1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Aqûbeta bi hezaran jinên Êzidî ne diyar e
Aqûbeta bi hezaran jinên Êzidî ne diyar e,aqûbeta,bi,hezaran,jinên,êzidî,ne,diyar,e

Aqûbeta bi hezaran jinên Êzidî ne diyar e

A+ A-

WIESBADEN 28.09.2014 06:56:14 Aqûbeta jinên Êzidî yên li dû barbariya li herêma Şengalê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin revandin, ne diyar e. Li gorî lêkolînên saziyên navneteweyî, ji hezar heta pênc hezar jin û keçên Êzidî ji aliyê çeteyan ve hatine revandin.

Bi lêkolînên li ser jinên Êzidî yên piştî komkujiya 3'ê Tebaxê ya li Şengalê hatin revandin re, hewl tê dayîn li ser hejmar û aqûbeta jinên Êzidî yên hatine revandin agahî bên berhevkirin.

Parlamentera Partiya Keskan a Elman a Eyaleta Hessenê Murvet Ozturk, di hevpeyvîneke xwe ya li ser serdana xwe ya Başûrê Kurdistanê de diyar kir ku hejmara jinên Êzidî yên hatine revandin herî kêm hezar e. Parlamentera Kurd ji rojnameya Frankfurter Rundschau re axivî û rexne kir ku jinên hatine revandin ne li Rojhilata Navîn ne jî li welatên rojavayî nabin mijara nîqaşê. Ozturk diyar kir ku rêveberiya Başûrê Kurdistanê bêtir bi mijarên leşkerî re mijûl dibe û azadkirina jinên Êzidî yên hatine revandin, weke mijareke sereke nayê dîtin.

"EM Ê VAN JINAN ÇAWA RIZGAR BIKIN"

Ozturk di hevpeyvîna xwe de pirsên "Ev jin li ku ne? Di destê servîsên îstîxbaratê de agahiyek heye? Em ê van jinan çawa rizgar bikin" pirsî û nerazîbûn nîşan da. Ozturk diyar kir ku nabe ku jinên Êzidî weke 'bûkên Îslamê' bên firotin û bang li Wezîrê Parastinê ya Elman Ursula von der Leyen kir ku bi mijarê re eleqedar bibe.

Murvet Ozturk di dema serdana xwe ya li Başûrê Kurdistanê de bi parlamentera Êzidî Viyan Daxil re jî hevdîtin kir û anî ziman ku saziya mafê jinan a bi navê Women Empowermend Organization ji nêz ve bi mijarê re eleqedar dibe. Li gorî agahiyên Ozturk dayî, di encama lêkolînên vê saziyê de navê herî kêm 300 jinên Êzidî yên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine revandin, hatiye zelalkirin. Lê belê ji ber ku piştî êrîşên DAIŞ'ê Êzidiyan xwe li welat û herêmên cuda girtine, hejmara rastîn a jinên hatine revandin nayê tespîtkirin.

YA WEKE KOLE TÊN FIROTIN YAN JÎ DI BERDÊLÊ DE FÎDYE TÊ XWESTIN

Parlamentera Partiya Keskan a Elman da xuyakirin ku li gorî agahiyên di hevdîtina li cihê pîroz ê Êzidiyan Laleşê wergirtiye, keç û jinên Êzidî di berdêla 500 heta hezar Euroyî de tên firotin. Ji malbatên rewşa wan a madî baş e jî, di berdêla berdana keçên wan de ji 5 hezar 10 hezar Euroyî fîdye tê xwestin.

Jin û keçên ji Şengalê hatine revandin, tê zanîn ku gelek ji wan bi zorê nîkaha olî bi wan re hatiye kirin û hin jê li Mûsil û bajarên li rojhilatê Sûriyeyê li bazarên koleyan tên firotin. Li gorî partiyên siyasî û komeleyên Başûrê Kurdistanê, li Şengalê 2 heta 5 hezar jinên Êzidî hatine revandin.

Di lêkolîna lêkolînera Amerîkî Christine van den Toorn a li kampên cuda yên penaberan de, derketibû holê ku hejmzara jinên hatine revandin zêdeyî hezarî ye.