1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. ‘Armanca hevbendiyê yekîtiya kurdan e’
‘Armanca hevbendiyê yekîtiya kurdan e’,armanca,hevbendiyê,yekîtiya,kurdan,e

‘Armanca hevbendiyê yekîtiya kurdan e’

A+ A-

ALAN DAWÛD

QAMIŞLO – Sekreterê Partiya Çep a Demokratî Kurdî li Sûriyeyê Salih Gedo destnîşan kir ku armanca avakirina Hevbendiya Niştimanî Kurdî li Sûriyeyê ew e ku kurdan bike yek, piştgiriyê bide hêzên QSD’ê û doza kurdî ji raya cîhanî re diyar bike.

Sekrtêrê Partiya Çep a Demokratî Kurdî li Sûriyê Salih Gedo li ser sedemên avakirina Hevbendiya Niştimanî ya Kurdî, ji ANHA re axivî.

Gedo diyar kir ku avakirina vê hevbendiyê di vê pêvajoyê de girîng bû da ku nêrîna siyasî ya kurdî bibe yek û ev tişt anîn ziman:” Diviyabû nêrîna kurdan a di derbarê doza kurd de bi taybet di vê rewşa hesas û dîrokî de bibe yek. Serkeftinên mezin di warê siyasî û leşkerî de hatin bidestxistin, yekîtiya kurdan misogeriya tekane ya ku dikare gelê kurd bighêjîne azadiyê ye.”

Gedo destnîşan kir ku ev hevbendî hemû beşên civaka kurdî ji jin, ciwan, rewşenbîr û kesayetên serbixwe hembêz dike, ji bo ku karibe nêrînên hemû hêzên kurdî wekhev bike û hevbendiya wan xurt bike.

Gedo di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser nêzîkatiyên ENKS û ev tişt anîn ziman:” ENKS heta niha piştgiriya xwe ji Tirkiyê û Suûdiyê digire, herdu alî eşkere dijberiya doza kurd û mafê wî dikin, li vir em dikarim bêjên ku ENKS bi vî awayî pilanên aliyên herêmî û navnetewî û berjewendiyên wan pêk tîne, aliyên ku sûd ji van pilanan digirin dijiminên gelê kurd in. Di serî de dewlat Tirk a ku komkujiyan bi serê kurdên li Bakûr pêk tîne û kantona Efrînê topbaran dike.”

Gedo destnîşan kir ku armanca wan ji avakirina hevbendiya Niştimanî ya Kurdî ew e ku rastiya gelê kurd bide xuyakirin û kesên ku navê itîlaf li xwe dikin tenê kesayetên lewaz in.

Sekreterê Partiya Demokratî Kurdî li Sûriyê Salih Gedo bang li hemû aliyên siyasî yên kurdî kir ku yekîtiya xwe xurt bikin da ku bighêjin formeke ku karibe doza gelê kurd bi rengekî rast û durust ji cîhanê re ragihîne û got ev hevbendî piştgiriyê dide Yekîneyên Paratina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Sûreyeye Demokratîk ji ber ku ew ê serkeftinên mezin bidest bixin û tevahî Sûriyê û Rojava rizgar bikin.

(bb)

ANHA