1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Armanc valakirina Qendîlê ye
Armanc valakirina Qendîlê ye,armanc,valakirina,qendîlê,ye

Armanc valakirina Qendîlê ye

A+ A-

HEWLÊR - Operasyona ku di 17’ê tebaxê de hate ji aliyê artêşa Tirk ve hate destpêkirin di roja heftemîn de ye. Her roj carek an jî du caran bi hezaran balafirên şer ên artêşa Tirk xaka Başûrê Kurdistanê bombebaran dikin. Ev bombabaran di van rojên dawiyê de herî zêde li dijî cihên sivîl pêk tên.

Di roja bihûrî de balafirên şer ên artêşa Tirk li devera Kortek a li ser riya Qendîl û Ranyayê 4 jê zarok, jinek ducanî û bi giştî 7 kes qetil kirin. Ji sazî û rêxistinên Kurd BDP û PDK’ê ev komkujî şermezar kirin.

Her ku diçe heqîqetên sereke yên operasyona dersînor jî aşkere dibin. Beriya her tiştê tê plankirin ku gundên derdora cihên ku hêzên PKK û PJAK lê ne vala bikin. Di çarçoveya ji hewayê ve balafir bombebaran û li bejahiyê ve jî bi katûş û hewanan hêrêmên sivîlan tên bombebarankirin. Ligel vê jî ger gundî ji cih û warê xwe dernekevin, wê ew jî bibin hedef.

Hem hikûmeta Iraqê û hem jî rêveberiya Kurdan dixwazin gund bêne valakirin. Di 20’ê tebaxê de parlementoya Iraqê biryar da ku 30 milyon dînarê Iraqî bide malbatên gundên xwe vala dikin. Di rastiyê de ev yek valakirina gundan teşwîq dike.

Li gor agahiyên me girtine, hinek rayedarên Herêma Kurdistanê çûne Qendîlê û ji gundiyan re gotine; “Wê Hikûmeta Tirk çekên kîmyawî bi kar bîne, ji ber wê jî zû gundan vala bikin”.

Rojnameya Rûdawê di nûçeya xwe ya di 21’ê tebaxê de belav kir, îdîa kir ku li derdora Dihokê 117 gund têne valakirin. Heta niha em ev îdîa bi temamî piştrast nekiriye. Lê li gor agahiyan li herêma Kanîmasî ya Dihokê heta niha 7 gund hatine valakirin.

Li gor tê famkirin, rêveberiya Kurdan ji agahiyên sereke yên operasyonên hikûmeta Erdogan a li dijî Tevgera Azadiyê haydar e. Ji ber ku rêveberiya Hewlêrê li hemberî bombebaranên li ser cihên sivîl ên Başûrê Kurdistanê dîsa bê deng in. Nerazîbûnên heta niha hatine nîşan dan pir kêm û nayên dîtin. Ev daxuyanî tenê ji bo bêdengkirina nerazîbûnên di nava rayagiştî ya Kurdan de hatiye dayîn..

Pêngava herî girîng a operasyonan valakirina gundên herêmê ye. Heta ev herêm neyên valakirin ev stratejî nakeve meriyetê. Ev rewş nîşan dide ka îtîfaqeke çiqas xurt û kûr di navbera hêzên herêmê de hatiye avakirin.

Gelo ji Kurdên li Iraqê re çi soz hate dayîn? Pêşketinên balkêş diqewimin. Her wiha divê demê de pir balkêş e ku ji aliyê Îngilîstanê ve kampanyaya ‘em dewleta Kurdan ava bikin’ hatiye destpêkirin. Ev kampanya beriya demekê hate destpêkirin. Ji bo vê malperek hatiye vekirin, ger 100 hezar Îngilîz ji bo vê kampanyayê îmze bidin, wê di qada navnetewî de dest bi xebatan were kirin. Gelo ev kampanya teseduf e an jî parçeyek ji stratejiya li herêmê ye, wê di demên pêş de aşkere bibe.

YUSUF ZIYAD /ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî