1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Aram Tîgran hate bibîranîn
Aram Tîgran hate bibîranîn,aram,tîgran,hate,bibîranîn

Aram Tîgran hate bibîranîn

A+ A-

Navdarê mûzîka kûrdî hûnermendê ermenî Aram Tîgran di duyemîn salvegera mirina xwe de li Amed, Mêrdîn û Şirnexê bi bernameyên xûrt û tevlêbûna hezaran hate bibîranîn.

Hunermendê navdar ê ermenî Aram Tîgran şevê din, Li Amed, Nisêbîn û Elkê bi girseyî hate bibîranîn.

AMED

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Navenda Çand û Hûnerê ya Dicle-Firatê bi hevkariya hev, hûnermendê navdar Aram Tîgran di duyemîn salvegera mirina wî de bi bernameyeke têr û tijî bi bîr anîn. Bername li Amfî ya Sumerparkê hate lidarxistin û rêveberên BDP'ê, xebatkarên şaredariyê, hûnermendên Dîcle-Firatê jî di navde bi hezaran hemwelatî amade bûn. Heta derengê şevê welatî hatin û bername temaşe û guhdar kirin. Ji ber ku li salona amfiyê cih nema bi sedağn kesan li pişt salona amfiyê li ser cirgê baxçe konser guhdar kir. Bernameyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Bernameyê pişt re bi sînevîzyona li ser jiyana Aram hatibû amadekirin hate pêşkêşkirin. Di pêşandana sînevîzyonê de bi qasî 20 deqîqeyan ceyran qut bû. Ji ber ku ceyran hate qutkirin girsê bertekên xwe bi dirûşmên "Bijî serok Apo", "PKK gel e gel livire" û "Gerîla" anî ziman. Pişt re li ser jiyan û ropa Aram Tîgran axaftin hatin kirin. Li ser navê Navenda Çand û Hûnerê ya Dîcle-Firatê Bulent Turan axavî û diyar ki Aram Tîgran ji bo gelê kurd û Rojhilata Navîn cihekî taybet digire. Turan, hurmena xwe ji bo Aram anî ziman û got: "Ez bejna xwe li ber rêhevalê 'Roj'ê ditewînim" Piştre Vekîla Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hafîze Îpek jî axivî û diyar kir ku Aram ji bo mûzîka gelê kurd pêşeng e. Piştî axaftinan koroya ku ji hûnermendên saziya Dîcle-Firat'ê pêk tê derket ser dikê û stranên Aram yên herî tê hezkirin sitirîn. Hemwelatiyan jî ji stranan re hevaltî kir. Bername heta derengê şevê bi govend û tilîliyan berdewam kir û bi dawî bû.

NUSAYBİN

Navenda Çandê ya Mîtanniyê ya Şaredariya Nisêbînê jî ji bo Aram Tîgran bernameyeke li dar xist. Di bernamê de Şaredara Nisebînê Ayşe Gokkan, aligirên Şaredarê Ayhan Dogan û Ahmet Dînç, rêveberên BDP'ê, Înîsîyatîfa Dayikên Aşîtîyê û rêxistinên civakên sîvîl cihê xwe girtin. Bername li qada Musa Anter pêk hat û bi sedan kes tevlî bernamê bûn. Li vir jî ji bo Aram Tîgran sînevîzyon hate pêşandan û sitranên Aram Tîgran hatin sitirîn.

ELK

Li navçeya Elkê ya Şirnexê jî ji bo Aram Tîgran bernameyek hate lidarxistin. Li vir jî sînevîzyona ji bo Aram Tîgran hatiye amadekirin hate pêşandan û stranên wî hatin strîn. Bernameyê heta sihoran berdewam kir. DÎHA (by/mae)


Bêjeyên Miftehî