, 25’ê Gulana 2015’an tevlî karwanên şehîdan dibe.

Dayik Şukriye Kaya ya ku dibe şahidê van tevahî êşan û jiyana bi rûmet a kurên xwe jî, li beramberî şehadeta kurên xwe, wefata hevjînê xwe û tevahî zilman bi serbilindî li ser piyan e û soza xwe digre…


Bêjeyên Miftehî