1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. "Armanca me di îdeolojiya azadiya jinê de parastina jinên Êzidî ye"
"Armanca me di îdeolojiya azadiya jinê de parastina jinên Êzidî ye",armanca,me,di,îdeolojiya,azadiya,jinê,de,parastina,jinên,êzidî,ye

"Armanca me di îdeolojiya azadiya jinê de parastina jinên Êzidî ye"

A+ A-

ŞENGAL/ANF 26.12.2014 09:39:34 Fermandariya YJA-Star a Şengalê, der barê Operasyona Azadkirina Şengalê de daxuyaniyek da û got, "Xeta rêhevalên Jiyanda, Evrîm, Armanc, Arîn Mîrxan wê di pêngava azadkirina Şengalê de rê nîşanî me bide."

Fermandariya YJA-Star a Şengalê, der barê Operasyona Azadkirina Şengalê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku ew ê jinên li Şengalê dijîn biparêzin û hat gotin, "Em bang li hemû jinên Êzidî dikin ku tevlî refên YBŞ'ê bibin." Fermandariya YJA Star a Şengalê diyar kir, ku heta "Sîstema Xweseriya Demokratîk" bê avakirin ew ê têkoşîna xwe dewam bikin û ev yek destnîşan kir:

"Di Operasyona Azadkirina Şengalê ya roja 19'ê Kanûnê hat destpêkirin de, weke gerîlayên YJA Starê, bi têgihiştina berpirsyariyeke dîrokî, bi awayekî aktîf em tevlî vê operasyona şoreşgerî dibin. Çeteyên DAIŞ'ê yên jinê weke çekekê li dijî mirovahiyê bikar tînin, li Kobanê li pêşberî têkoşîna Arîn Mîrxan ku li Kobanê bû sembola kesayetiya jina azad, şikestiye. Xeta rêhevalên Jİyanda, Evrîm, Armanc, Arîn Mîrxan wê di pêngava azadkirina Şengalê de rê nîşanî me bide. Armanca me ew e ku li ser bingeha îdeolojiya azadiya jinê li Şengalê jinan biparêzin, derfetên jiyana azad bidin wan û sîstema demokratîk birêxistin bike. Li ser vê bingehê em bang li tevahiya jinên Êzidî û gelê xwe dikin ku tevlî berxwedan şoreşgerî bibin û di nava refên YBŞ'ê de ji bo parastina xwe, cih bigirin."