1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Artêşa dagirker sînor derbas kir
Artêşa dagirker sînor derbas kir,artêşa,dagirker,sînor,derbas,kir

Artêşa dagirker sînor derbas kir

Artêşa dagirker a dewleta Tirk ku di keysperestî û bêbextiyan de sînoran nas nake ku di van demên ku gelê Kurd li Wanê tûşî karesata erdhejê bûye, li nêzî Zaxoyê sînor binpê kir û derbasî Başurê Kurdistanê bû.

A+ A-

ZAXO - Artêşa dagirker a dewleta Tirk ku di keysperestî û bêbextiyan de sînoran nas nake ku di van demên ku gelê Kurd li Wanê tûşî karesata erdhejê bûye, li nêzî Zaxoyê sînor binpê kir û derbasî Başurê Kurdistanê bû. Bi adehan wesayîtên leşkerî û tank/debabe sînor derbas kirin, li ser ava Hêzilê pirên hilawestî hatin çêkirin û bi berfirehî bombebaran tê kirin.

Piştî çalakiya gerîlayên HPG’ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê ya 19’ê Cotmehê, artêşa Tirk a dagirker a jixwe ji bo operasyoneke dersînor li ser tetikan bû, liv tevgera xwe zêdetir kiribû. Di vê çarçoveyê de bi taybetî li derdora Deriyê Sînor ê Xabûrê hêzên leşkerî hatibû veguhestin.

Li gor agahiyên gihiştine ber dest, ji tabûra li Kiriya Reş re ku li devera gelekî nêzî Zaxoyê dikeve bi 20 tank û 30 wesayîtên Reo ‘destek’ pêk hat. Di demjimêrên davê vê êvarê de jî tank û reoyên dewleta dagirker sînor derbas kirin. Li ser ava Hêzilê pirên hilawestî hatin avakirin.

Ev herêmê dikeve nav herêma Heftanînê. Her wiha hat zanîn ku artêşa bêbext û dagirker a rejîma Tirk hewl daye li devera Sineht jî sînor binpê bike û derbas be.

Li aliyekî yekîneyên leşkerên Tirk li Kêriya Reş sînor derbas kir, li aliyê din jî herêm ji aliyê artêşa dagirkeran ve bi berfirehî tê bombebarankirin. Her wiha gundên Yekmalê û Tirvaniş ku li nêzî Kanîmasiyê dikevin, ji aliyê balafirên şer ên rejîma dewleta AKP’ê ve hatin bombebarankirin.

ANF NEWS AGENCY