1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. 'Armanca me jin li ber xwe bidin'
'Armanca me jin li ber xwe bidin',armanca,me,jin,li,ber,xwe,bidin

'Armanca me jin li ber xwe bidin'

A+ A-

WAN (DÎHA) - Li Wanê di nava mehekê de 4 jin ji hêla zilaman ve hatin qetilkirin û zêdetirî 10 jin jî xwekuştin. Navenda Jiyana Jinan a Rojîn der barê qetilkirina jinan de ket nava liv û tevgerê û bi şîara "Jin jiyana xwe bi rêxistin dike, civaka exlaqî polîtîk ava dike" kampanya da destpêkirin. Xebatkara Navenda Jiyana Jinan a Rojînê Alev Çelîk diyar kir ku armanca wan li her derê jinan bi rêxistin bikin.

Li Tirkiyeyê tacîz, tecwiz û tundiya li hemberî jinan tê meşandin her ku diçe mezin dibe. Di nava mehekê de li Wanê 4 jin ji hêla zilaman ve hatin qetilkirin û zêdetirî 10 jin jî xwekuştin. Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê komkujiya jinan wekî "qeder" nîşan dide û ji bo vê heta niha tu daxuyanî nedaye. Navenda Jiyana Jinan a Rojîn li hemberî komkujiya jinan ên li Wanê pêk tê ket nava liv û tevgerê û bi şîara "Jin jiyana xwe bi rêxistin dike, civaka exlaqî polîtîk ava dike" kampanya da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de çalakî, meş, semîner, panel, bernameyên televîzyonê, perwerdehî, afÎş û broşuran bimeşînin.

'Em piştgiriya hiqûqî û derûnî didin'

Midûra Yekeya Têkoşîna Li Dijî Tundiyê ya Navenda Jiyana Jinan a Rojînê Alev Çelîk got ku her roj pirsgirêka jinan mezin dibe û diyar kir ku ev pirsgirêk ne tenê herêmekê ye ya seranserê Tirkiyeyê ye. Çelîk da zanîn ku di demên dawî de li Wanê xwekuştin û cînayet zêde bûne û wiha got: "Der barê vê mijarê de xebatên me hene. Em hewl didin di aliyê hiqûqî û derûnî de piştgiriyê bidin jinan."

'Hemû xwekuştin cînayeta jinan e'

Çelîk destnîşan kir ku li hemberî tundiyê têkoşînek heye û got ku wextê li qanûnên Tirkiyeyê dinêrin kêmaniya vê yekê baştir tê dîtin û wiha pê de çû: "Li aliyekê rêhevala me ji ber kesê ku tecawizî wê kir kuştiye cezayê muebetê lê hatiye birîn, lê belê zilamê ku li hemberî jinan hovîtiyê dimeşîne cezayê wî kêm dikin." Çelîk bilê kir ku xwekuştin ne rewşeke ku bi carekê derketiye holê û wiha domand: "Tiştên ku rê li ber vê yekê vedike hene. Kevneşopî û malbata li ser hişmendiya zilam ava bûye jinan ber bi xwekuştinê ve dibe. Dibe ku jin xwe dikujin an jî wekî xwekuştinê didin nîşan dan û jinan qetil dikin. Lê belê sedem çi dibe bila bibe hemû xwekuştin ji bo me cînayetên jinan e. Ji ber ku jinan ber bi xwekuştinê ve dibin."

'Armanca me ew e ku jin karibin li ber xwe bidin'

Çelîk bal kişand ser zêdebûna xwekuştin û cînayetên jinan û got ku wan li hemberî vê yekê kampanya daye destpêkirin. Çelîk der barê naveroka kampanyayê de ev tişt anî ziman: "Ji 1'ê nîsanê heta 1'ê gulanê kampanya me dê bidome. Di çarçoveya kampanyayê de em ê li navçe, gund û taxan bigerin û di vî alî de jinan serwext bikin. Em ê semîner û panelan pêşkêş bikin. Wextê ku em vê yekê bikin em ê oldaran, civaknasan û psîkologan jî tevlî xebatan bikin. Ji bo jina xwe bi lezgînî bigihînin me, me 'Alo Xeta Tundiyê' ava kiriye. Ev xebata ku bi armanca ji bo em ji cînayetên jinan re bibêjin 'na' daye pêşiya jinan têxin nava berxwedanê."

Kampanya dê bibe domdarî

Koordînatora Navenda Jiyana Jinan a Rojînê Behîce Erboga jî got ku bi xebata mehekê danîne pêşiya re hewl bidin jinan serwext bikin û dê xebatên wan bi domdarî bidomin. Erboga da zanîn ku êdî jin hatine merhelay ku mafê xwe dizanin û wiha axivî: "Ji ber ku li hemberî tundî û zextan ji destê jinan de tiştek nayê xwe dikujin. Mixabin ev yek berhema tundiya zilam, tundiya pergal û dewletê ye."

'Rewşa hemû jinan me eleqedar dike'

Erboga bilêv kir ku di çarçoveya kampanyayê de bername danîne pêşiya xwe û wiha berdewam kir: "Armanca me ew e ku em jinan serwext bikin û xebateke bi vî rengî me daye pêşiya xwe. Ji bo em nîşanî zilaman bidin ku jin jî xwedî hêz in xebatek bi rengî me da destpêkirin. Divê em ruhê hevkariya jinan bi vê xebatê derxin holê.Em ê di hemû qadên civakî de piştgiriyê bidin jinan. Div^ehemû jin di vî alî de tekeve nava liv û tevgerê. Em bang li hemû jinan dikin ku piştgiriyê bidin vê kampanyaya me."

(wk)


Bêjeyên Miftehî