1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Armanca hikûmetê ya nû!
Armanca hikûmetê ya nû!,armanca,hikûmetê,ya,nû

Armanca hikûmetê ya nû!

Armanca hikûmetê ya nû: Malên perwerdehiya piştgiriyê!

A+ A-

Piştî serdegirtinên şaredariyan hedefa nû ya hikûmeta AKP'ê malên perwerdehiya piştgiriyê ne. Li dijî girtinên malên perwerdehiya piştgiriyê yên li Sêrt, Êlih û Qaxizmanê xwendevanan berxwedaneke bê hempa nîşan dan û biryara girtinê paşve vergerandin. Li Dêrsim, Misirc û Wanê jî malên perwerdehiyê hatin girtin. Tevî hemû astengî û serdegirtinan jî li malên perwerdehiyê yên li Amed, Wan, Şirnex, Cizîr, Agirî, Îdir, Mûş û Bêdlisê jî di nav de li 35 navendan perwerdehiya 10 hezar zêdetir xwendevanên ji bo SBS, YGS û LYS'ê amadekariyan dikin didome.

Malên perwerdehiya piştgiriyê ku ji aliyê mamosteyên dildar û Şaredariyên BDP'î wekî navendên perwerdehiya alternatîf hatine birêxistinkirin, bûne hedefa hikûmetê yên nû. Malên ku bi biryara meclîsên şaredariyan dest bi xebatên perwerdehiyê kirine, ji aliyê walitî û midûriyetên perwerdehiya netewî ve bi hincetên wekî "di navan de tîpên kurdî hene", "belgeyên saziyan kêm in", "karûbarên fermî nehatine kirin" tên girtin. Destpêkê li Sêrtê, piştre jî li Êlih û Qaxizmanê xwestin malên perwerdehiya piştgiriyê bigirin. Lê ev biryar di encama berxwedana xwendevanan de paşve hate vergerandin. Li Dêrsim û Wanê jî di rojên borî de bi heman hincetan hatin girtin.

Li 35 navendan ji xwendevanên xizan re perwerdehî

Tevî ku malên perwerdehiya piştgiriyê xizmeta xwendevanên xizan dike jî, daxwaza girtinê wekî pêşîlêgirtina xizmetên şaredariyên BDP'î tê nirxandin. Malên perwerdehiyê li 35 navendan 10 hezar xwendevanan zêdetir kesî perwerde dike û piştgiriya malbatan dike. Tekane armanca van malan jî ew e ku hejmara zarokên li kolanan dixebitin kêm bike û bi riya perwerdehiyê wan zane û xurt bike.

Malên perwerdehiya piştgiriyê li van navendan xizmetê dide:

*Mala perwerdehiya piştgiriyê ya Mehmet Geren a ji aliyê şaredariya Surê ve di sala 2004'an de hat vekirin, ev 8 sal in ji xwendevanan re ders dide. Mala ku her sal îmze diavêje bin serkeftinan, di dema perwerdehiya 2010-2011'an de ji 100 xwendevanan 66'ê wan li lîseyên cihê bicih kir. Di demsala perwerdehiya 2011-2012'an de jî ders dide 140 xwendevanan.

*Şaredariya Peyasê jî li 5 navendên cihê malên perwerdehiya piştgiriyê vekirin. Şaredarê di sala 2006'an de Mala Perwerdehiya piştgiriyê ya Peyasê, di sala 2007'an de Mala Perwerdehiya Piştgiriyê ya Huzurevleriyê, di sala 2008'an de Mala Perwerdehiya Piştgiriyê ya 500 Evlerê, di sala 2010'an de Mala Perwerdehiya Piştgiriyê ya Alî Erel û Aydin Erdem vekirin. Di van 5 navendan de tenê di demsala perwerdehiya demsala 2010-2011'an de ji 545 xwendevanên ku ji bo SBS'ê amadekariyan dikin 90 xwendevan li dibistanên cihê hatin bicihkirin. 5 Malên perwerdehiyê di demsala perwerdehiya 2011-2012'an de dersê dide 500 xwendevanan.

* Mala Perwerdehiya Piştgiriyê ya Rezanê jî ku di sala 2004'an de hat vekirin, di demsala perwerdehiya 2010-2011'an de ji 700 xwendevanên ji bo SBS'ê amadekariyan dikin 56'ên wan li dibistanên cihê bicih kirin. Malê di sala 2011'an de bi navê Ferzad Kemanger xebatên xwe domandin. Niha jî 480 xwendevan li vê navendê perwerdehî dibînin.

* Şaredariya Erxeniyê di sala 2008'an de Mala Perwerdehiya Piştgiriyê vekir. Li vê navendê jî di demsala perwerdehiya 2010-2011'an de ji 180 xwendevanan 50'ê wan li dibistanên cihê hatin bicih kirin. Di demsala 2011-2012'an de jî 200 xwendevanan perwerde dike.

* Li navça Bismilê jî Mala Perwerdehiya Piştgiriyê ya bi navê Mehmet Şîrîn Tekîn jî di demsala perwerdehiya 2010-2011'an de 120 xwendevan perwerde kirin. Heman Navend di demsala 2011-2012'an de jî 100 xwendevanan perwerde dike.

* Mala Perwerdehiya Piştgiriyê ya bi navê Meya Farqîn ku di sala 2010'an de li Farqînê hat vekirin jî perwerdehiya 180 xwendevanan bidawî kir, ji vana 32 xwendevan li dibistanên cihê bicih kirin û dest bi perwerdehiya 190 xwendevanan kir.

* Li navça Pîranê jî Mala Perwerdehiyê ya Piştgiriyê ya Pîroyê jî di demsala perwerdehiya 2010-2011'an de 180 xwendevan perwerde kirin û ji vana 12 xwendevan li dibistanên cuda bicih kirin. Li vê navendê di demsala perwerdehiya 2011-2012'an de jî perwerdekirin 215 xwendevanan berdewam dike.

Malên Perwerdehiya Piştgiriyê yên li Şirnex, Cizîr Riha, Qoser, Nisêbîn, Êlih, Sêrt, Wan, Norşîn, Tedwan, Diyadîn, Bazid, Patnos, Kop, Elbakê, Qelqelî, Qaxizman û Dêrsimê tevî hemû astengiyan jî ji bo bi hezaran xwendevanan xizmeta perwerdehiya xwe didomîne.

Mala Perwerdehiya Piştgiriyê ya navça Licê jî meheke din şun de ew ê dest bi xizmeta perwerdehiyê bike. DÎHA

(ak)


Bêjeyên Miftehî