1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Artêşa Iraqê ket taxên li başûrê Felûce
Artêşa Iraqê ket taxên li başûrê Felûce,artêşa,iraqê,ket,taxên,li,başûrê,felûce

Artêşa Iraqê ket taxên li başûrê Felûce

Pêşdaçûna artêşa Iraqê li Felûce berdewame û ligel vê jî amadekariyên ji bo operasyona Mûsil dikin. Fermandarê Giştî yê operasyona Felûce, Ebdulwehab Seîdî diyar kir ku hêzên wan ên dij-teror ketine taxên Şehîdan ên Yekem li başûrê Felûce

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN Duh Fermandarê Giştî yê operasyona Felûce yê artêşa Iraqê, Ebdulwehab Seîdî ragihandibû ku hêzên wan navçeya Xaz a Felûce û Taxên Şehîdan ên Duyem li Felûce rizgar kirine û li van cihan çeteyên DAIŞ’ê derbên giran xwarine û gelek windahî dane. Ebdulwehab Seîdî diyar kir ku îro hêzên wan ên dij-teror ketine Taxên Şehdîdan ên Yekem ku dikevin başûrê Felûce û wê îro van cihan bi temamî paqij bikin. Her wiha diyar kir ku yekîneyên wan ên ji bo rakirina mayînan jî dest bi xebatên paqijkirina mayîn û teqemeniyên li van cihan kirine. Li aliyek din Fermandarê Tûgaya 14’emîn ê artêşa Iraqê Ebdulmuhsin El Ebasî jî diyar kir ku hêzên wan bajarokê Seqalwe yê girêdayî Felûce ji çeteyan temîz kirine û li bajarok dest bi paqijkirina teqemenî û mayînan kirine û wiha got; “DAIŞ’ê hemû saziyên hikûmet û navendên xizmetê bombe kirine. Hêzên me dest bi paqijkirina van cihan kirine.” Her wiha Fermandarê Tûgaya 10’emîn ê artêşa Iraqê Mehmûd El Felahî ku ji çapemeniyên Iraqê re axivî, diyar kir ku hêzên artêşa Iraqê li eniya bakûrê Remadî êrîşek çeteyên DAIŞ’ê şikandin û di vê êrîşê de 4 wesayitên çeteyan ên bombebarkirî jî rûxandin. Her wiha mehmûd El Felahî got ku di encama şerê li vir derket de 41 çeteyên DAIŞ’ê jî hatine kuştin. Her wiha li gor daxuyaniya Tûgaya 37’emîn a artêşa Iraqê duh hêzek xwe ya leşkerî sewqî herêma navçeya Mexmûrê kiriye. Li gor heman daxuyaniyê hat diyarkirin ku artêşa Iraqê ji bo berfirehkirina amadekariyên operasyona Mûsilê ev leşker şandine herêma Mexmûr. (sk)